Ez nizanim bi dehhezaran pêşmerge ji bo çi heye? Hukûmeta Kurdistanê ji bo çi heye? Partiyên kurd çi xweliyê li serê xwe dikin? Serokên kurdan yên simêl û porên xwe wek artîstan boyax dikin û di rojên fireh da di telewîzyonan da qepeqepa wan bûn çima dengê xwe nakin, çima ev serok û siyasetmedarên "porreş û simêlreş" hemû xwe vedişêrin û naçin hawara gelê xwe? Heger di rojeke wiha da pêşmerge ewê gelê xwe neparêze ewê kînga biprêze?
Tiştê ez dixwînim êş û janeke mezin dide min, bîna min teng dibe û ez ji xwe nefret dikim. Ji ber ku ez li mala xwe di nava rehetiyê da me, her tiştê min heye û bi sedhezaran kurd jî di vî halê perîşan da ne ez ji xwe, ji însanîyeta xwe şerm dikim.
Şêx Cafer Mista li ser bajar û herêmên di 16ê cotmeha par da
kurdan bêyî şer û liberxwedan teslîmî çeteyên Heşdî Şabî û leşkerên Îraqê kirin
ev agahiyên jêr dane ajansa Spûtnîkê:
”Li navçeyên Kurdistanê yên Xurmatû, Kerkûk, Xaneqîn û heta Sîncarê ku ji aliyê artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şabî ve hatiye dagirkirin rewşa hemwelatiyan pir xirab e, li herêmê kurd nemane, malên wan hatine talankirin û şewitandin. Halê hemwelatiyên wan deveran gelekî ne xweş e. Heta mirov dikare bibêje li wan deveran kurd her nemane. Xanî, avahî û malên kurdan ên li wan deran hatine talankirin, ên mayî jî şewitandine. Li van deran karbidest, serbaz û dagirkerên niha ji Enfalê zêdetir anîne serê kurdan. Welatiyên Xurmatû, Daqûq û Kerkûkê hatine sînorê Herêma Kurdistanê. Li sertaserê Herêma Kurdistanê hatine belavkirin. Halê wan niha gelekî xerab e û ew jî çavnêrî dikin ku hem Neteweyên Yekbûyî hem jî hikûmeta Herêma Kurdistanê çareseriyekê ji halê wan re bibînin."

Û serok û siyasetmedarên porboyax û simêlboyax jî li Hewlêrê û li Silêmaniyê
rûniştine û di malên xwe yên rehet da di telewîzyonan da li vê perîşaniya
kurdan temaşe dikin.
Bi Xwedê nanê hûn dixwin jî li we heram e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar