23 december 2017

Blogerên kurd xwe organîze dikin

Çend blogerên kurd îro li Stenbolê civiyan û li ser gelşên blogerên kurd peyivîn. Ez jî bi nameyekî beşdarî civîna wan bûm. Nameya min ji wan ra şand û biryarên di civînê da hatin girtin ev in, fermo bixwînin.
Merheba gelî keç û xortên blogerên kurd !

Bi vê civîna xwe we aqilekî pir baş kiriye. We ji  dil û can pîroz dikim û ji we ra serketinê dixwazim.
Gelî blogeran, ji ber ez îro ne di nava we da me û ji guhdarîkirina we bêpar im, gelkî xemgîn in.
Min pir dixwest ez jî îro li wir di nava we da bûma, li dîtin û fikrên we yên hêja guhdarî bikira û hûn nas bikirana.
Lê çi heyf îcar ev yek nebû qismet. Lê dibê hûn bizanibin ez ne di nava we da bim jî dilê min bi we ra ye, rê ji dilan diçe dilan… Pêşiyên me gotine, meriv diz be şev reş pir in…Belkî di civîneke din da ez jî di nava we da bim…
Gelî blogeran,
Dostê minê hêja û blogerê jêhatî Înan Eroglu, do derengê şevê mesajak ji min raşand û got îro civîneke blogerên kurd ya hevnasînê  li Stenbolê heye û xwest ez jî wek blogerekî kurd nameyekê ji we ra bişînim û fikrên xwe yên li ser blogeriyê bi we ra parve bikim. Pêşniyara Înan Eroglu ji bo min surprîz bû, ez qet ne li bende tiştekî wiha bûm... Û li alî din wext jî pir hindik bû, ji bo nivîsînê tenê 5-6 saet wexta min hemû. Lê dîsa jî bi pêşniyara kekê Înan pir dilşa bûm. Min pêşniyar qebûl kir lê belê heyecaneke mezin jî ez girtim. Heyecanê ez girtim, çimkî min nizanîbû ezê ji we blogerên jîr û zana ra li ser blogê û blogeriyê çi bibêjim, çi pêşniyar bikim? Ev ne karekî rehet e.
Ji bo meriv kanibe ji xelkê ra tiştekî bibêje, dibê fikreke meriv hebe, dibê di tûrê meriv da tiştekî meriv bibêje hebe. Lema jî nigê min ketibû soleke teng… Lê ji ber min carê gotibû erê, ne gotinên zêde biaqil bin jî ez mecbûr im li ser blogeriyê bi çend peyvan fikrê xwe bibêjim.

Tiştê ezê bibêjim bi îhtîmaleke mezin hûn hemû pê zanin, di vî warî da hûn hemû ji min zanatir in. Çimkî ez merivekî pir klasîk im, ji teknîkê û ji van îcadên nuh, motorên lê gerînê û ji dinya înternetê tiştekî fêm nakim.

Bloga min hevalekî ji min ra çê kir û her car gelşek derdikeve ew tê hawara min û çend caran jî ji min ra şikil û şemala wê guhert. Tiştê ez zanim nivîsîn û belavkirine. Di mesela nasandin û reqlamê da ez ne jêhatî me. Ez zêde dirêj nekim û werim ser mijarê.
Di blogeriyê da pirsa pêşî ev e:
-Meriv çawa kane bibe blogerekî baş û bi ser ketî?
-Ji bona blogeke biserketî û were xwendin dibê meriv çi bike û li çi miqate be?
Bi baweriya min ji bo blogeke biserketî:
1- Dibê bloger xwedî sebat û bi îstîkrareke weşanê be. Dibê xwendevan bizane blog kînga tê nuhkirin, update dibe. Blogerê di weşana xwe da bêîstîqrar ne mimkûn e bi ser keve û mezin bibe.
Qahwexaneya rojekê vekirî,  rojekê girtî kes naçê. Mişteriyên wê yên daimî çê nabe. Ji bo meriv bibe ”marqe” û xelk baweriyê bi meriv bîne û her roj rêya xwe bi bloga meriv xe berdewamî û îstîkrara weaşanê şert e. Deh salên min qediya ez ketim sala 11a, her xwendevanê Zinarê Xamo zane ez her roj herî kêm 2-3, carnan jî 4, 5 nivîsan dixim bloga xwe. Roja neximê ya nexweş im, ya ne li mal im.
Lê wiya jî dibêjim, xwendevan ji vêyekê miheqeq agahdar dikim.
2- Diyaloga bi xwendevan ra ye, agahdarî ye. Heger di program û dûzana meriv ya weşanê da promlemek derkeve û meriv mecbûr be nabênê bide weşana xwe dibê meriv xwendevan ji vê yekê agahdar bike. Dibê xwendevan bizanibe bloger çima bloga xwe nuh(update) nekiriye û ewê kînga vegere.
3- Dibê meriv nasnameya xwe ji xwendevan veneşêre. Dibê meriv navê sexte(mahlas), profîla sexte bi kar neyne. Dibê xwendevanê te bizanibe tu kî yî. Nasnmeya rastîn him ji bo xwendevan, him ji bo keda meriv û him jî ji bo şexsiyeta meriv pir muhîm e. Dibê meriv biwêribe li fikirên xwe, li gotinên xwe xwedî derkeve.
4- Dibê meriv qadeke kêfa meriv jê ra tê hilbijêre. Meriv nikane blogekê ji bo her kesî çê bike.
5- Dibê meriv dildarê mijara xwe be û qala tiştê zane bike. Yanî di weşana  meriv da îstîqrar hebe baş e. Dibê meriv bi eşq û evîn binivîse. Dibê xwendevan hîs bike tu dildarê mijara xwe yî.

6- Heta ji meriv tê dibê meriv nivîsê dirêj neke, nivîsên blogê kin be baştr e. Di blogê da nivîsên dirêj nayên tercîhkirin. Xwendevanên blogan û medyaya sosyal ji nivîsên kin hez dikin. Çimkî wex pir muhîm e. Xwendevan bloga meriv tenê taqîp nake, bi sedan tiştê din jî dixwîne. Lema jî meriv kin binivîse baştire.
7- Dibê nivîs ji alî zimên ve tekûz û bi ser û ber be, ne tije şaşiyên rastnivîsê û klawiyeyê be. Blogên  tije şaşî û bêyî  îmtîna piştî demekê xwendevan sar dike û dev ji taqîbkirinê berdide.
8- Sernivîs pir muhîm e. Di rojnamegeriyê û blogeriyê da sernivîs pir muhîm e. Sernivîske xweş û balkêş kane nivîsê zêde bide xwendin û sernivîseke mirî jî kane bibe sebebê kes nexwîne. Yanî bi qasî naverokê, nav jî muhîm e û gelekê caran dîtina navekî xweş jî pir zahmet e.
9-Navê blogê jî muhîm e. Bi baweriya min navê blogê jî muhîm e, dibê meriv navekî li gorî  naveroka bloga xwe, navekî li gorî qada meriv li ser dinivîse hilbijêre. Yanî nav jî pir hindik balê dikşîne.
10-Dibê meriv xwendevanê xwe tu carî bê bersîv nehêle. Bersîvnedana xwendevan fena silavnegirtina yekî ye. Em bibêjin yek ji te ra dibêje ”merheba!”  lê tu bersîvê nadê… Tiştekî wiha ne xweş e, ji alî xwendevan ve wek quretî û pozbilindîyê tê dîtin û bi dîtina min rast e jî. Ez bi xwe xwendevanên xwe tu carî bêbersîv nahêlim. Kin, dirêj miheqeq bersîvekê didimê.
11-Dibê meriv xwedî fikir be. Di blogerîya xwe da dibê meriv ne tirsonek be, xwedî şêl û fikir be, biwêribe fikirê xwe bibêje û zû teslîm û poşman nebe. Yanî dibê di fikrê meriv da jî îstîkrarek hebe. Meriv nikane bibe hezkiriyê her kesî, hinekê ji meriv hez bikin û hinekê jî hez nekin. Xwelî li serê wî mêrî  be, qet dijminê wî tunebe, her kes dostê wî be.
12- Quretiyê nekin. Dibê meriv nefsbiçûk  be, ne qure be û her tim pesnê xwe nede, tim nebêje ez û ez û bloga min û nizanim çi û çi. Dibê meriv bihêle bira xwendevan karê meriv teqdîr bike. Ji xwe ya muhîm dîtin û hukmê xwendevan e.
13- Dibê meriv lînkê bide. Heger di nivîsa xwe da meriv qala bûyerekê, nivîsekê, şexsekî kir, heger mimkûn be dibê meriv lînkê bide. Dibê xwendevan ji gotin û îdîayên meriv nekeve şikê. Hebûna çavkaniyê bawerî û îtîbara bloger li ba xwendevan zêde dike.
14- Dibê meriv bala xwe bide blogên din. Lê belê diziyê neke, îlham û fikir jê bigre.
15- Dibê bloger carnan xîtabî xwendevaên xwe bike, bi xwendevanên xwe ra têkeva nava diyalogê, fikir û pêşniyarên wan jî bipirse. Ev yek têkilî û samîmîyeta nabêna bloger û xwendevan zêde û xurt dike.
16- Dibê stîleke meriv hebe û meriv wiya bidomîne.
17- Dîzayn û mîzanpaja(layouta)blogê jî muhîm e, dibê bi fesal, zêde ne tevlihev û  li gorî mijarê be. Dibê xwendevan kanibe bi rehetî  nifîsa nuha bibîne û  têkeve arşîvê.
18- Heger meriv bikane û ji heq derkeve belavkirina risman jî baş e. Risim gelkî balê dikşîne û tê hezkirin. Di bloga min da tuneye lê hêdê hêdî difikirim lê zêde bikim, Tabî heger ji heq derkevim.
18-Dibê meriv fikrên xwe not bike. Meriv her tim ne li ber kompîtorê ye. Gava meriv li kar e, bi rê da ye ji nişka ve hin fikir tên bîra meriv. Dibê meriv wan tavilê ya di bloqekê da ya jî di telefona xwe da not bike. Ev yek ji bo nivîsê dibe çavkaniyeke pir hêja.
19- Nasandina blogên din, heta hevpeyvînên bi blogerên din ra pir baş e, kane bibe sebebê hin xwendevanên nuh.
20- Meriv kanibe ji blogerên din di heqê bloga xwe da fikrên wan bigre baş e.

Bi kurtî tiştê ez kanim li ser blogeriyê bibêjim ev in. Ji we ra serketinê dixwazim. Hêvî dikim ji nuha û pê da têkilî  û hevakariya blogerên  kurd zêde bibe. Hêvî dikim blogerên bi tirkî û kurdî dinivîsin kêm û yên xwerû bi kurdî dinivîsin zêde bibin.
Gelek spas ji bo kekê Înan Eroglu ev îmkan da min, ez van rêzan ji we ra binivîsim û bi çend gotinan be jî li ser blogê fikir û raya xwe bibêjim. We hemû blogerên kurd, we hemû keç û xortên kurd yên di vê civînê da ji dil û can silav û himêz dikim…
Zinarê Xamo
Stockholm
2017-12-23

XXX
Mesaja Înan Eroglu li ser civîna blogerên kurd ji min ra şandiye:

Îro em li Janya Cafe û Leyleg Cafe ji bo blogeriya kurdî civiyan. Ez, esrake47, xewnname, darabandini, jinajifilanhezdiket, perxudres û Zinarê Xamo bi nameya xwe pîrozbahî li me kir.
Di civînê de em axivîn ka em çawa dikarin blogên kurdî baş bikin, pêş bixin û berbelavtir bikin.
Navdayîn, mijar, kurtî-dirêjahî, sernav, dîzayn, wêne, dîtbarî, şirovekirin hwd.
Me biryar da ku;
1)Ji bo destpêkê me biryar da ku em kampanyeyeke imzeyan bidin destpêkirin ji bo ku google adsense zimanê kurdî qebûl bike û em karibin bi reklaman pere qezenc bikin.  Ji bo vê kampanyayê divê metneke baş bê nivîsandin û em wergerînin îngilîzî û tirkî jî.
2) Em komeke bloggeran ava bikin û rêzeçalakiyên wekî gerûgeşt, hevnasîn, calakiyên afirîner û deradedî, dersên bloggeriyê û her cure çalakiyên bi blog û bloggeriyê re eleqedar.
3) Divê em zorê li malper, sazî û dezgehan bikin ku xelatên bloggeriyê bidin destpêkirin û her sal xelatên bloggeriyê bên belavkirin. Her wiha piştî van xalan du pêşniyazên min hene.
A)Ji bo pêkanîna evreng kom û çalakiyan em li fon û hibeyan bigerin, ji karsaz û dewlemendên xwe daxwaza maddî bikin.
B)Em dikarin torekê ji bo blogên kurdî çêkin ji bo ku her kes bi rihetî xwe bigihîne wan.

///Înan Eroglu




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar