Ji feydeyên medyaya sosyal, tora medyayê yek jî meriv gelek
kesan nas dike. Ne ev platformbûya meriv ew nas nekirana.
Bi xêra medyaya sosyal meriv dibîne kî camêr e, kî mêr e, kî pûşt û segê neyêr e.
Meriv gelek sîxur, xayin û berdevkên dijmin bi nav û nîşan nas dike.
Ne medyaya sosyal bûya minê nizanîbûya hewqas xayinên kurdan, hewqas zilam û xulamên tirkan û dewleta tirk hene.
Bêşerefiya herî mezin meriv destegê bide dagirkirina bajarê xwe, welatê xwe, ji dijminê ra xwe ra li çepikan xe, bi serketina dijmin û bi kuştina zarokên qewmê xwe kêfxweş bibe.
Çimkî welatê meriv namûsa meriv e...
Heger namûs bi meriv ra hebe meriv dagirkirina welatê xwe, bi talankirina bajar û gundên xwe kêfxweş nabe.
Lê çi heyf bi hezaran kurd bi dagirkirina welatê xwe, bi serketina dijminê xwe, bi kuştina zarokên kurdan kêfxweş dibin û vê kêfxweşiya xwe jî venaşêrin, di telewîzyonên tirkan da her roj nîşan didin.
Em zanin însan derewan, bêbextiyê û xiyanetê dikin.
Him jî pir.
Gelo derew, bêbextî, xiyanet mexsûsî însanan tenê ye, ya jî eynî tişt di alema haywanan da jî heye?
Gelo fîlozofan çi bersîv dane vê pirsê?
Him jî pir.
Gelo derew, bêbextî, xiyanet mexsûsî însanan tenê ye, ya jî eynî tişt di alema haywanan da jî heye?
Gelo fîlozofan çi bersîv dane vê pirsê?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar