Ev 3-4 sal in xezalekê bela xwe di kulilkên hewşa me daye. Çer
kulîk serê xwe ji bin axê derdixin, tên dixwe.
Lê ez dibêjim ne yek e, çend heb in. Tu carî yek bi tenê nagere, tim dê û yek du karikên wê ne.
Ev 3-4 sal in nahêlin em çend rojan têr li wan kulîlk û laleyên xweşik binêrin, pê şa bibin.
Tu dibêjî me ne ji bo xwe, ji bo wan çandiye
Hewr sal bi destpêka buharê ra kulîlk çer serên xwe ji bin axê derdixin, pitşî wê bi du sê rojan şevekê tên dikvin hewşê û lê diçêrin...
Min digot belkî îsal neyên, rê şaş bikin, ya jî miribin, lê ez şaş bûme…
Do bi şev dîsa ketine hewşê û têra dilê xwe lê çêriyane, ji me ra tene çend têl hìştine...
Û her kulîlkê jî naxwin, kîjan şîrîn û xweşike wiya dixwin. Û ji me ra jî pel û pincar dihêlin.
Tu dibêjî belkî GPSê pê ra heye, ne edresa malê ji bîr dikin, ne jî rê şaş dikin. Ev jî şansê min ye...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar