10 januari 2018

Helbet dibê tirk nebin serokên kurdan

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê yê berê Hesîp Kaplan gotiye, ”dibê tirkek çavê xwe bera ciyê Demirtaş nede…”

Beyaneke balkêş e.

Hesîp Kaplan berê qet wiha nedifikirî, heta sedîsed li dijî dîtinên wiha bû. Û di dema wî da gava tirk bûn hevserokên HDPê ew ne li dij bû, belovcî wê diparast.Lê yekî do li ser rêyeke şaş be, îro kane were ser rêyeke rast e. Lema jî ez ne li dijî vê beyana Hesîp Kaplan im.

Hesîp Kaplan do çi gotibe û îro çi be jî tiştê gotiye rast ye, dibê tirk nebin serokên kurdan, dibê kurd xwe îdare bikin. Lê ji bo tirkek nikanibe bibe serokê HDPê, dibê HDP bibe partiyeke kurd û Kurdistanî.

Em zanin HDP dibêje ew ne partiyeke kurd e, ew partiyeke Tirkiyê ye. Lema jî berî her tiştî dibê HDP bibe partiyeke kurd û Kurdistanî. Ya din dibê ne tenê tirkek nebe serokê kurdan, gerek kurdên wek çep û kemalîstên tirk difikirin jî nebin serokên HDPê.

Çimkî di nava HDPê da gelş ne serokatiya tirkan tenê ye, gelek kurdên bi fikrên xwe ji tirkan, Sirri Surreya Onder xerabtir jî hene.

Heger HDP ewê bibe partiyeke kurd dibê kurdên bi fikir û îdeolojiya xwe tirk in, ew jî nebin serokên kurdan.HDP were vê nuxtê, yanî bi rastî bibe partiyeke kurd û Kurdistanî pir baş e. Lê heger wer nebe, dîsa bibêje ez ne partiyeke kurd im, dîsa kesên Tirkiyeparêz û parêzvanên cumhûrîyeta demokratîk werin ser hukim qet ferqa nake bi eslê xwe tirk e ya jî kurd e.

Ya muhîm çi diparêze û ji kurdan ra çi dixwaze…

Li gorî fikrê min dema HDP nebe partîyeke kurd, wek partîyeke Titkiyê bimîne, serokê wê jî tirk be rasttir û baştir e.

HDP li dijî vê beyana Hesîp Kaplan derketiye û ew bi irqçîtiyê îtham kiriye, Kaplan şermezar kiriye. Ev beyana HDPê jî nîşan dide HDP ne partiyeke kurd e û bi devê kemalîstan dipeyive. Li gorî HDPê gava kurdek bibêje dibê tirk nebin serokên kurdan irqçîtî ye. Bi dîtina min esas ev beyana HDPê irqçîtî ye û dibê meriv şermezar bike.


XXX
Bi rastî jî bindestî koletî meriv bêşexsiyet dike, hewqasî bêşexsiyet dike koletiyê bi meriv dide hezkirin. Ji ber Hasîp Kaplan got "bira tirk nebin serokên kurdan", bala min lê ye gelek kurd xwe ji tirkan bêtir aciz dikin,
Yên carê fêrî bindestiya tirkan bibin nikanin bêyî serdestiya wan bijîn, dibê tirk tim serok, qumandar, mamoste, patron, hoste, kaptan û mezin be û kurd jî bindest be. Yanî dibê tirk şofêr be û kurd jî miawinê wî be. Kurdê bindest viya dixwaze, ji viya hez dike. Lema jî gotina Hasîp Kapalan bira tirk nebin serokên kurdan rast nabîne, rexne û şermezar dike.

Kurdê bi fikir û ruhê xwe bûye kole, naxwaze kurd bibe serokê wî, naxwaze kurd jî bibe xwedî dewlet. Ji bindestiya xwe, ji xulamtiya xwe memnûn e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar