30 november 2017

Li ser blog û blogeriyê çend gotin



Li ser blogê û blogeriyê hin fikrên cuda hene. Hin kes jê hez dikin, hin kes jê hez nakin.
Kî ji blogê hez neke û li dijî vê wasite û îmkana bêhempa be jî ez bi xwe ji hebûna blogê pir memnûn im.
Bi xêra blogê ev 10 sal in min li ser gelek tişt û mijarên cihê cihê 4595 nivîs nivîsîne.  Heger ne blog bûya ne mimkûn bû min hewqas nivîs binivîsandana.
Çimkî tiştê bûye sebebê ez her roj binivîsînim blog e, heger blog tunebûya minê tu carî hewqs nivîs nenivîsandana.
Ev ne ji bo min tenê, ji bo her blogerî wiha ye.
Hebûna blogê gelek kurd fêrî nivîsandinê û lêkolînê kir.
Bi xêra hebûna blogê bi hezaran, belkî jî sedhezaran nivîsên li ser kurd û Kurdistanê, li ser cî û wan, li ser şexsan hatin weşandin û bûn malê tarîxa kurdî.
Gelek nivîskar û blogerên kurd  ji hev haydar bûn, hev û du nas  kirin.
Ne bi qasî Facebookê û Twîtterê be jî, blogê jî  fikrên netewî di nava kurdên her çar perçên Kurdistanê da belav kiriye û di vî warî da feydeyeke baş gîhandiye yekîtiya kurdan û geşbûna îdeolojî û şiûrê netewî.
Bi kurtî ji bo meriv li ser mijarên cihê, tiştên cihê dîtinên xwe, bîr û baweriyên xwe bibêje û xelk jî kanibe bixwîne blog aleveke(aletekî)sosyal ya pir baş e.
Û bi taybetî jî ji bo me kurdên bindest û bêdwlet blog û medîayên din jî îmkaneke bêhempa ye.
Di tarîxê da ev cara pîşî ye hemû kurd wek miletên din, wek kesên xwedî dewlet dibin xwedîyên eynî îmkan û mafan.
Ev ne tiştekî hindik e.
Bêyî medyaya sosyal di tu warekî din da kurd bi qasî kesên xwedî dewlet ne xwedî îmkanan in.
Blog û bi tevayî jî medyaya sosyal ji rojname, radyo û telewîzyonê gelkî bi avantajtir e, meriv zanînên xwe bi hev ra par dike û bi rêya nivîsê dîrekt bi hev ra dikeve nava diyalogê.


Heger bloger fonksiyona şiroveyan ranekiribe her xwendevan kane li ser tiştê meriv nivîsîye fikrê xwe bibêje, nivîsê biecibîne ya jî rexne bike.
Û bloger jî kane bersîva xwendevan û şopînerên xwe bide.
Tiştekî din yê başiya blogê, çêkirina  blogê belaş e, tu pere û pûlê meriv lê naçe.
Ev 10 sal in ez xwedî blog im lê min hîn qurişek jî nedaye, mift û belaş nivîsên xwe belav dikim û li her dera dinyayê xwendevanên min hene.
Bêyî vê wasiteya têkiliyê ne mimkûn bû ez kanibim nivîsên xwe di qadeke hewqasî mezin da belav bikim.
Ma ji viya çêtir kane çi hebe?
Gelek blogên hazir yên belaş hene, bi rengekî pir rehet meriv kane ji xwe ra çêke û bibe xwedî blogg. Dibêjin meriv kane di nava 3 deqîqeyan da bloggekê çê bike.
Tabî dibê li vir ez  îtîraf bikim, nezanên wek min jî kanin wek îstîsna hebin. Çimkî blogga min xelkê ji min ra çêkir û hîn jî gava ez nuh dikim xelk bi min ra dibe alîkar.
Lê ez pir îstîsna me, dibê meriv min nehesibîne.
Meriv kane bloga xwe bi medîyên sosyal yên wek Twitterê û Facebookê ve jî girê bide. Belkî bi hin platformên din ve jî, ez baş nizanim.
Bi vî rengî meriv di prlatformên din da jî xuya dike.
Meriv kane bloga xwe her gav nuh bike.
Meriv kane şaşiyên rastnivîsê rast bike, nivîsa xwe kin û dirêj bike.
Yanî bi kurt û kurmancî blog ji bo me kurdan îmkaneke bêemsal e. Bi xêra blogê kurdên her çar perçên Kurdistanê kanin hev û du taqîp bikin û zarava û devokên hev fêr bibin.
Di têkiliyên dîrekt da rehetiya blogê ne bi qasî Facebookê be jî lê dîsa jî baş e, ji TV, radyo, rojname û kovarê pir pêşdatir e.
Heta vir min qala aliyên blogê yên baş kirin, bêguman hin aliyên wê ne yên ne baş, bi zirar jî hene.
Hin kes kanin nivîsê meriv bidizin û li ser navên xwe belav bikin. Ji ber ku ptenta meriv tuneye, meriv pê bihese jî îspat kirin zor e. Ez bi xwe di vî warî da ne şareza û xwedî zanîn im.
Ji ber ku belaş e meriv ne xwediyê blogê ye, piştî salan kane wenda bibe.  Ev deh sal in tiştekî wer nehatiye serê min, lê dibêjin ew îtîmal heye.
Ya din bloga belaş meriv nikane biguhere û şiklekî li gorî dilê xwe bidê. Dibe ku ez şaş bibim, lê ez bi xwe wer zanim.
Belkî hin dezavantajên din jî hebin ez nizanim.
Lê li gel van îhtîmalên nebaşî û dezavantajan jî ez ji blogê pir razî û memnûn im.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar