Wê rojê di nivîseke xwe da min got ”ez rojê du sê caran qehwa kurdî vedixwim... ”
Xwendevanekî min ji ber vê gotina min matmayî ma û got:
”Li min bibore, qahweya kurdì tiştekî çilo ye? Min qet nebihîstiye. Gelo rismek wê heye li ba te, li ku peyda dibe?”
Li ser ser vê, min got ezê li ser qehwa kurdî û ”qehwa tirkî” bi kurtî nivîsekê binivîsim û nîşan bidim ku tiştekî bi navê ”qehwa tirk” tuneye.
Lê 100-140 sal berê qehwa kurdî(qehwa kizwana) hebû, pir meşhûr bû û îxracî Ewrûopayê jî dibû.
Di nivîsa xwe da ez ji Fransayê rismê pakêteke qehwa kurdî (Chicorêe Au Kurde)ya 100 gramî diweşînim.
Lê belê bi avabûna komara Tirk ya kemalîst û faşîst ra tirkan, wek gelek tiştên me yên din, navê qahwa kurd jî kirin ”Turk Kahwesî” yanî qehwa tirk. Û me kurdan jî tavilê ev sextekarî û asîmîlasyon qebûl kir.
Li ser nav û warê, welatê qehwê gelek îdîa û rîwayet hene. Qehwe
destpêkê li Afrîkayê hatiye dîtin. Gotina
qehwê bi erebî ye, ji gotina ”gahwe” tê.
Welatê qehwê yê pêşî Hebeşîstan e, yanî bi navê xwe yê nuha
Etîyopya ye. Du hezar sal berê qehwe cara pêşî li Hebeşîstanê, li herêma Kaffe
yê hat dîtin û dû ra li hin welatên din jî belav bû û hat çandin.
Qehwe cara pêşî di sedsala 17a da bi riya ereban, hinek dibêjin ji Yêmenê gihîşt nava Dewleta Osmanî û bi rêya wan jî li Ewrûpayê jî belav bû.
Yanî ne Tirkiye welatê qehwê ye û ne jî tiştekî bi navê ”qehwa tirk” heye.
Çimkî li Tirkiyê hilberîna qehwê tunye, Tirkiye jî wek Swêd û Almanya yê qehwê îtxal dike.
Baş e ”turk kahvesi” yanî qahwa tirk ji ku derket, tirkan ev nav çawa bi xwe ve kirin?

Tirkan ne tenê welatê me îşxal kirine, urf û adetên me,
kultura me, zargotin û folklora me, xwarin û vexarinên me jî ji me stendine û
kirine malên xwe.
Berî avabûna komara Tirkiyê ”qahwa kizwana” ya kurdan bû, digotin ”qehwa kurdî”, li dinyayê meşhûr bû.
Lê tirkan bi îlana Cumhûrîyeta Tirkiyê ra patenta qehwa kurdî ji me stendin û kirin ”turk kahwesî” û bi me kurdan jî dan qebûlkirin.
Û dû ra, bi demê ra ne ji bo qehwa kizwana tenê, ji bo qahwa normal jî gotin ”turk kahvesi…”
Lê di esasê xwe da ne qehwa normal (ya erebî) û ne jî ya kizwana ne ya wan e, bes mêrikan navê xwe pêve kirin û her du jî bûn qehweyên tirk.
Nuha êdî ne tirk û ewrûpî tenê, li Kurdistanê kurd bi xwe jî ji qehwa kizwana ya kurdî ra dibêjin ”qehwa tirk û qehwa menengîç.”
Kurd tew êdî nizanin kizwan çi ye. Gva tu li qehwexaneyekê qehwa kizwana dixwzî devê wan ji hev dihere, dibêjin ”çiii?”
Li Diyarbekrê çend caran min qehwa kizwana xwest, garsonan fêm nekir, gotin tuneye, ya jî ”kizwan” çi ye?
Piştî min dida fêm kirin, digotin, ”hahaaa, tu dibêjî ”qehwa menengîç, tu qehwa menengîç dixwazî”!
Yanî qehwa kurdî ya kizwana ya me îxracî Fransayê dikir, bû ”qehwa menengîç” ya tirk !
Di sala 1930î da li Fransayê li ser pakêteke qehwa kizwana ”qehwa kurdî” dinivîse û rismê şervanekî kurd jî li ser pakêtê ye.
Ew xwendevanê gotibû, ”qehweya kurdì tiştekî çilo ye? Min qet nebihîstiye, li ku peyda dibe?”, hêvî dikim piştî vê nivîsê fêm bike ku tiştekî bi navê ”qehwa tirk” tuneye, lê berê tiştekî bi navê qehwa kurdî hebû û kurdan ew îxracî Ewrûpayê jî dikirn.
Lê dû ra tirkan qehwa kurdî kirin ”turk tahvesi” û em jî nuha dibêjin ”ma tiştekî bi navê ”qehwa kurdî heye û tahma wê çawa ye?”
Li Ewrûpa navê qehwa erebî ”Arabisk Kaffe, Arabic coffee” heye.
Çimkî qahwe li parzemîna wan û bi rêya wan li dinyayê belav bûye. Lê yê tirkan tiştekî wiha tuneye, wan bi derewa ev nav bi xwe kirine.
Li Ewrûpayê mastê tirk jî heye.
Ma taybetîyeke mastê wan heye?
Na, tenê fabrîqeyên tirk navê mastê çê dikin kirine ”mastê tirk” û bû marqe û çû...
Nuha li Swêd mastê tirk, mastê grekî heye, lê mastê kurdî tuneye.
Meriv bixwaze çi bike marqe, piştî demekê ew nav dimîne û dibe marqe û her kes wî navê qebûl dike.
Sibe tucarekî kurd navê mastekî bike ”mastê kurdî”, ewê bibe mastê kurdî û li dinyayê wer belav bibe.
Qahwecîyê kurd jî ji dêlî ji qehweyê ra bibêje ”qehwa tirk” û ”qehwa menengîc” bibêje qehwa kurdî mesele diqede.
Êdî her kesê qehwa kurdî bixwaze.
Mesela li Kurdistanê ez çûm ku derê min tim ”qehwa kurdî” xwest û dema gotin ”qehwa tirk”, min red kir, min got qehwa tirk tueye, tirkan ji xwe gotine qehwa tirk, hûn jî bibêjin qehwa kurdî, ewê bibe ya kurdî.
Li Ewrûpayê navên hin welatan li hin nanê somin dikin.
Mesela dibêjin ”sominê danmarkî, fînî, grekî, norweçî” û hwd.
Firneyek, fabrîqeyek nan navê sominekî bike ”sominê kurdî” ya jî sominê pîra kurd, ya jî nanê tenûrê, nanê şikefa, filan û bîvan.
Piştî demekê ewê bibe marqeyeke kurd û here.
Lê kurd viya nakin.
Bes tirk dikin, çimkî tirk xwe tiştekî dihesibînin û kurd jî xwe tiştekî nahesibînin. Kurd navekî, marqeyekê layiqî xwe nabînin.
Lê tirk dibînin.
Lema jî tirkan him bêyî ku qehweya wan hebe navê ”turk kahvesî” bi xwe ve kirin û ji him jî qehwa kurdî ya kizwana kirin qehwa xwe û haya 40-50 milyon kurdî ji vê sextkarî û kalpazanîya dewleta tirk tuneye.

Not:
Di nabêna salên 1880-1930 da li Fransayê qehwa kizwana ya kurdî hebû. Li ser pakêteke qehwa kurdî ya 100 gramî rismê şervanekî kurd yê sedsala 15a heye...
Îro li dinyayê miletê herî zêde qehwê vedixwin fînî û swêdî ne...
Apê Zinar,
SvaraRaderamin ji mêj va ye tu diyarîyek ji kesî wernegirtiye, min vê nivîsa te ji bo xwe hesêb kir wekî diyarîyekê.
bi xwendina nivîsê re: ez zêde kêfxweş bûm, him jî min cahilîya xwe tozeke din baştir dît û navê kizwanê li ber dilê min delaltir bû.
ez rojane du an sê pîyanên qahweyê vedixwim, axlebe qahweya goldê ya sûk û bazarê ye. madem wilo ye ez ê di ber a goldê re ji xwe re ya Kurdî jî bînim û bi vexwarina wê re morala xwe bilind bikim.
ez ê vê nivîsa te li dost û hevalên xwe jî belav bikim.
dest û tilîyên te sax bin,
her şadî û bextewarîyê ji te ra divêm.
Spas ji bo şiroveveya te. Mixabin em gelek tiştên xwe nizanin. Tirkan gelek tiştên me kirine yên xwe û bi me jî dane qebûlkirin. Ji xwe ne wiha be meriv wan ji xwe mezintir nabîne.
SvaraRaderaspas ji bo agahîyê, bawerim ji berî navê "qehwê" derkevê ji ava kizwana re digotin çi?
SvaraRaderaNavê "ava kizwana" min nebihîstiye, nizanim jê ra dibêjin çi...
SvaraRaderaNe tenê qahwa kizwana heye, sabûna kizwana jî meşhûr e. Bi tirkî jê ra dibêjin "bitim" jî, belkî hin kurd jî ji kizwanê ra dibêjin bitim.
Kizwan, nebateka ji cinsekî dara benîşt e û gelek feydeyên hene. Ez bawer dikim ji bo dermanan jî tê bi kar anînin.
Pelê dara kizwanê jî dikelînin û wek çayê vedixwin. Dibêjin kizwan ji alî vîtamîn û mîneralan ve gelkî delemend e.