11 december 2017

Sirgûn



Li vê dinyayê yê dilbikul
yê bi derd û keder ne tu neyê yî,
derd cihê bin jî hevalên te pir in
hinek mecnûn û dilbikulê evînê
hinek jî dihelin wek mûmê ji derdê sirgûnê
her rêwîtî ne rêwîtiyeke ji dil e
car heye bi vegere
car heye bêvegere
bêrîkirin kerasekî ji êgir e
her beden wê ranagire
bêwelatî,
bindestî zor e,
sirgûn derdekî giran e,
birîneke bêdeman e
tu dilê rezîl surgûnê/mişextiyê nahebîne
tu li pişt Çiyayê Qaf be jî
evîna te di dilê min da dijî
ya muhîm tu navê min ji deftera xwe sîl nekî



XXX

Îro Stockholm sar e, -2 derece ye. Berfê erd spîboz kiriye.
Li hewşê vîçevça beytikan e, dikevin binê asraxên xênî(bin ban, çatuyê)û derdikven.
Diyar e wan jî sar e.
Hawirdor bêdeng e.
Kes li der tuneye, ne çûn û ne jî hatin heye.
Maleke meriv ya germ hebe serma û berf xweş e.
Ji berfê hez dikim.
Zivistan demsaleke xweş e, meriv mecbûrî hin tedbîran dike.
Berf paqijî ye, xwezî her dil jî wek berfê spî û paqij bûya
Her cara sibê radibim û dibînim berf bariye, zaroktiya min tê bîra min. Gava em sibehan radibûn û me didît berfê hewş kîp kiriye û gerek em rabin rê vekin, yek here ser xênî berfê bavêje…
Wek xewn û xeyalekê be jî axirê bibîranîn xweş e,
meriv diçe zaroktiya xwe û hestên wan rojan ji nuh ve dijî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar