Pentagonê bi beyanekê îdîayên Tirkiyê xwedêgiravî Trump
"soza qutkirina alîkariya bi HSDê/YPGê ra daye Erdogan” pûç kir, vir
derxist.
Pentagon di beyana xwe îro da daibêje "Emê hevkariya
xwe ya bi HSDê ra ku YPGê jî di nava wê da ye berdewam bikin."
Wek tê zanîn wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
gotibû ”Trump di telefonê da soz da Erdogan, got êdî ewê çekan nadin YPGê.”
Bi vê beyana Pentagonê careke din derket ortê tirk rast
nabêjin, bi xeberên vir xelkê dixapînin.
Ji xwe du roj berê gava Çavuşoglu ev îdîa avêt ortê û medyaya tirk bi helahop belav kir, qet neket serê min Trum sozeke wer dabe Erdogan. Û min ew nivîsî jî.
Neyartiya kurdan bi berpirsiyarên îktîdara AKPê ra bûye paranoyayeke mezin, dewlet bi hemû dem û dezgehên xwe ve 24 saet di eleyhê kurdan da dixeite. Hemû derdê wan li Sûriyê kurd nebin xwedî maf û statuyeke siyasî.
Û ji bo vê jî her fêbaziyê dikin. Lê hîn jî Amerîka û rûsya îqna nekirine. Hela ka em binêrin rojên pêş ewê çi nîşanî me bide.

Metîn
Eser Apê Zinar, ya rast hinek gumana min ji hevkariya Amerîkayê û YPGê
heye. Niha an jî di demek nêzik de nebe, Amerîka dikare alîkariya ku dide YPGê
bibirre, qut bike. Bi ya min sebeba mezin û meseleyeke pirr giran e, hêzên Kurd
li hev nakin. Mebesta min ji hêzên Kurd, hêzên li başûr û rojava ye.
Zinarê
Xamo Bêguman Amerîka kane her tim alîkariyê ji ser HSD/YPGê qut bike.
Amerîkaya mitefikekî wek Tirkiyê girt hemberî xwe çima ewê
dev ji PYDê bernede?
Ji bo dewletan mitefikê, dost û dijminê ebedî tuneye, dewlet
her tim oportunîst û rasyonalîst hereket dikin.
Trajediya hat serê kurdên başûr û bi taybetî jî xefleta PDKê
dibê ji bo hemû hêzên kurd bibe derseke tarîxî...
Slav u riz Keké Zinar
SvaraRaderadasté xuweshbin ji bu wan gotén pir bimena
Ji bo ecibandinê mala te ava.
SvaraRadera