Li dinyayê miletekî ji ereban bênamûstir, bêşereftir tuneye.
Tenê xurtê kurdan e. Tirkiye li ber çavê 23 dewletên wan Efrînê, bajarê Sûriyê
dagir dike, hemû lê temaşe dikin. Yek li dij dernakeve.
Piştî ereb ev bênamûs bin Tirkiye sibe ewê, Qamîşlo, Mûsilê û Kerkûkê, Zaxo û Duhokê jî bigre.
Ji xwe bi hezaran leşkerên tirk li Îraqê hene.
Lê partiyên me jî ne tu tişt in.
Do li Hewlêrê pêşangeha(fûara) şirketên Tirkî yên li Herêma
Kurdistanê dixebitin hate vekirin. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî
beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bûye û gotiye:
"Peywendiyên me tu carî bi Tirkiyîyê ra qut
nebûne.êkîliyên me ne di asta berê de ne, lê berdewam in. Tirkiyê berî çend
mehan bo Hewlêrê konsulosekî nû diyar kir. Em gelek keyfxweş in ku îro Konsulê
Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay ligel me beşdarî merasîma vekirina
pêşangeha şirketên Tirkî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin bûye. Ev ji bo
me nîşanek baş e. Em hêvîdarin ev têkîlî di demeke nêzîk de bigihêje asteke
bilind ”
Sefîn Dizeyî ji ber konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê beşdarî fûarê
bûye ji kêfa difire û Tirkiyê baş zeyt dike.
Yanî Tirkiye li Efrînê çi dike qet ne xema Sefîn Dizeyî ye,
ew ji xwe ra li kar û tîcareta xwe dinêre. Û ji bo wî ya herî muhîm
"dostiya" bi Tirkiyê ra ye.
Tirkiye jî Kurdistan ji xwe wek mangeke şîr dibîne û didoşe,
çiqas malê wan yê avêtine hebe bi deh qatan difroşin wan.
Piştî ereb û kurd ev bin bêguman Tirkiye ewê Efrînê jî dagir
bike û çavsoriyê jî li kurdan bike.
XXX
Birêveberê
Nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji ajansa Sputnîkê da gotiye, Artêşa Tirkiyeyê
bi qasî 3-4 kîlometreyan ketiye nava xaka Herêma Kurdistana Başûr.
Bi dîtina min ne tiştekî xerîb e, wek Efrînê dagirkirina Kurdistana Başûr di rojeva tirkiyê da ye û Tirkiyê ji bo vê yekê plan û programên A û B ji zûda amade kiriye.
Bi dîtina min ne tiştekî xerîb e, wek Efrînê dagirkirina Kurdistana Başûr di rojeva tirkiyê da ye û Tirkiyê ji bo vê yekê plan û programên A û B ji zûda amade kiriye.
Lê hukûmeta Kurdistana Başûr û partiyên başûr hîn jî bawer nakin ew jî di devê topê da ne, hîn wer bawer dikin Tirkiye ewê bela xwe ji wan veke.
Ne wisa ye, Tirkiye li Efrînê bi ser keve ewê bitahmije, wek gurê devê wî di xwînê bigire, piştî Efrînê hedefa Tirkiyê Kurdistana Başûr e. Dibê kurd ji nuha da tedbîrên xwe bigrin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar