13 december 2017

Bi dostekî ra sohbeteke li ser nivîsîna bi tirkî



Zinarê Xamo  Merheba Abdulkadir !*
Ji zû da ye nivîsên te yên bi tirkî bala min dikşîne û dixwazim li ser vê hezkirina te ya ji tirkî fikrê xwe, çend gotinan bibêjim.
Lê min tim texîr kir.
Min tim got belkî ev nivîs ewê ya dawî be.
Lê belê her ku çû nivîsên te yên bi tirkî zêde û yên bi kurdî kêm bûn.
Ez fêm nakim ev hezkirin û bengîniya te ya ji tirkî ji ku tê û sebebê wê çi ye?
Min qet bawer nedikir tu yek nivîsê jî bi tirkî binivîsînî. Çimkî min li ba te tu bingeheke wê nedidît.
Tu ne merivekî bajarî ye, tu merivekî gundî yî. Û tirkiya te jî ya Wêranşarê ye.
Yanî tu li Stenbolê û di nava tirkan da mezin nebûye. Tu li gundekî Wêranşarê û di nava civateke tirkînezan da mezin bûye.
Dê û bavê te kurd in û tim bi te ra bi kurdî peyivîne. Tu bi malbata xwe ra, bi kesên ji ber û eşîra xwe ra tu carî bi tirkî nepeyivîye.
Lê tu dîsa jî wek yekî asîmîle bûbe, wek yekî kurdiya wî zeîf be bi tirkî dinivîsînî.
Tu wek hin bajariyan asîmîle nebûye. Di malbata te da tirkî tuneye.
Kurdiya te ya nivîskî ji tirkiya te(belkî haya te jê tuneye) pir û pir baştir e.
Lê dîsa jî dilê te bi tirkî ra ye.
Dîsa jî bala te zêde li ser tirkî û dinya tirkî ya magazîn e.
Tu mamosteyê kurdî yî, bi roj heta êvarî tu dersa kurmancî didî zarokên kurd, tu ji wan ra dibêjî zimanê xwe fêr bibin, bi zimanê xwe bipeyivin û binivîsin.
Lê çaxa tu diherî mal ev şîretên te li mektebê li zarokan kiriye tu ji bîr dikî û tu dest bi nivîsînî tirkî dikî.
Yanî tiştê bi roj, li mektebê tu ji zarokan ra dibêjî, tu bi xwe bi cî naynî.
Wê demê dilê te ne bi kurdî ra, bi tikî ra ye, tu ne ji dil, ji mecbûrî mamsotetîya kurdî dikî.
Nivîsa kar ya mecbûrî ne tê da, nivîsîn hezkirin e, meriv ji zimanekî hez neke bi wî zimanî nanivîsîne.
Tu li malê, di wexra xwe ya vala da bi tirkî dinivîsînî, çimkî tu ji tirkî hez dikî.
Dêmek hezkirina te ya ji tirkî gelkî di ser kurdî ra ye.
Di malpera te da piraniyeke mezin ya nîvîsên te bi tirkî ne.
Tu mamosteyê kurdî yî, lê bal û meyla te li ser tirkî ye, pirnaiya nivîsên te bi tirkîne?
Baş e heger tu bi kurdî nivîsînî û ji telebeyên xwe ra nebî numûne, kê bi kurdî binivîse?
Gelo telebeyên te di heqê te da çi difikirin?
Ez bi xwe meraq dikim.
Ez telebeyê te bûma minê tu rexne bikira û sebebê nivîsîna te ya tirkî ji te bipirsiya.
Tu wek bavekî kurd û him jî mamosteyekî kurd, çawa kanî bi zimanekî binivîsînî zarokên te jê fêm nekin?
Min qet bawer nedikir tu hewqasî ji tirkî hez bikî. Di serê min da Evsilqadirekî din hebû.
Ji xwe sebebê vê nivîsa min, vê rexneya min jî ew hêvîya ji te bû. Min qet bawer nedikir ezê her roj nivîsên te yên bi tirkî bibînim. Min qet bawer nedikir tu yê ji tirkî hewqasî hez bikî.
Lê mixabin te ez xeyalşikestî kirim…
Bi vê nivîsê min xwest vê yekê ji te ra bibêjim…
Lê helbet her kes di tercîha xwe da azad e, tu ne mecbûrî wek min bifikirî û dev ji tirkî berdî...
*Evdilqadir Ulumaskan


Abdulkadir Ulumaskan  „Ez û evîndariya zimanê tirkî“

Merheba kekê Zinar, ji bona zahmetê nivîsandin, dîtin û rexneyên te ez gelekî spas dikim.
Helbet, ez dîtinên te giranbuha dibînim û bi rêz pêşwazî dikim. Bêguman gelek dîtin di cihê xwe de ne. Lê hin tiştên ne zêde rast jî hene. Ez dixwazim hinekî qala wan jî bikim. Her çawa be, te zahmet kiriye û hin dîtin û rexneyên xwe diyar kirine, divê ez jî hinek tiştan baştir zelal bikim.
Bawer dikim ji ber em zêde ji hev ne haydar in, hin agahiyên şaş an jî kêm hene. Ji bo te li ser agahiyên kêm hinek şîrove kirine di hin deran de şaşitî jî an zêdekirin heye.
Ez dixwazim jidil bibêjim, mabesta min ne ku ez bersîva te bidim, xwe biparêzim û rexneyên te ên hêja pûç bikim. Ji ber ku te girîng dîtiye û zahmet daye xwe, ez jî di dixwazim di hin mijaran de te hinekî b1êtir agahdar bikim.
Kekê Zinar, ez nizanim ez çiqas dikarim baş bi tirkî binivîsim lê tu bawer be ku tu derdekî min ê waha jî tuneye. Te ez wek „evîdarekî tirkî“ dîtime, lê bi rastî jî ev ne rast e. Heta nuha li ser „evîndariya tirkî“ min bi kurdî gelek nivîs jî nivîsandine û ev mijar bi dijwarî rexne kiriye.
Belê wek te jî kerem kiriye û gotiye, ez gundî me û di nava malbat û derdorê de hemû têkiliyên bi kurdî bûn û nuha dîsa hîn jî bi kurdî ne. Ji 13-14 saliya xwe de bi bandora rehmetî Aslan ez her dem di nava kurdîtiyê de mezin bûm. Ev 20 salên dawîn jî min dîsa gelek xebatên zimanê kurdî yên nivîskî kirine û hîn jî dikim.
Yanî wek tu dibêje jiyana min ne „bêyî dersê û mamostetiyê“ di derî dersê de jî bi kurdî berdewam dike. Armanca min ne tenê ez wek mamosteyekî kar bikim. Tu bawer bike û hevalên mamoste û ên din li vir jî şahidin û baş dizanin, xebatên min ên li ser zimanê kurdî ji mamostetiyê gelekî zêdetir e.
Heta nuha min 16 pirtûk bi kurdî û li ser zimanê kurdî nivîsandine. Yek pirtûkek min bi tirkî tuneye. Lê ji bona çend nivîsên tirkî tu min bike „evîndarê tirkî“ ez bawer dikim ev hinekî dibe kêmûcdanî.
Kekê hêja û birûmet, Zinar, ez bawer nakim me tu kesî sond xwaribe ku em ê tu car bi tirkî nepeyivim û nenivîsin. Bawer dikim nivîsên te jî bi tirkî hene. Ne tenê bawer dikim dizanim jî hene. Ez bi almanî û tu jî bi swêdi dipeyivin û dinivîsin.
Îcar em bên ser nîvîsên min ê bî tirkî, wek te jî dîtiyê ez bêtir bi tirkî ji ên bi tirkî dizanin û dixwînim re kerba dilê xwe dikim der û bêtir jî xeberan didim. Divê ev jî nebe gunehkarî.
Di dawiyê de careke din ji bona rexneyê te gelek spas û bêyî „evîdariya tirkî“ hemû rexneyên te wek helwest ser seran û çavan qebûl dikim.
Gelek silav û rêz
Birayê te ê biçûk Evilqadir 
* Bila dilê te rehet bibe, min navê xwe jî ne bi tirkî bi kurdî nivîsand. (Ne Abdulkadir, Evilqadir)

Zinarê Xamo Evdilqadir gelek spas ji bo bersîva te ya dostane. Min fikrê xwe got, te fikrê xwe got. Ev bersîva te besî min e, ez gelkî memnûn bûm. Lema jî ne hewceye em dirêj bikin.
Min di blog, Facebook û twîtta xwe da tu carî bi tirkî nenivîsî ye.
Bi hêviya dilê te ji min nemaye. Rexneya min ji ber hêvî û hezkirina ji te ye.
Têm çavên zarokan û bimîne di xêr û xweşiyê da.
Ji ber di malpera te ya facê da navê te “Abdulkadir” e lema min jî wer nivîsî…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar