Li Kurdistana Bakur û Rojava(Tirkiyê û Sûriyê) em zanin
gelek kurd bi tirkî û bi erebî dinivîsin. Lê min nizanîbû li Kurdistana
Rojhilat(Îranê)jî rewş eynî ye.
Kurdekî Kurdistana Rojhilat do di şiroveyeke binê nivîsekê
da gotibû li Îranê jî eynî rewş e, nivîskarên faris yên herî bi nav û deng kurd
in. Û navê çend nivîskaran jî dabû.
Ji bo ku ez tiştekî li ser binivîsim min nivîsa wî hilanî,
qeyd kir. Lê wer xuya dike min bi şaşî avîtiye. Lema ne navê wî camêrî tê bîra
min û ne jî navên kurdên bi farisî dinivîsin.
Lê li gorî wî kurdî Kurdistana Rojhilat gotibû, li Îranê jî
gelek kurd bi farisî dinivîsin û gelek nivîskarên faris yên bi nav û deng jî
kurd in.
Min nizanîbû asîmîlasyona li Kurdistana Bakur û Rojava malik li me viritandiye, felaketa li van herdu beşên Kurdistanê hatiye serê me, hatiye serê kurdên Kurdistana Rojhilat jî.
Kurdekî Rojhilat piçekî qala vê meselê bike ezê kêfxweş
bibim. Cudabûna elîfbeyan dibe sebebê meriv nikanibe hevûdu nas bike û medyaya
hev taqîb bike.
Rewşa kurdên Kurdistana Başûr çi ye, gelo li wir jî kurdên
bi erebî dinivîsin hene ez nizanim. Li ser vî beşê Kurdistanê jî hin agahî were
dayin ewê baş be.
Reşad
Ozkan Jiyar Sarêj/Secad nivîskarekî ji rojhilatê ye û bi kurmancî û
kelhurî dinivîse.
Zinarê
Xamo Ez qala kurdên bi farisî dinivîsin dikim. Heger tu navê wan zanî
wiya binivîse, ne yên bi kurdî dinivîsin.
Yekî gotibû gelek kurdên Kurdistana Îranê bi farisî dinivîsin. Wek kurdên bi tirkî dinivîsin. Ez dixwazim di vî warî da bibm xwedî agahî...
Yekî gotibû gelek kurdên Kurdistana Îranê bi farisî dinivîsin. Wek kurdên bi tirkî dinivîsin. Ez dixwazim di vî warî da bibm xwedî agahî...
Reşad
Ozkan Nivîskarên here binavudengên kurd ku farsî nivîsandine.
Elîeșref Derwîșiyan, Mihemed Qazî, Mensûr aqûtî, Ibrahîm Yûisî, Reşîd Rasîmî, Elmîhemed Efxanî
Elîeșref Derwîșiyan, Mihemed Qazî, Mensûr aqûtî, Ibrahîm Yûisî, Reşîd Rasîmî, Elmîhemed Efxanî
Tosinê
Reşîd Yek ji mezintirîn nivîskarên Rûsîya jî kurd bû, Kerem Reş. Wî jî
bêtir ser dîroka Artêşa Rûsîya nivîsîye. Min ew şexsî nas dikir. Çend sal berê
çû be dilovanîya Xwedê.
Dara
Ersönmez Kek Zinar mixabe rewşa kurda ev e..
Mohammad
Mohammadamini Silav u hurmet
bibure heger Kûrmanjîya min ne başe. Niha ez tu nivîskarwki
pir bi nav u deng nas nakem kû bi farsî binivîse. Berê șorişa 78 ev diyarde
zědetir bû mîna Mihemed Qazî ku vekî bavê paçive u wergêranê dê nas kirin. An
Ebrahîm Yûnisî. Dikarim bêjim piranîa kurdên Hewram û Kûrmanj u Soran bi
kûrdî dinivîsn. Li Kirmașane nûsîn u axaftina Farsî zêdetire. Nûke ev navçe ji
pir baştir. Ez nabějim kurd nin kû bi farsî dinivîsin belam prianî kûrdî bi kar
dînin. Ev çend kes ji ku nav birî beșek li pirtûken van li ser kûrdin bi farsî.
Zinarê
Xamo Kekê Mohamed, gelek spas ji bo agahiyên te yên hêja. Tu kanî bi
soranî binivîsî. Ya muhîm bi kurdî be, bi kîjan lehçeyê dibe ferq nake.
Mohammad
Mohammadamini Kêşeyekî gewry rojhelat eweye ke beşěkî berçaw le
nûseran leber sansor le başûr çap deken u hendêk jar hatnewey ew pertûkane bo
rjhelat asteme. Ziyadtir le sed nûser u wergěri rohelat le başûr karekankan çap
deken.
Mohammad
Mohammadamini Le başûr zor zor kem be Erebî denûsin beşî zorî başûr
eslen Erebî nazanin u tenya kûrdî dezanin. Be giştî mamosta navçey Soran
assemîle nebûn. u tenanêt le rojhelat bajarekanî Sonqr ، Qorveh ، Bîjar ke kurd
u turk těkelin turk jî bi kûrdî dixavîn. Rewşî şar Urmîa baş nîye u kurdekan
ziatr be tûrkî qse deken.
Şevger
Çolo Mamoste ez bawerim ku ev rewş hin berfereh bê lêkolîn kirin wê li
Afganistan û pakîstan jî heta ermenîstanê heman rewş derkevê kurdên resen bêşa
êzîdî û kurdên belûçîstanê jî di nava vê rewşê de ne silav
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar