07 september 2018

Piştî salekê bîranîn teze bûn



Zêdeyî salekê ye teqawid im û li malika xwe me. Her sibe bi berbanga sibê ra, di sar û sermayê da naçim li rawestgeha otobozê nazikzik im, ji bo bigihîjim ser otobozê û trênê vir da û wê da nabezim.

Îro ezê biçûma ser tixtor, wexta min saet di 08.45a da bû. Ji bo dereng nemînim hinekî zû çûm. 


Çimkî Swêd êdî ne Swêda berê ye, meriv nizane otoboz ewê di wexta xwe da were ya na. 

Lema min hesabê para derengmayinê jî kir û ez hinekî zûtir çûm.

Li rawestgehê çend sîmayên berê em bi hev ra diçûn kar, min ew nas dikirin hatin û çend kes jî xerîb bûn. Min berê ew qet nedîtibûn. Ji xwe taxa me bûye taxa efrîqiyan, gava meriv dihere centrûmê meriv her roj bi sedan sîmayên nuh dibîne; bi taybetî jî efrîqî, pakîstanî, bengalî, afganî û ereb.

Li taxa me swêdî nemane, tenê çend kal û pîr mane, ew jî bere bere dimrin û ereb xaniyên wan dikirin.

Rojên berê hatin bîra min, rojên ez diçûm kar. Rojên di sar û sermayê da ez dizikzikîm. 

Îro ez nediçûm kar, lê hest û bîranînên rêwîtiya rojên kar ji nuh ve vejîn û ez çûm rojên berê.

Di otoboz û trênê da ez li sal û rojên borî fikirîm, rojên geh otoboz dereng dihat û geh trên. Ez 15 salan di wê riyê da çûm û hatim. Di wê rêyê da gelek tişt hatin serê min, gelek bîranînên min hene.
Îro, hemû teze bûn, hemû tevrabûn.

Gava rêwî ji otobozê û trênê dadiketin her kes bi lez direviya karê xwe, lê tu ecela min tunebû, min bi gavên hêdî berê xwe da ciyê tuxtorê xwe. Tuxtorê min li Alvsjo bû, ez gelek salan li wir xebitibûm. 



Min berê çû cî dît. Cî wek min texmîn dikir nêzîkî sentrûmê bû. Hîn 45 deqeyên min hebû. 

Piştî dîtina cî, min berê xwe da pastexanê û ji xwe ra fîncanek qahwe xwest. Min çû li ber camê ciyek ji xwe ra dît û rûniştim. 

Û dû ketim xem û xeyalên salên, rojên borî. Rojên ez du caran ji wir diçûm û dihatim anîn bîra xwe. 

Min ji xwe ra got, sal çiqasî sû derbas bûn, 28 sal berê ez ji bo karên din dihatim vê taxê, lê îro ji bo tiştekî din e. Wê demê xort bûm, îro teqawid im, kalekî porspî me...

Rojekê li vê avahiya min lê dinêrî kekê Dr. Nacî Kutlay hat ziyarera min. Nuha ew li Anqerê ye û ez jî li Stockholmê van bîranînan teze dikim.

Çû çû, rojên çû nede dû, tu çi bikî jî venagerin, hemû bûn xewn û dû…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar