Hin dost û heval ji min bi messengerê vîdeoyan dişînin.
Hinekên wan nas dikim û hinekên wan jî nasa nakim.
Kesên vîdeoyan dişînin ji sedî 99 tiştekî nanivîsînin. Nabêjin vîdeo li ser çi ye…
Lema jî ez nizanim vîdeo li ser çi ye û yê şandîye bi rastî
ew e ya jî vîrûs e.
Min berê jî du sê caran got, ez naxwazim kes ji min ra vîdeoyan bişîne, pir dibe û ez nizanim çi ye, çi nîne.
Ez bi xwe tu carî ji kesî ra tu vîdeoyan naşînim û min tu carî jî neşandiye.
Heger yek lînkekê ji min bixwaze ew tiştekî din e. Lê ez bi xwe tu carî ji kesî ra vîdeoyan naşînim û naxwazim kes ji min ra jî bişîne.
Lê heger nas, dost û hevalê tiştekî muhîm şand jî dibê binivîse, bibêje çi ye, ji bo ku ez musterîh bim û biwêribim vekim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar