24 maj 2018

Dibê em sûcê xwe nexin hustuyê kurdî



Min di derekê da xwend, nav nuha nayê bîra min, yekî gotibû Pirtûkakurdî gotiye kovara Kund pir hatiye firotin û nivîsa Emer Faruk Baran ya li ser Kund jî pir hatiye xwendin. Herduyan jî reqor şikandine.

Ji bo ku bizanibim çend Kund hatine firotin min ji Pirtûkakurdî pirsî, gotin me tiştekî wisa negotiye û em îstatîskên xwe jî tu carî parve nakin. Lê belê rast e, Kund baş hat firotin. Yanî  reqemek nedan min.

Min ji Emer Faruk Baran jî, xwest bizanibim hela ew nivîsa wî çend caran hatiye xwendin. Mixabin wî jî bersîv neda min. Ya pirsa min nexwend ya wî jî wek Pirtukakurdî nexwest reqemên xwendevanên xwe bibêje.


Lê belê îdîa Kund pir hatiye firotin û nivîsa Emer Faruk Baran jî pir hatiye xwendin, di destê min da îstatîstîk tunebe jî rast e.

Carnan meriv dibihîze, hinek dibêjin kurdî bi qasî tirkî nayê xwendin. Ji kêmxwendina kurdî gazinan dikin.

Weşanxane ji firotina kitêbên kurdî gazinan dikin, dibêjin kitêbên kurdî hindik tên firotin.
Yanî meriv kane bibêje di nava kurdan da baweriyeke wiha bi cî bûye   û kovarên  bi kurdî  li gorî tirkî kêm tên xwendin.

Lê belê ev herdu numûne(Kund û nivîsa Emer Faruk Baran) jî nîşan didin ev îdîa ne rast e, tiştê xweş û bi qalîte bi kurdî were nivîsîn tê xwendin. Tiştê bêqalîte bi çi zimanî be jî nayê xwendin.

Yanî gelş ne di kurdî da, di qalîte û naverokê da ye, di tekûzîya zimên da ye. Heger zimanê berhemê rast be, xweş be û naveroka wê jî bi bilind be tê xwendin û him jî ji tirkî zêdetir.

Piraniya berhemên kurdî di warê zimên da zeîf in, zimanê wan sentetîk e, nayê fêmkirin. Lema jî xwendevan jê fam nake. Tiştê meriv fam neke meriv jê heza nake û tiştê meriv jê hez neke jî meriv nakire û naxwîne.

Em zanin bloga Perxudres, heta em kanin bibêjin nivîsên Emer Faruk Baran, çi bi tirkî be, çi jî bi kurdî be tên xwendin. Bloga Perxudres di nava xortan da populer e, ciwanên, keç û xortên bloga Perxudres taqîb dikin pir in.

Sebebê kub loga Perxudres li gorî blogên din pirtir tê xwendin ne ji ber navê wê ye, ji ber ziman û naveroka wê ye, ji ber ku di nivîsan da qelîte heye û zimanê Emer xweş e, her kes jê fam dike.

Û ji alî dîzayn û mîzanpajê, font û tîprêziyê(rf û dîzgî) jî xwendin Perxudres rehet û xweş e. Nivîs ne dirêj in, mijarên balkêş dibîne. Vana hemû dibin sebebê Perxudres zêde were xwendin.

Hin blog hene bi dîtina wan gêja meriv dihere, ji bo meriv bixwîne dibê meriv mercekê bi kar bîne. Yanî tevlihevî û herfên hûrik xwendinê zahmet dike û ev jî dibe sebebê kêmxwendinê.

Gotina min ya dawî ev e: sebebê berhemên bi kurdî kêm tên firotin û xwendin ne ji ber ku ziman bi kurdî ye lema, ji ber naverok û zimanê şaşomaşo ye. Heger em kurdî baş nizanin, heger em nizanin kurdî rast û xweşik bi kar bînin ev ne sûcê kurdî ye, sûcê me ye, sûcê nivîskar e. Ji ber ku zimanê nivîskaran xerab e lema kêtêbên bi kurdî kêm tên firotin. Heger ziman rast û xweş be û berhem jî bi qelîte beewê were xwendin.

Hewqas şaşî di kîjan kitêb û kovara  tirkî da jî were kirin kes wê kitêbê û wê kovarê, wê nivîsê naxwîne.

Lema jî dibê em gelşê rast teşxîsê bikin, sebebê kêmxwendina kurdî ne ji kurdî da ye, ji nivîskarên kurdî da ye, em vî zimanî baş nizanin, şaş bi kar tînin û bi vê yekê jî dibin sebebê reşkirina kurdî.

Arjen Arî pir tê xwendin, xwendevanên kurd wî nas dikin û jê hez dikin, ji ber ku him di şiîrên wî da mistewayeke bilind heye û him jî zimanê wî xweş e. Kî tiştê xweş û bi qelîte binivîse û zimanê wî/wê rast be tê xwendin. Bikirê(mişteriyê)tiştê baş û xweş her tim heye…. 

 Dibê em sûcê xwe nexin hustuyê kurdî, heger berhemên kurdî kêm tên xwendin ev ne sûcê kurdî ye, sûcê me ye, em kurdî baş bizanibin berhemên me ewê ji tirkî bêtir werin xwendin.



                          

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar