23 februari 2018

Ka hevaltiya berê !



Di wext û zemanên berê da, bi rastî jî heval hebûn. 
Gava me digot "bi soza mêrê berê",  ava çeman disekinî.
Hevaltiya berê, ya xortaniyê xweş bû, ka hevaltiya berê !

Gava şexsiyet û qerekterê însên wek nuha ne wek hevîr bû, hewqasî ne çamûr bû, wek nihîtên bazalt, wek polayê bû. A wê çaxê di hevaltiyê da îstîkrar hebû.

Gava însan hewqasî zû xera nedibûn, gava hevaltiya bi dijmin ra şerm dihat dîtin. 

Gava meriv dibû hevalê yekî, wê hevaltiyê heta mirinê dom dikir. 

Gava heval, wek bedena Amedê bû, meriv kanî bû bêqisawet pişta xwe bispartayê. 

Gava heval wek şûrê şamê li pişta meriv bû, di rojên teng da tim ji meriv ra lazim dibû.

A wê demê hevaltî pir xweş bû.
Lê însan nuha bûne çeqilmas, ne dew in, ne mast in, bûne wek zebeşên kurmî...

Hevaltiya berê nemaye, hevaltiya nuha bûye wek hevaltiya dewletan, wek hevaltiya rûvî û quling, meriv mecbûr dibe di dilê xwe da mehê carê hevalên xwe nuh "update" bike...

Yanî tahma hevaltiyê jî nemaye û wesalam. Bi kêmanî ne wek berê ye. Heval bûne tûtya, kêm tên dîtin û heger hat û meriv bêhemdî li yekî rast hat, dibê meriv baş qedrê wî bizane, çimkî hevalê baş wek zêrê zer e...

-Havalên baş wek stêrkan e, hertim tu nikanî bibînî, lê belê tu zanî li wir e.

-Ji bo hevalekî mirin rehet e, lê belê dîtina hevalê meriv ji bo wî bimre zor e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar