Bi Xwedê îşê reîs pir zor xuya dike. Reîsê mezin ji gelek
aliyan da di bin êrîşê da ye. Bendava sûc, karên reş û derewan teqiya ye, bi
xîç û xilik û çamûrê pêşî li pêlan nayê girtin.
Amerîka, girtina Zerrab, mahkime, filan û bîvan qet di hesêb da tunebû.
Lê bêbavê Zerrab îşê reîsê mezin xera kir. Di rojên pêş da em jî û dinya jî ewê gelek xeberên ecêb bibihîze.
Amerîka pir zalim e.
Tiştê edaleta Tirkiyê nikanîbû bikira Amerîka ewê bike û him jî pir mikemel...
Ev îş qet di hesêb da tunebû.
Lê zû dereng rojekê dawiya derewan û sextekariyê tê. Ya reîs jî heta vir bûye.
Bi kurtî halê reîs û zilamên wî ne tu hal e, Amerîka dinya li wan kiriye zindan e...

Erdogan û hukûmet dixwazin vê mesela sextekariyê,
bêqanûnîyan û eşkerina perê reş bike komployeke li hemberî Tirkiyê, bikin
meseleyeke milî.
Lê hewildaneke beyhûdeye, her kes zane li ortê şebekeye gelek sûc kirine heye, wezîran û kesên pir nêzî Erdogan bi milyaran dolar bertîl girtine û li hemberî van bertîlan bi îmkanên dewletê û bi destê bankayên dewletê gelek sûc kirine. Bi Îranê ra gelek dek û dolab gerandin e. Di bin navên sexte da, bi derwan ambagoya li ser Îranê qul kirine.
Yanî li gorî qanûnên Tiriyê jî û yên Amerîka û navnetewî jî hukûmetê û Zerrab û hin kesên din bi hev ra gelek sûc kirine û bi milyaran dolar qezenc kirin.
Nuha Amerîka van sextekariyên ”reîs” û hukûmeta AKPê ji devê Zerrab û kesên din yek bi yek îfşa dike.

XXX
ESerokê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn
gotiye Tirkiye welatekî DOST e...
De ser xêrê be, hûn û dostê xwe li hev bimbarek bin.
Lê tenê problemeke heye, hûn çiqasî dibêjin Tirkiye welatekî "dost" e jî, Tirkiye we dijmin dibîne...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar