Heger tu zanî yek neheq e û zulmê li gelê te dike, lê ji ber
xurt e tu dengê xwe nekî û çavê xwe ji zulm û terora wî ra bigrî û ji ber ku
yekî din qels e, zeîf e, tu jê natirsî tu li hemberî wî bibî dîk, tu ne tu
meriv î, tu tirsonekî, tu merivekî pîs î û qurişekî jî nakî.
Dibê meriv li hemberî zulm û terora dewletê jî derkeve, yanî neheqiyên xurtan jî û yên qelsan jî rexne bike, ne yê aliyekî tenê.
Ne ku li hember yê xurt bibe mirîşk û li hemberî yê qels jî bibe dîk.
Rexnekirina neheqiyên qelsan tenê bêexlaqî ye, tirsonekî ye, şelafiya yê xurt e.
Gelek kes ji do da ye ji ber bûyera Hekariyê(kuştina Nurcan Karakaya) bi dengekî bilind PKKê rexne dikin. Bira bikin, kî çi rast dibîne bira wer bike. Dibê meriv xelkê siwîl û zarokan nekuje. Ev şaş e, heger wan kiribe dibê were rexne kirin.
Lê bûyera Hekarîyê hinekî tarî xuya dike. Rexnegirên me ji tirsan pir ecele dikin.
Yanî dibê meriv li hemberî şaşiyên PKKê jî bêdeng nemîne. Ev temam.
Lê belê kesên PKKê rexne dikin li hemberî zulm û terora dewletê qet dengê xwe nakin. Li hemberî PKKê dibin şêr û li hemberî dewletê jî dibin pisik...
Çeteyên îslamî her roj li Efrînê malên xelkê talan dikin, xelkê siwîl direvînin û dikujin, ev kesên bi dengekî bilind PKKê rexne dikin, bi dengekî nizim jî ji Tirkiyê ra, ji çeteyên îslamî yên girêdayî Tirkiyê ra tiştekî nabêjin. Ev ne exlaqî ye...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar