13 september 2018

Dibê em kurd ji Elyezer bin Yehûda ders û ibretê bigrin


Di facebookê û twîttê da em nivîsên pir ilmî, tiştên li ser fezayê û matamatîka bilind nanivîsin û minaqaşe nakin ku meriv bibéje weleh kurdiya min têrê nake, lema ez bi tirkî dinivîsim.

Em li ser tiştên rojane fikrên xwe, hestên xwe dibêjin. Ji bo van çend gotinan ne hewceye meriv bi tirkî binivîse. 

Siyasetmedar, ronakbîr, akademîsyen û xwenedavanên miletekî dibê tiştên wiha basît bikanibin bi zimanê xwe binivîsin.


Heger nikanin yajî kanin lê nanivîsin di vir da seqetî û anormaliyeke pir mezin heye.

Gelek kurdên zana, kurdperwer ji dêlî ku bi kurdiya xwe ji xortan ra bibin numûne, bi tirkîya xwe xortan teşwîqî tirkî dikin, tirkînivîsînê li ber dilê wan şîrîn û xweş dikin. 

Hin kes hene bi kurdî nizanin ez wan didim aliyekî, lê yên bi kurdî(zazakî, kurmancî) zanin û kurdiya wan jî bi qasî tirkiya wan baş e û haya wan ji tehlûkeya asîmîlasyonê jî baş heye, lê dîsa jî bi tirkî dinivîsin şaşiyeke mezin dikin. 


Bi vê yekê ji karê bêtir zirareke mezin didin gelê xwe û zimanê kurdî. Di medyaya sosyal da bi nivîsên xwe yên tirkî dibin sebebê gelek kesên din jî bihewisin tirkî.

Bi medya sosyal û vê cîhana dîgîtal ji xwe kurd têra xwe asîmîle dibin, lê dibê em jî destegê nedin vê asîmîlasyonê. Belovacî wî dibê em ji internetê feydeyeyê bibînin, bi riya wê zimanê xwe bi pêş xin.

Siyasetmedar, ronakbîr û zanayên miletekî dibê ziman û edebiyat û şiûra miletê xwe bi pêş xe, ew jî bi zimên dibe, zimanê me bimre emê jî wek gelek miletên din bihelin û bibin tirk. 

Di dawiya sedsala 19a da li Rûsyayê cihûyekî bi navê Elyezer bin Yehûda(1858-1922)hebû. Piştî şerê Balkanan yê sala 1877a dewleta osmanî têk çû û li miletên Balkanan ji bindestiya osmaniyan xelas bûn û gihîştin azadiya xwe. Vê yekê şiûrê netewî bi Elyezer bin Yehûda ra xurt kir û got çima em yehûdî nebin xwedî ziman û dewlet.

Li ser vê Elyezer bin Yehûda dest bi fêrbûna zimanê xwe kir û dû ra jî lêxist çû Fransayê, li wir zimanê xwe hîn bi pêş xist û bi keça mamostê xwe ra zewicî û dû ra berê xwe da Îsraîl erd û avê pêşiyên xwe.


Elyezer bin Yehûda li wir bi zarokên xwe ra, nas û dostên xwe, bi cihûyên wir ra tenê bi îbranî peyivî, qursên îbranî vekir, xelk fêrî îbranî kir û bi vî hawî zimanê îbranî yê mirî, yê çend heheman tenê zanîbûn kir zimanekî zindî  yê miletekî.

Û ev zimanê mirî di nava 30-40 salan bû zimanê bi hezaran kesî û di sala 1948a da dema Îsraîl serxwebûna xwe îlan kir bû zimanê dewleta Îsraîê yê resmî.

Wek tê dîtin Elyezer bin Yehûda şexsek bû zimanekî mirî, îbranî ji mirinê xelas kir û kir zimanekî zindî yê miletekî û dewletekê. 

Elyezer bin Yehûda şexsek bû berê ew fêrî zimanê xwe bû, dû ra pîreka xwe fêr kir û dû ra jî zarokên xwe û civata der û dora xwe. 

Bi vî hawî îbraniya mirî û tenê di devê çend hahaman da hebû, kir zimanekî zindî û dû ra jî yê miletekî û dewletekê.

Dibê Elyezer bin Yehûda ji bo me jî bibe numûne, dibê em jî ji vê serpêhatiya Elyeze bin Yehûda ibretê bigrin.

Lê ronakbîr, siyasetmedar û akademîsyenên kurd bi rola Elyezer bin Yehûda ranabin, belovacî wê bi tirkiya xwe dibin alîkarên mirina zimanê kurdî, zimanekî zindî hêdî hêdî dikujin û li Kurdistana Bakur dibin sebebê asîmîlasyona miletê kurd. 

Helandina kurdî bi xwe ra helandina kurdan tîne. Vê rastiyê her kes zane. Tiştê heta nuha em wek milet li ser nigan hîştiye ne rengê me ye, ne dînê me ye û ne jî axa me, welatê me ye, zimanê me ye.

Hebûna me ya li Kurdistanê heger ne ziman be tu qîmeta wê tuneye, em li Kurdistanê jî dibin tirk. Li Kurdistana Bakur gelek bajarên me, ji ber asîmîlasyonê nuha bûne bajarên tirk.

Nuha tur ferqa Dîlokê, Erzînganê, Meraşê, Sêwasê, Meletyê, Xarpêtê û Erzeromê ji bajarekî tirkan tuneye. Çimkî kurdên wan bajaran asîmîle bûne. Û Ev qad û coxrafya roj bi roj firehtir dibe.

Dibê şexs rol û tesîra xwe biçûk nebînin, dibê em kurd ji Elyezer bin Yehûda ders û ibretê bigrin. 

Heger şexsek kanibe zimanekî mirî ji mirinê xelas bike û bike zimanê miletekî û dewletekê, bi hezaran siyasetmedar, ronakbîr û kurdên miletperwer û bi sedan partî û dezgehên kurd jî kanin kurdî ji mirinê xelas bikin, bi kêmanî ew bi xwe destegê nedin asîmîlasyonê û tiştê dikeve ser milên wan bikin.

Bi gazinên ji dijmin em nikanin kurdî ji mirinê xelas bikin, çimkî hedefa dijmin tunekirina kurdî û kurda ye. Berî her tiştî dibê em wezîfeya xwe bikin. Tiştê em bikin pir sifik e; dibê em bi zarokên xwe ra, bi hev ra bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsin. 

Tiştê nuha ji destê me tê ev e û heger em bixwazin em kanin viya bikin…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar