30 april 2019

Carnan baran meriv şil bike xweş e...



Bîstek berê baranê ez û xanim baş şil û pil kirin…
Xanimê pir gazin kir, lê bi dilê min bû.
Ji zû da bû baranê wiha ez şil nekiribûm.
Carnan meriv şil bibe xweş e...
Ev du meh in li Stockholmê çilkek baran nebarîye, ax bûye xwê, ava çeman miçiqîye.
Hindik be jî Stockholmê îro baran dît û em baş şil bûn.

Ez û xanim saet di donzdan da ji mal derketin ger û piyasa xwe ya rojane.

Dema em ji mal derketin tilpek ewr jî li ezmên tunebû, hewa xweş bû, rojeke bi tîn hebû.
Lema jî me kincên baranê li xwe nekir, em bêtedbîr ji mal derketin.

Piştî em li dora sê(3) km. ji mal dûr ketin ji nişka ve ewrekî reş çê bû û di nava çend deqîqeyan da bû ximîna baranê.

Barana nîsanê dest pê kir.

Em ji mal gelkî dûr bûn. Stareke me xwe bida ber jî tunebû, ew barî û em meşiyan.

Ez baranê, ji berfê hez dikim, dixwazim min şil bikin. 

Bû pilepila xanimê, efendim xwezî nizanim çi li xwe kiribûya…

Yê min ne xema min bû. 

Erê em şil dibûn, lê ez ji actionê û ji macereyê  hez dikim. 

Dibê meriv hin caran şil bibe.

Hin caran biqefile.

Hin caran xwîdan bide.

Hin caran bitirse.

Û hin caran jî kêf bike û dilşa bibe…

Yanî jiyana monoton ne tu jiyan e, bi kalê wek min nakeve...

Jiyana bêtahlûke, bêmacere jiyaneke mirî ye, dibê action hebe. Dibê carnan bi rêda berf, baran û zîpik li meriv ke. 

Dibê hin rojan baran li meriv ke û meriv baş şil bibe.

Her roj bi silametî venegere mala xwe.

Tiştê ecêb em çer gihîştin malê baranê vekir û roj derket. 

Ev jî surprîzeke din bû.

Xweza nuha gelkî xweşiktir e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar