Rewşa me pir xerab e, ev rast e, lê bêhêvîtî jê gelkî xerabtir
e.
Gere kem tu carî bêhêvînebin !
”Kêlîka(gava) şevê ya herî tarî, kêlîka berî bernangê ye.”
Bêhêvîtî mirin e, teslîmîyet e.
Yê hêvîya xwe wenda kiribe, tiştekî wî yê wenda nekiribe nemaye, her tiştê xwe wenda kirye.
Nexweşê bêhêvî zûtir teslîmî mirinê dibe; mirin zûtir zora jiyanê dibe.
Nuha, ji her demê bêtir hewcedariya me bi hêviyê û xebatê heye. Di vê dema herî xerab da jî dibê em bêhêvî nebin û doza xebatê û yekîtiyê li partî û siyasetmedaran bikin.
Dibê îro em hêviyê, baweriya bi serketinê ji her demê bêtir bidin der û dora xwe û îsanan bêhêvî û qudûmşikestî nekin.
Şev çiqasî tarî û zîfrî be jî dû wê berbang lê dixe û ronahî tê û roj hiltê.
Ewê roja me jî hilê…
Tu şeva neqede, tu tarîya li dû wê ronahî neyê tuneye…
XXX
Ez ji pertav da bikevim û teslîm bibim, tu ji pertav da
bikevî û teslîm bibî, ew ji pertav da bikeve û teslîm bibe, em ji pertav da
bikevin û teslîm bibin, hûn ji pertav da bikevin û teslîm bibin, kî ewê
bixebite û emê çawa ji bin vê bindestiyê û koletiyê xelas bibin ?
XXX
Ez nizanim ez giliyê kurdan bi kê bikim ?
Ne dewleteke adil heye û ne jî Xwedayekî adil !
Xwedê jî û hemû xurt jî hevalên zaliman e !
Em kurd bêkes in !
Lema jî her kes me dikuje û bi darde dike!
Ez nizanim ez giliyê kurdan bi kê bikim ?
Ne dewleteke adil heye û ne jî Xwedayekî adil !
Xwedê jî û hemû xurt jî hevalên zaliman e !
Em kurd bêkes in !
Lema jî her kes me dikuje û bi darde dike!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar