Li gorî rojnamevanê kurd Alî Javanmardî dibêje rojê li dora
50 malbatên ereb li Kerkûkê û Xurmatoyê bi cî dikin.
Rewşa Kerkûkê û Xurmatoyê ji ya dema Seddam pir û pir xerabtir e. Malên kurdan dişewitînin û kurdan mecbûrî revê û koçeberiyê dikin. Her roj provakasyonekê çê dikin, bahaneyekê dibînin û çend kurdan bi tohmeta terorê digrin.
Û kurdên me jî ji dêlî herin xwe bikin qurbana erban, wan ji welatê xwe derxin, gelê xwe biparêin, ji bo çend qurişan ji Ebadî bigrin yek li pey yekî diçin Bexdayê.
Min qet texmîn nedikir kurdên Başûrê Kurdistanê ewê serê xwe ji ereban ra hewqasî bitewînin, ewê xwe hewqasî pîs bikin.
Ereb kurdan ji gund û bajarên wan nefî dikin, malên wan dişewitînin, welatê wan dagir dikin, partiyên kurd û hukûmeta Kurdistanê jî wek pepûka li vê îşxala ereban û trajediya gelê xwe temaşe dikin.
Ma teslîmîyeke ji viya mezintir heye?
Xelk welatê meriv ji meriv bistîne, meriv bêdeng bimîne, ji dêlî welatê xwe biparêze here Bexdayê eniya dagirkerê xwe Ebadî maç bike, jê pera bixwaze...
Ma rezaleteke, bêxîretiyeke ji viya mezintir heye? Bi xayin û nexayinên xwe ve hûn hemû têkevin binê erdê ! Hûn yek jî ne layiqî nûnertiya vî miletê fedekar û canfîda ne....

XXX
Dema karwan(koç)şûn va bizîvire kera piştkurmî ya li dawiya kêrwîn dikeve pêş, ji kêrwîn ra dibe serkêş..

Bîstek berê li markêta taxa me ji malê ra nan û hinek sebze dikirim. Du xortên tirk, yek di ser 20a ra ye û yê din jî jê biçûktir xuya dike. Yê biçûk bi destê xwe yê rastê bin çenga xwe, gewriya xwe nîşanî yê mezin da û got bîn bike !
Hevalê wî bîn kir û dû ra serê xwe li ba kir, got tu bîn jê nayê. Yê biçûk bi mirûztalî got:
”Bêşeref !, çawa bîn tuneye, min hezar kr(100 Euro) daye vê lewantê(parfumê).
Hevalê wî keniya û ji min bi dûr ketin…
Min got baş e ku jê ra negot ”dêqahp, lawê qahpê” ya jî qûnek/îbne …

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar