26 december 2017

Hevpeyvîna min ya bi Ajansa Spûtnîk Kurdistanê ra

Ajansa Spûtnîk Kurdistanê li ser çapenîya(medîa) kurdî bi min ra hevpeyvîkek kir. Pirsên Spûtnîkê û bersîvên min li jêr in… 

1-Di neyekbûna mala kurdî de rola çapememiya kurdî heye gelo, eger hebe sedema wê çi ye?

Di pêşketina civat û miletan da çapemenî(medîa) roleke girîng û mezin dilîze.
Çapemenî di belavkirina agahî û zanînê da kane rol û tesîreke baş jî bilîze û ya xerab jî. Medîa kane însanan tahrîk be, bera hev jî bide û nêzî hev jî bike.
Yanî ev girêdayî weşaneke çawa ye…
Çapemeniya kurd ne çapemeniyeke serbixwe, tîcarî û bêteref e, çapemeniya partiya ye, ya jî di warê siyasî û îdeolojîk da jî terefgîr û nêzî partiya ye.
Lema jî çapemenîya kurdî di weşana xwe da her tim ne objektîf û rastgo ye, weşaneke siyasî û îdeolojîk dike.
Ev weşana medîa kurdî ya îdeolojîk û alîgir, bêguman tesîreke negatîv li însanan dike, dijayetî û berberîya nabêna hêzan, partiyan di nava civatê da belav dike û berfirehtir û kûrtir dike.
Di vê çarçeweyê da meriv kane bibêje di perçebûn û nelihevbûna kurdan da, di “neyekbûna mala kurdî da” çapemenîya kurdî roleke ne baş, negatîf û xerabkar dilîze.
Û hata çapemenîya kurdî ya partiyan be û girêdayî partiyan be û ji alî partiyan ve were fînansekirin ewê vê rola xwe ya alîgir û partîzan bidomîne. Çimkî di warê aborî da ne serbixwe ye.

2-Di danasîna çand, ziman, mexdûriyet, hişmendiya kurdî hwd. de hûn rola çapemeniya kurdî çiqasî bikêr dibînin, eger kêm be divê çawa be?

Wek min di bersîva xwe ya yekê da jî got, çapemeniya kurdî ya partîya ye, lema jî bêtir siyasî û îdeolojîk e, giraniyeke mezin dide xeberên siyasî û reqlamên partiyan û serokên xwe.
Giraniyê nade mijarên kulturî, edebî, magazîn û hwd.
Çimkî hîn kategorîze nebûye.  Lema jî weşanên li ser ziman, kultur, edebiyat, şiîr, mode, muzîk, tarîx, edebiyata zarokan, magazîn û gelek beş û tiştên din di çapemenîya kurdî da hema hema tuneye, yên hene pir hindik in.
Ji bo ku çapemenî kanibe di warê kulturî û întelektuelî da ji civatê ra xizmeteke baş bike, bersîva hemû hewcedariyên civatê bide dibê azad û serbixwe be, dibê ji bin destê partiyên siyasî derkeve û bibe çapemeniyeke serbixwe û pera qezenc bike, di war aborî da ne motajî partiyan be.

3-Hûn pêşeroja çapemeniya kurdî çawa dibînin. Hêwî û daxwazên we çi ne? 

Weleh pêşroja çapemeniya kurdî girêdayî taliya miletê kurd e, heta kurd wiha perîşan, bindest û bêdwlet bin, ne mimkûn e çapemenîya(medîa)wan jî azad û serbixwe be, kategorîze bibe û kanibe di her warê jiyanê da bersîva civatê bide.
Çapemenîya miletekî bindest jî bindest e, di tu warî da ne azad û serbixwe ye.
Çapemeniya nikanibe her  tiştî bêsansor,  bi azadî binivîse ewê kanibe çi bike?
Ewê çi pêşeroja wê hebe?
Azadî û îrada kurdan jî û ya çapemenîya wan jî, ne di destê wan da ye, di destê dewleta tirk da ye.
Gava tu ne azad bî, gava tu ne xwediyê  îradeya xwe bî, ma tu kanî çi bikî ku?
Li Tirkiyê çawa azadiya kurdan tuneye, azadiya çapemenîya kurdî jî tuneye, bixwaze jî dewlet nahêle weşaneke azad û bêyî otosansor bike.
Lema ez pêşeroja çapemenîya kurdî jî bi pêşeroja kurdan ve girê didim, heta kurd li Tirkiyê di vî halê perîşan da bin, pêşeroja medîa wan jî ewê wek wan perîşan û bindest be.

4- Yek ji çapemeniya kurdî jî Spûtnîk Kurdistan e û zêdetirî 3 salane weşane dike. Hûn rola Spûtnîkê di nava çapemeniya kurdî de çawa dibînin, kêmasî û zêdehiyên wê çi ne?



Ji destpêkê min Spûtnîk  Kurdistan taqîb nekir, ez hinekî dereng bi weşana wê hesiyam.
Lê ev du sal in ne pir bi dûzan be jî ez Spûtnîk Kurdistanê taqîb dikim û ji xeberên wê sûdê digrim.
Bu baweriya min Spûtnîk Kurdistan weşaneke baş, objektîf  û bêteref dike.
Li gorî ajans û malperên kurdan yên din weşaneke objektîftir dike. Bi çapemenîya tirk ra ji xwe miqayesa wê  ne mimkûn e.
Û zimanê Spûtnîk Kurdistanê jî li gorî ajansên din paqijtir e, xeberên Spûtnîk Kurdistanê xweştir û hêsantir tên fêmkririn. Li gorî ajansên din sentaksa(hevoksaziya) zimanê Spûtnîk Kurdistanê  jî baş e, rasttir e. Dema sentaksa zimên rast be xeber baştir tê fêm kirin.  Gelşa edebiyata,  çapemeniya, rojnamegerîya kurdî ya esasî sentaks e, erebî û tirkî sentaksa kurmancî  kuştî ye, perîşan kiriye. Lema jî kurd ji kurdî sar bûne, xeberên bi kurdî,  berhemên bi kurdî naxwînin. Çimkî ji wan tiştek nayê fêmkirin.
Dibê Spûtnîk Kurdistan di weşana xa da gelkî bala xwe bide sentaksa kurmancî.
Ev gelkî muhîm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar