08 oktober 2018

Îcar tiliya tirkan tê tunebûye



Do heta danê êvarî min nikanîbû bloga xwe”hindik-rindik” parve bikira. Ji min ra digot nizanim ev beş di binê çêkirinê da ye, nizanim heqê te tuneye tu vê blogê parve bikî, nizanim bi berpirsiyarê malperê ra bipeyive û gelek temî û şîretên din dikir… 

Bloga min e ez nikanim parve bikim ?
 

Yanî nikanim lînka wê belav bikim…

Di cî da min ji tirkan şik kir, min got miheqeq tiliya tirkan û Tirkiyê di vê da heye, wan tiştek anîne serê bloga min.

Min ji do zana û hosteyên ji vî karî fêm dikin û gava hewce be her tim alîkariyê didin min pirsî.
 
Hevalê pêşî çend pirs ji min kirin û hinekî li dorê çû hat, got Zinar bi Xwedê ez jê fêm nakim.

Min berê xwe da mihendizekî li Diyarnbekrê yê hîn mezintir, yê bloga min çê kir. 

Di telefonê da min derdê xwe jê ra got û nivîsa derdiket ekranê jê ra xwend. Zanîn zêr e, karê meriv rehet dike.

Camêr di cî da  ji min r agot, ”xalê Zinar, facebook carnan aplîkasyonên xwe nuh dike, tişt miûtan lê zêde dike. Problem ji facebookê da ye, ewê bi xwe çê bibe. Heger heta 2-3 rojan çê nebû, ji min ra bibêje, ezê aplîkasyoneke nuh tê da bi cî bikim.

Ez hinekî sakîn bûm, dilê min ket cî. 

Bi rastî jî êvarî ji xwe ber çê bû, her tişt hat wezna xwe ya berê. 

Min ji tirkan şik dikir...

Lê wer derneket. 

Ez bilikumim, tiliya min li kevir keve jî ez dibêjim tiliya tirkan tê heye.

Dijmin e, heqê min heye ez jê şikê bikim.

Lê vê carê ez şaş bûme, tiliya wan tê tunebûye, îşê facebookê bûye...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar