02 december 2017

Bi zimanekî tewşomewşo berhemên mezin nayên nivîsîn

Li Kurdistana Bakur ji bo hebûna edebiyateke pêşketî, zengîn û rengîn dibê nivîskar, edîb kurdî baş zanibin. 
Heta li Kurdistana Bakur edîbên zimanê xwe baş zanin dernekevin edebiyata me jî ewê tim zeîf û feqîr bimîne.
Çimkî bingehê esasî yê edebiyatê ziman e, edebiyateke pêşketî û berhemên mezin ancax bi zimanekî zengîn mimkûn e.
Nivîskarê, romannivîsê, çîroknivîsê ne hakimê kurdî(kurmancî, zazakî)be, haya wî ji klasîkên kurdî, ji lehçeyên kurdî yên din tunebe, nikane ”klasîkên îro”, berhemên nemir bixuliqîne.
Asîmîlasyonê zirareke mezin daye me, bûye sebebê nivîskar, edîb zimanê xwe têra xwe nizanibin.
Lema jî gelek nivîskarên me zimanê xwe baş nizanin, bi zimanekî pir qels dinivîsin.
Ji ber wê jî îro gelş û zeîfiya herî mezin ya edîbên kurdên bakur ziman e, di piraniya berhemên edebiyatê da pir hindik ev zeîfiya nivîskaran tê dîtin û di rêza yekeê da tê rexnekirin.
Lema jî dibê her nivîskar zimanê xwe pêş da bibe, baş fêr bibe.
Ji bo pêşketin û zengîniya kurmancî û edebiyatê, werger(tercume) kane kar û feydeyeke pir baş bigihîne kurdî û edebiyata kurdî.
Çimkî ji bo tercumeyê dibê meriv him zimanê tercume dike baş bizanibe û him jî hakimê zimanê xwe be.
Bi rêya tercumeyê zimanê meriv bi pêş dikeve û dewlemend dibe. Form û gotinên nuh, taswîrên nuh dikevin zimanê edebiyata meriv. Lema jî ji bo pêşxistina kurdî tercume/werger îmkaneke pir baş e.
Yanî bi kurdî xwendina eserên biyanî him zimên bi pêş dixe û zengîn dike û him jî feydeyeke mezin digihîne nivîskar, zimanê wî, dinya wî ya xeyalî fireh dike.
Axir bi zimanekî tewşomewşo berhemên mezin û nemir nayên nivîsîn...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar