Gelî muhendiz, zana, hoste, pispor, şareza û gur û hûtên
Facebookê !
Wek hûn jî zanin çend roj in li ser FB di medyaya sosyal da
xeberek di nava cimata Facebookê da digere.
Dibêjin xwedêgiravî Facebookê ji
xwe ra ”algorîtmayeke nuh tanzîm kiriye, yanî rêyeke nuh daye ber xwe û li gorî
vê algorîtma nuh ya FB dibê meriv çi û çi bike, heger meriv wiya neke nivîs û
parvekirinên meriv ji alî hevalên meriv va nayê dîtin.
Ji bo nivîs were dîtin dibê
hevalên meriv ”gîfekê” ji meriv ra bişînin ya jî nivîseke meriv komentar bikin.
Heger ev yek neyê kirin kes
nivîsên kesî nabîne, filan û bîvan…
Geleo rast e ya heneke?
Heta nuha min qet tiştek nekirîye
û ji kesî ra jî tu ”gîf” mîf neşandiye.
Ji xwe ez nizanim ”gîf” çi ye û
çawa çê dibe.
Ez nizanim hemû havalên min nivîsên min dibînin ya na?
Ez nizanim hemû havalên min nivîsên min dibînin ya na?
Do hevalekî ji min ra got ji zû
da ye ew nivîsên min nabîne. Min got lawo weleh min nabên nedaye nivîsandinê,
her roj ez wek murîyan/gêrikan dixebitim û çend nivîsan belav dikim.
Camêr got weleh ez nivîsên te nabînim. Bala xwe dayê em hîn hevalên hev
in.
Netîce ez dixwazim hosteyên vî îşî aqilekî bidin min, ji bo ez ji xwe
tenê ra nenivîsînim ez çi bikim?
Geleo ev tiştê tê goton, ”algorîtma” nuh e, çi jahr û zuqûm e tenê ji bo
Tikriê ye ya jî ji bû hemû dinyay ye?
Ez bi çar çavan li bende alîkarî û aqilê kesên alim û hoste me. Ji
kerema xwe ra ecemiyên wek min bira xwe tevî vî îşî nekin û aqilê ewê bi kêrî
min neyê nedin min.
Ez li dû aqilê bi kêr im. Hêvî dikim van kûpên êqil min û ecemîyên wek
min ji alîkariya xwe mehrûm û bêpar nehêlin, bira xêra wan hebikekî di me
nezaan jî bigire…
Ji nuha da gelek spas ji bo
alîkarîye we ya giran biha…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar