18 april 2019

Dîk û rûvî



Rojekê rûviyek li gundekî di ber xirbeyekî ra dibuhurî. Bala xwe dayê dîkek li ser darekê lûsiya ye.

Rûviye, feneke, xwest dîk bixapîne û ji ser darê daxe jêr û bixwe. Ji dîk ra got:

-Siba te bi xêr axa ! Ma tu mîvanan qebûl nakî?


Dîk ne yekî xeşîm bû, nêta rûvî fêm kir, got:

-Ser seran, se çavan, deriyê min her tim ji mîvanan ra vekiriye. Here pişt dîwêra hanê kizîrê gund di xizmeta te da ye.

Kêfa rûvî hat, got belkî kizîr jî dîkekî wekî wî ye. Dema çû pişt dîwêr bavo çi bibîne, kûçikekî wek fêrizan li ber sîya dîwêr ketiye. Çer çav bi kûçik ket, yek yek nekir dudu, nigo serî bi qurban û baz da.

Kûçik pê hesiya û da ser piştê.  Axirê bi zor xwe ji nava lepên kûçik xelas kir.

Demak derbas bû, rûvî dîsa di ber wî xirbeyî ra dibuhurî. Dîk ew dît, mexsûs ban kirê, got:

-Birakê rûvî bi ku da, ma tu nayê îşev nabî mîvanê min ?

Rûvî bala xwe da dîk û bi keser jê ra got:

-Weleh heta tu axa û kûçik  jî kizîrê vî gundî be, hûn tu mîvanan li der mala xwe nabînin.

Kizîr: alîkarê muxtêr, bekçiyê gund.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar