Ji min ra bû derd heta nuha kurdekî AKPê tenê jî li dijî êrîşa Tirkiyê derneket û ji AKPê îstîfa nekir.
Ev 5 roj in ji ber ku çavê wan me dibire, ji ber ku kanin bi
me, ji bo ku em kurd in balafir, tank û topanên Tirkiyê agir bi ser gelê Efrînê
da, bi ser gund û bajarên Efrînê da dibrînin.
Bi sedhezaran kurd bi AKPê ra ne.
Bi sedhezaran kurd bi AKPê ra ne.
Bi milyonan kurd rayên xwe didin AKPê û Erdogan.
Gelek kurd parlamenter, wezîr û serokên beledîyeyên AKPê ne.
Heta nuha ji nava hewqas kurdekî yek kes jî li hemberî vê zorbatî û zulma hukûmetê derneket û ji AKPê îstîfa nekir.
Gelek kurd parlamenter, wezîr û serokên beledîyeyên AKPê ne.
Heta nuha ji nava hewqas kurdekî yek kes jî li hemberî vê zorbatî û zulma hukûmetê derneket û ji AKPê îstîfa nekir.
Heta nuha yek kurdekî AKPê jî êrîşa ser Efrînê ya neheq,
zorba û hovane protesto nekir û ji Erdogan û Bînalî Yildirim ra negot hûn çi
kurdan dixwazin, çima we ev ardiya giran şandiye ser Efrînê?
Gelê Efrînê êrîşî Tirkiyê nekiriye, xerabiyek bi Tirkiyê
nekiriye, ji Efrînê kesî yek guleyek jî bera leşkerekî tirk nedaye.
Çima hûn vê zulmê li kurdên Efrînê dikin?
Çima hûn vê zulmê li kurdên Efrînê dikin?
Dema dewletê 12 dewletê 12 bajarên kurdan şewitandin jî
kurdekî tenê jî ji AKPê îstîfa nekir.
Di referandûma 25ê îlona 2017a û îşxala Kerkûkê da jî yek
kurdekî AKPê hukûmet û partiya xwe rexne nekir.
Di ji nava bi milyonan însanî da yek însanekî bi namûs
denakeve û vê zulm û neheqiya hukûmeta xwe, partiya xwe, serokê xwe protesto
nake.
Bi milyonan însan çawa kane hewqasî zalim bin û ji însanîyet
û namûsê bêpar bin û li hemberî gelê xwe jî hewqasî bêûjdan bin, ez fêm nakim !
Ji nav bi milyonan însanî derneketina yek kesê bi xîret û bi
namûs sosireteke ecêb e, aqilê meriv nagre!
Hewqas însan çawa kanin hewqasî rezîl û namerd bibin û li hemberî vê zulmê bêdeng bimînin?
Hewqas însan çawa kanin bibin hevalên neyar û xayinên qewmê xwe ?
Hewqas însan çawa kanin hewqasî rezîl û namerd bibin û li hemberî vê zulmê bêdeng bimînin?
Hewqas însan çawa kanin bibin hevalên neyar û xayinên qewmê xwe ?
Mahfuz
Yildiz Seyda ew koleyen modern nin heya em zincira wan neqetinin tu
heviye ji wan neke!
Mihemed
Ehmo Efrîn wê, wê zincîrê biqetîne.
Mraze
Camal Mamosteyê hêja, mirovên ku namûsa wî erdê ket, tu wexta namûsa
wî nayê cîh. Ew mirovne bênamûsin. Tirk hene wana çêtirin. Wana hesab nekin
kurd.
Umran
Aran Ev xeyalek e apê Zinar.
Zinarê
Xamo Umran, bi milyonan kurd li hemberî qewmê xwe çawa kanin hewqasî
zalim û bêûjdan bibin aqilê min nagre!
Çawa dibe ji nava çend milyon însanî yekî bi namûs dernekeve û nebêje êdî bes e ji vê zulma we re?
A ez dikim nakim, nikanim bersîva pê pirsê bibînim...
Çawa dibe ji nava çend milyon însanî yekî bi namûs dernekeve û nebêje êdî bes e ji vê zulma we re?
A ez dikim nakim, nikanim bersîva pê pirsê bibînim...
Umran
Aran Ew ne li hemberî qewmê xwe ne, ji ber ku xwe wek qewmekî nabînin.
Sores
Bladhede Ew Kurdên li dijî neyaran bêdengin patexurên ne Kurdên!
Mihemed
Ehmo Xwe firotine, ji bo çend quruşan,
Erdoxan bi navê îslametiyê bi wan dikene, mejî yê wan şûştîye,,,
Efrîna baca giran dide û li berxwe dide, bê ku dijmin yek bost ji axa efrînê bibe,
Efrînî yek dest û yek dil in, hemû kurdperwer in, li paş hêza xwe ne, xayîn nav wan da tune ne,
Ji îslametiya derew bi dûr in, zana ne, xwendevanin, siysetmedarin, şervan in,

Bahaa
Sulaiman Miletê me ê bakur xwîna kurda yetiyê di laşê wan de ne geriya
ye hîn di xew de ne
Sedrettin Yigit Ku
xîret û namus tune be wisane bêdengî
Zinet
Nujen Bêdengi koletiye
Şevger
Çolo Çi hêvî ji wan nîn in
Ku ji berê de ne bênamûs bana wê neli wir ban evqas buyer jî ne diqewimîn
Ku ji berê de ne bênamûs bana wê neli wir ban evqas buyer jî ne diqewimîn
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar