16 december 2017

Dawiya zaliman husran e

Bêguman halê kurdan li Tirkiyê ne tu hal e. Kurd heta hûn bibêjin perîşan in, di binê zulmeke nedîtî ne.
Meriv kane bibêje ji avabûna dewleta tirk ya irqçî, panturkîst û antî kurd û vir da ev cara pêşî ye li hemberî miletê kurd teroreke hewqasî berfireh tê meşandin, zulmeke hewqasî mezin û berfireh li kurdan tê kirin. Hemû kurd, rast, çep, dîndar, nedîndar xwe di hefsê da his dikin, her kes ji ruhê xwe ditirse, tu kes ji pêşeroja xwe ne ewle ye, kes nizane sibe ewê çi were serî...
Herî kêm 10 hezar kurd di zindanên Tirkyê da êsîr hatine girtin. Li Tirkiyê "edalet", huqûd daketiye binê sifirê, her tişt, hemû erk ketine bin destê îktîdara siyasî.
Siyaseta demokratîk û legal bûye qadeke bi mayin ya pir tahlûke. Ji ber çûna şînekê, ji ber gotinekê, ji ber parvekirina lînkekekê, hezkirina ji nivîsekê kane bibe sebê bi berbanga sibê ra polîs bigrin ser mala we û hûn bi îthama terorîstiyê ya jî alîkariya bi terorê ra werin girtin.
Bi hezaran kurdên mamûrên dewletê bûn ji karên wan hatine derxistin û însan perîşan in.
Tirsa girtinê xistine dilê her kesî, tu kes ji rojeke din ne ewle ye, her kurdê welatparêz li bende girtina xwe ye. Zulma dewletê psîkolojiya her kesî xera kiriye
Yanî Tirkiye û Kurdistan li kurdan bûye zindan, bûye cehnimeyeke rastîn.
Lê ev yek ewê dom neke, ev seltenet ewê ji xwediyên vê zulmê ra nemîne. Gava dinya li kurdan bibe cahnime yên li ser hukim, kesên li vê zulmê temaşe dikin ewê di cinetê da nejîn. Zû dereng "cineta/bihuşta" wan jî ewê bibe dojeh,cehnime.
Ew jî viya zanin û lema jî ketine panîkê, ji nuha da li rêyên parastina kursî û îktîdara xwe digerin. Lê bi dîtina min hatine dawiya rê, ew çi bikin jî ewê ji ketin û têkçûnê xelas nebin...

XXX
Gerek meriv ji kal û pîran bêtir qedrê xortan bigre, qîmetê bide keç û lawan. Çimkî çi derkeve ewê ji wan derkeve. Hêvî ne kal û pîrên helisî ne, hêvî û mefera keç û xortên welatparêz û çapik in.
Kal pîr ruhdims in, zû bi zû nigên xwe nadin ciyê şematok. Ew tu carî nikanin bibin pêşengên şoreşê...


Umran Aran Bê tecrûbe, firebînî û zanîna kal û pîran jî nabe apo.

Zinarê Xamo Umran, helbet dibê meriv serpêhatiyên wan bizanibe, ev tarîx e. Lê dibê wan nekin pêşengên xwe, dibê serê ben ne di destê wan da be.
Heger me bi ya dê û bavên xwe, bi ya kal pîrên xwe bikira me li hemberî dewletên dagîrker serî hilnedida, emê bi qedera xwe razî bibana û bibûna dê û bavên zarokên xwe.
Heger li Kurdistana Başûr pêşengî û îdare di destê ciwanan da bûya bawer bike nuha hewqasî ne perîşan bûn.
Ev li Kurdistana Bakur jî wiha ye, kokimên mejiyên wan kufikî bûne nahêlin nifşên nuh dakevin qada siyasî, serê hevsê tim di destê mejugenî da ye...

XXX


-Kî bi şûrê zulmê hukumdariya xwe bidomîne, zû dereng ewê rojekê di bin şûrê zaliman da can bide.
Şerefa herî mezin meriv nebe heval û şirîkê zaliman û li hemberî zulmê xwe kerr û lal neke.

XXX
Kurdê welatê xwe ji hemû welatan pirtir
û zimanê xwe jî ji hemû zimanan bêtir hez neke ne tu meriv e,
merivekî bêşexsiyet e,
têkeve binê erdê ji saxiya wî çêtir e.
Welatê meriv diya meriv e,
mala meriv e,
namûs û şerefa meriv e...



XXX
Ax ewê rojekê qîmeta baranê fam bike,
lê belê wê rojê baranê nebare...
///Nicanor Parra

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar