16 januari 2018

Îşev bi tesadufî rastî Mihemed Ronahî hatim...


Piştî guhertina "hindik-rindik" min ciyê xwe jî guhert û dûzanek da der û dora xwe û masa xwe ya xebatê jî.

Dema min kitêb ji hev girtin ez rastî du kitêbên Mihemed Ronahî (Daristan û Bendewarên Adarê)hatim. Ez pir kêfxweş bûm. Fena ez li tiştekî pir qîmet rast werim.

Min qet nizanîbû kitêbên Mihemed Ronahî li ba min hene. Ez fikirîm, ev ji ku hatin, çawa ketin kitêbxaneya min?

Çend sal berê li Diyarbekrê min û Emer Farûk Baran hev û du nas kir û em çûn weşanxana Ronahî.

Min Mihemed Ronahî cara pêşî li wir dît. Me ji hev ra çi got, çi sohbet kir nuha nayê bîra min. Lê bi qasî di bîra min da maye merivekî "argo" bû û xwîna keliya ser, bêyî em samîmin bibin min jê hez kir.

Wê rojê kitêb da min ya neda min nayê bîra min. Lê tê bîra min me di odeyeke tarî û tevlihev da çayek vexwar û em bi hev ra çûn qahwê. Bi îhtîmaleke mezin wê çaxê ev herdu kitêb dane min.

Nuha Hinara Dawî ya Dinyayê di destê min da ye, ez wê dixwînim, piştî min ew qedand ezê dest bi xwendina wan bikim. Dibê ez hinekî têkevim dinya Mihemed Ronahî.

Tiştê xweş kêfa her kesî jê ra tê, her kes ji keçe bedew, ji qesra xweş, ji kincên xweş  û ji bloga xweşik hez dike, yanî mişteriyê tiştê xweş pir in.

Min nuha bala xwe da jimara serdanên, tikandinên bloga xwe, maşala ji Xwedê ra, 500 derbas kiriye. Û ev jî hîn roja pêşî ye, hîn kesî rindikî nebihîstiye. Bi xêr du sê rojên din ev jimar ewê zêdetir bibe.

Ev yek him kêfa min xweş dike û him jî qewet û enerjiyê dide min. Piştî xwendevan zêde bibin dibê ez jî bêtir li naverokê miqate bim û mijarên nuh û balkêş bibînim. Gava tîraja in zêde bibe hinek blogerên xort jî ewê bi min ra têkevin reqabetê. Û bi vî rengî belkî piçekî kurmancî aktuel bibe û hin kesên din jî dest bavêjin blogeriyê.

Dawiya dawî wa ye ez belavkirina fotografan jî fêr bûm. Kurd bêxêr in, ev 10 sal in kesî ji min ra negot apê Zinar tu kanî sûretan jî belav bikî. Min digot belkî di blogê da sûret belav nabe, tenê di Facê da dibe.

Lê bi derengî be jî ez îro bi ji hoste û "mihendizê" bloga min çê dike belavkirina sûretan jî fêr bûm. Yanî dereng bû lê baş bû...

Û îşev ji min hewqas, ji we hemûyan ra xeweke aram û xewnên xweş dixwazim...

2 kommentarer:

  1. Apê Zinar,

    Te ez ecêbmayî hiştim bi şeref. Tu blogerê 11 salî yî, heta niha te çawa pê nedizanî risim li nivîsên blogan zêde dibin? Risim, vîdeo, her cure multîmedîa tu kanî bi rihetî di nivîsa xwe da bi cî bikî.

    Wekî din, ez bi meraqdarî li bendî nivîsên te yên enerjî-nû me.

    SvaraRadera
  2. Tu rast dibêjî,bi rastî jî ev nezaniya min ecêbeke sosret e, lê rast e. Min ew bişkok didît lê min newêrîbû biceribanda. Û kesî jî ji min ra negot tu çima risma naweşînî. Yanî bi qasî ecêbmayîya nezaniya min, sûcê te û hemû xwendevanên min jî heye. Çima we rojekê negot çima tu risma belav nakî?
    Her kes elimî ye sûc têxe husuyê yê hemberî xwe. Baş e, ez nezan, çima we nepirsî, çima we bala min nekişand, çima we rê nîşanî min neda?
    Yanî bi qasî hûn ji min bi gazin in, ez jî ji we bi gazin im, qet xwe ji sûc bêrî nekin...:))

    SvaraRadera