26 april 2018

Gerek meriv bi çavê eşîrtiyê li edebiyatê nenêre



Li Kurdistanê meriv êdî newêre ji nivîskarekî, ji şairekî, ji edîbekî, ji ronakbîrekî kurd hez bike, du gotinên baş di heqê wî da bibêje.

Kêfa te ji berhemeke wî ra, ji gotinên wî yên li ser berhemekê ra, ji hevpeyvîneke wî ra tê û tu diecibînî, tu dibêjî weleh camêr tiştên pir xweş gotine, tu pê kêfxweş dibî û bi du gotinan tu dibêjî mala te ava, te karekî baş kiriye, te tiştên rast û xweş gotine.

Roja din tu hew dinêrî di medyaya sosyal da li ser wî kesî deh tiştên pir xerab hatin gotin, wî û karê wî dixin binê erdê, dibêjin ew karê hûn qal dikin û pesnê wî didin karekî bi pera ye, filan keso wan gotinên xwe ne di netîceya rexne û analîzeke edebî da, ji ber berjewendiyên xwe dibêje, di meselê da pere heye. Ji wan pesnên xwe pera qezenc dike.


Ji tiştên dixwînim vediciniqim !

Ez gelek nivîskar, şair, edîbên kurd ji nêz ve nas nakim, ji dûr va, di medyaya sosyal da, bi hin nivîs, şiîr, hevpeyvîn û tiştên wiha nas dikim. 

Dema ez berhemeke yekî ya têkeve serê min, peyveke wî ya kêfa min jê ra were, bêyî ku bi pey secera wî/wê kevim diecibînim û carnan jî du sê gotinên pozîtîf li ser dibêjim.

Ez bi dû dîroka wî nakim. Yekî karekî baş kiriye, gotineke rast gotiye, ez jî dibêjim mala te ava be.
Meriv kane bibêje ez dilpak û saf hereket dikim… 

Roja din hew dibînim hezar û yek rexene li wî kesî hatine girtin, ew xistine binê erdê, gelek îdîa û çîrokên qet hay û baya min jê tunebû li dû hev hatine zêrkirin.

Roja din îcar hinek xwediyên rexne dixin binê erdê, hinek îcar êrîşî wî dikin, li ser wî hin îdîa û tohmetan davên ortê.

Her der dibe mij û dûman, îdîa, xeber, heqaret li bin guhê hev dikevin, dibe şerê tirkan û kurdan, dibe şerê Milla û Gêsa...

Ez di ciyê xwe da sar dibim, ditevizim, mejiyê min tevlihev dibe. Nizanim ji kê bawer bikim, ji kê bawer nekim?

Yek dibêje reş e, yê din dibêje sipî ye.

Yek pesnî wî dide, yek xeberên nemayî jê ra dide.

Yek dibêje nivîskarekî, şairekî, camêrekî pir baş e, yê dibêje rezîlekî li dera hanê ye.

Yek dibêje filan keso şairekî pir baş e, şairê kurdan yê herî mezin e, roja din deh hebên din vê dîtinê rexne dikin, van tiştan bi pera dibêje, ji van gotinên xwe pera qezenc dike.

Yek dibêje filan kes nivîskarekî mezin e, roja din hinek dibêjin diz e ya jî wî pşç dike…

Ji tiştên ez dixwînim serê min gêj dibe, hezkirina min, baweriya min, eşq û şewqa dilê min ya li hemberî hemûyan tevlihev dibe.

Yê do li ber çavê min wek berfê spî bû, tu namîne wek qîrê reş bibe. Xwe radigirim, dibêjim rawest e, ecele meke…

Dema meselê, şexsan hinekî nas dikim, hinekî dikolim, dibînim ji binî dijayetiyên siyasî, hizbî, îdeolojîk û şexsî û carnan jî berjewendiyên şexsî derdikevin.

Wiha dibe nikanim rexneyê bi heq û neheq ji hev bigerînim, baş û xerab, rast  û nerast bi hev ra li ber çavê min reş dibin, ji hemûyan dikevim şikê.

Helbet ne di hemûyan da, lê di gelek bûyeran da kêm, zêde ev psîkolojî bi min ra çê dibe…

Li Kurdistanê dostaniyê, hevaltiyê, têkiliyên siyasî, îdeolojîk û dînî nahêlin însan objektîf bin û azad bifikirin. 

Ji ber ku nivîskar, şair, edîb, rexnegir bi piranî hev û du nas dikin, ev yek gelekê caran dibe sebebê rexne ne edebî, şexsî bin, dema ji nivîskar hez neke, li dijî sempatî û tercîhên wî yên siyasî  be, berhema wî jî, fikrên wî jî naecibîne û dixe binê erdê…

Ez bi xwe ne wiha me û tu carî bi dû tiştên wiha jî nakevim, heta ji mn tê qedir didim berhemê û gotinê. Û gelekê caran xwediyê berhemê qet nas jî nakim. 

Lê dema eynî kes li gorî min tiştekî ne li rê bike, bibêje, berhemeke kêfa min jê ra neyê binivîse fikrê xwe li ser wê jî dibêjim. Yanî li gorî xwe ji ”baş” ra dibêjim baş  e û ji ”şaş” ra jî dibêjim şaş e. Ji rind ra dibêjim rind e, ji ne rind ra dibêjim ne rind  e.

Helbet herdu jî îzafî ne. Ê ji xwe li dinyayê tiştê ne îzafî tuneye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar