Ezop(Aisopos) destpêkê kole bûye. Kesên dewlemend, xwedî
pere, kesên bi nav û deng ew ji xwe ra dikirîn û dikirin xizmetkarê xwe. Ksantusê
bi nav û deng jî Ezop kirîbû, kiribû koleyê xwe.
Ksantus zanayekî wexta xwe yê gelkî meşûr bûye. Rojekê ban Ezop kiriye, jê ra gotiye:
-Êvarî çend kesên pir bi rûmet ewê bibin mîvanên min. Ew li ber dilê min merivên pir ezîz in, lema jî ez dixwazim tu xwarinên herî xweş, herî bi lezet ji wan ra çêkî. Here bajêr çi lazim bikere.
Ezop gotiye ser serê min. Û rabûye ji mîvanên Ksantûs ra hemû xwarin, ji zelete bigre heta bi şorbê û xwarinên din her tiş ji zimên çê kirine.
Mîvan li ser sifrê rûniştine, bala xwe danê hemû xwarin,
heta bigihîje zelete û şîranî jî ji zimên in. Ji mîvanan hinekan xwe aciz
kirine, ji Ksantus ra gotine:
-Ma tu henekê xwe bi me dikî? Ka te gotibû tu yê xwarinên heta nuha kesî nexwariye bi me bidî tahmkirin. Ma zîyafeta te ya muhteşem ev e?
Ksantus şermezar bûye, ban Ezop kiriye, pê da xeyidî ye, gotiye:
-Ev çi rezalet e? Min ji te ra got xwarinên herî xweş û bi lezet çê ke. Te hemû xwarin ji zimên çê kirine. Te ez li hemberî mîvanên min şermezar kirim. Çima te wiha kir?
Ezop gotiye:
Ma te ji min ra negot here ji bajêr tiştên herî xweş, herî şîrîn bikire û bîne ? Min jî gotina te bi cî anî.
Ziman li dinyayê tiştê herî xweş û herî şîrîn e.
Kilîta hemû ilman ziman e. Însan bi zimên ji hev fêm dikin, bi wî ji hev hez
dikin. Li dinyayê tiştê herî şîrîn ziman e. Ne ziman be însanên ji hev fêm
nekin. Însan bi zimanên xwe dua dikin, bi zimanên xwe ji kesên din ra gotinên
şîrîn û xweş dibêjin.
Heger ne ziman bûya ma halê însên ewê çi bûya? Loma jî
min hemû xwarin ji zimên çê kirin…
Ksantus û mîvanên wî gotine weleh Ezop rast dibêje.
Demek derbas bûye, Ksantus îcar xwestiye hin kesên qet ji wan hez nake dawet bike, biezimîne. Lê xwestiye Ezop xwarinên herî ne xweş ji wan ra çê ke.
Ezop, wek cara berê, dîsa hemû xwarinên xwe ji zimên çêkirine
û daye ber mîvanan.
Gava Ksantus dîtiye hemû xwarin dîsa ji zimên in pir aciz bûye û gotiye ev çi ye kuro?
Ezop gotiye:
-Mîrê min destûrê bide ez îzah bikim. Erê li dinyayê tiştê
herî xweş, herî şîrîn ziman e, lê belê tiştê herî tahl, herî ne xweş, herî
xerab jî ziman e. Yê însanan bi hev şîrîn dike, dike dost ziman e, lê yê
însanan bera hev dide, yê wan dike neyarên hev û bi hev dide kuştin, şer û
cengan derdixe jî ziman e.
Çi tê serê însên ji ber zimanê însên e. Ma ev gotina
min ne rast e?
Hemûyan gotine weleh Ezop rast dibêje...
Meriv kanibe bi zimanê xwe baş e, ew jî huner û marîfeteke.
Birîna zimên ji ya
şûr xerabtir e.
Kurdidan gotiye zimano leleq, seriyê teeqreq. Zimanê şîrîn mar
ji qulê derdixe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar