22 november 2017

Ji şaşiyên zimên yên di eserekê da kî berpirsiyar e ?

Em kurd miletekî bindest in, wek xelkê ne xwedî dewleteke serbixwe ne…
Wek swêdîyan, fransizan û îngilîzan û tirkan akademiyeke me ya zimên tuneye.
Zimanê xwe em di dibistan û zanîngehan da fêr nabin.
Her kes li mala xwe, ji der û dora xwe çi fêr bû û çawa fêr bû hewqasî bi kurdî(li vir mijara min tenê kurmancî ye)zane û li gorî wê zanîna xwe dinivîse.
Miltekî di vê rewşê da, xwediyê vê realîteyê ne mimkûn e wek miletên azad û xwdîdewlet zimanekî wî yê standart hebe, yanî xwediyê zimanekî bi rêk û pêk, bi qaîde û bi qanûnên rûniştî be.
Ev yek bi me ne xweş be jî, dilê me bi vê realîteya tahl pê biêşe jî rewş û rastîya me ev e.
Îcar piştî halê me ev hal e, ne mimkûn e berhemên em dinivîsîn jî wek yên fransî, înglîzî û tirkî tekûz û bêkamîsî bin.
Zimanê tu nivîskarekî bi kurmancî dinivîse ne bêqusûr û bêkamîsî ye.
Çi berhem dibe bila bibe, dixwaze bira edebî be ya jî li ser tarîxê û li ser tiştekî din be qet ferq nake, kêmasî û şaşî  ewê tê da hebin.
Şaşî û kêmasiyên hin nivîskaran hindik in û yên hinekan jî pir in.
Û yên hinekan jî pir û pir zêde ne.
Hin nivîskar him kurmancî baş zanin û him jî di beşê xwe da zane ne, karê xwe pir cidî digrin, serê xwe pir bi berhema xwe ra diêşînin.
Û heinek jî him kurdiya wan zeîf e û him jî di karê xwe da hîn nebûne hoste, heta nebûne xelfe jî; hîn şagirt in.
Lê ji ber ku em ne miletekî xwedî dewlet in û zimanekî me yê stndart û dezgehên me yên netewî tunene her kes kane çi binivîse biweşîne  û xwe nivîskar îlan bike.
Yanî rewşa me, rastiya me ev e.
Ev realîteya heyî helbet ne ji ber tembeliya me ye. Tu kes, tu nivîskar bi zanetî, bi qestî şaşomaşo nanivîsîne, ji ber ku hewqasî zane. Li gorî devoka xwe, bi kurmanciya zane dinivîse.
Lê ev nayê wê maneyê ji bo kêmkirina şaşiyan meriv qet nikane tiştekî bike, kîjan nivîskarî çawa nivîsî dibê wer weşandin.
Helbet ez wiha nabêjim. Bêguman dibê meriv bi zimanekî maqûl, bêyî ku şewqa nivîskar bişkîne nivîsê, romanê yanî berhemê rexne bike.
Ez dibêjim nivîskar, rojnamevan, edîb bi qasî zane dinivîse. Ew bi xwe nikane xwe rast bike. Kesê wê nivîsê, wê kitibê, romanê, çîrokê, meqalê diweşîne dibê bide rastkirin.


Înan Eroglu di biloga xwe ”Înanolo” da li ser gelşên zimanê berhemên edebî da gotiye:
”Rexneyên li zimanê nivîskar û berheman gelek caran rê li ber asta edebî ya berheman digire. Her tim em rast li rexneyên wekî “zimanê vê berhemê giran e, bi mentiqa tirkî nivîsiye, bê tewang û ergatîv e, bêhna wergerê ji berhemê tê, ne zimanekî standard e, bi kurmanciya mala xwe nivîsiye, zimanê berhemê neherikbar e, peyvên naylon û çêkirî tê de hene, kes nizane ev pey ji ku aniye, bi ferhengê nivîsiye, ev ne kurmancî ye” û gelek gelek rexneyên bi vî şiklî. Heke ez bi kurt û kurmancî bibêjim: Yek ji van rexneyan jî û rexneyên bi vî awayî jî ti tiştî li ser asta edebî ya berheman nabêje.”
Bi baweriya min tiştên, îdîayên, rexneyên di paragrafa jor da hatine rêzkirin yek kêm, yek zêde hemû jî rast in.
Di hin berheman da ev şaşî hemû hene, di hin berheman da qismekî wan hene, di hin berheman da şaşî kêm in ya jî ji van kêmasiyan tenê çend heb hene.
Lê axirê tu nivîs û tu berhema kurmancî wek yeka almanî, îngilizî, fransî, îtalî û îspanyolî bêqusûr û bêkamasî, yanî berhemeke her kes bibêje weleh ev kitêb, ev roman, ev çîrok û ev meqale di warê zimên da bêkêmasîye tuneye...
Sebebê vî jî wek min di destpêka nivîsa xwe da got, em miletekî bindest in, wek xelkê ne xwedî dewleteke serbixwe ne…
Wek almanan, swêdîyan, fransizan û îngilîzan akademiyeke me ya zimên tuneye.
Wek ferdên miletên din em zimanê xwe di dbistan da, û li zanîngehan fêr nabin.
Kî li mala xwe, li gundê xwe, ji der û dora xwe çi û çiqasî fêr bûbe bi wê kurmanciyê dinivîse.
Ev ne sûcê sûcê nivîskar e, ne sûcê xwediyê nivîsê ye, hewqasî zane…
Yanî dibê em vê rastiyê bizanin û li gorî wê nivîskaran, însanan rexne bikin. 
Lê belê wek min got ev nayê wê maneyê kê çi nivîsî û çawa nivîsî dibê meriv dest nedê, tu rexneyê lê negire û wer biweşîne.
Helbet ev jî şaş e.
Li ser vê mijarê min carê, du caran nivîsî, min ji nivîskar bêtir kovar, rojname, malper û weşanxaneya berhem weşandiye rexne kir.
Bi baweriya min romanek, çîrokek, meqaleyek ya jî berhemek din heger ji alî zimên da tije şaşî bin, ev yek ji nivîskar bêtir sûcê weşanxaneyê ye.
Gerek kovar, rojname û weşanxane tu berhemekê bêyî redektekirin neweşîne. Nivîskarê meqalê, kitêbê, romanê kî dibe bira bibe dibê ji alî yekî zimanzan ve were rededektekirin.
Li Swêd jî tu berhem bêyî redektekirin nayê weşandin.
Çimkî nivîskarî, edîbî, tarîxzanî, sosyologî û hwd tiştek e û zimanzanî tiştekî din  e.
Dibê redaktorê her  kovarê, her rojnameyê û her weşanxaneyê hebe û her berhem berî çapê carê, du caran ji alî yekî zimanzan ve were rastkirin.
Her milet viya dike, lê  ji bo me kurdan sedîsed lazim e.
Çimkî em zanin tu kes sedîsed ne hakimê zimanê  xwe ye, zimanê hin kesan baş, yê hinekan pir baş, yê hinekan pir û pir baş e lê ya kesî sedîsed ne bêqusûr û bêkêmasî ye.
Li alî din kurdiya gelek nivîskaran pir xerab e, tirkî û erebî zimanê wan deform kiriye, ji qalibê kurdî, kurmancî derxistiye û kiriye zimanekî jê nayê fêmkirin.
Bi taybetî jî di warê tewang û sentaksê(hevoksaziyê)da zimanê gelek nivîskarên kurmancî xerab e, pir zeîf e, heta yê hinekan meriv kane bibêje perîşan e.
Gerek weşanxane li gorî îmaknên  xwe,  bi qasî kane bi redektekrinê şaşiyên nivîsê û kitibê kêm bike. Ev yek mimkûn e.
Lema jî dibê bi qasî nivîskêr, heta jê bêtir rexne li weşanxaneyê were girtin.
Heger weşanxaneyê berhemek nedabe redektekirin, çawa hatibe nivîsîn wer weşandibe ev sûcê weşanxanê ye, dibê meriv ji nivîskar bêtir weşanxanê rexne bike û sûc nexe hustuyê nivîskêr tenê.
Hin nivîskar hene serê hespê wan nerm e, kêmasiyên xwe qebûl dikin, tehamula wan ji rexneyê ra heye, gava meriv dibêje ev şaş e xwe aciz nakin û nivîsa xwe rast dikin, şaşiya xwe qebûl dikin.
Lê hin kes jî hene bêbask difirn, devoka xwe, kurmanciya zanin wek kurmanciya herî rast qebûl dikin.
Wê rojê yekî gotibû ”rahmetiyê pîrika min” nizanim ji min ra çi gotibû…
Min prîvat jê ra nivîsî, min got, ”Ne rahmetiyê pîrika min”, rahmetiya pîrika min. Rahmetiyê kalikê te û rahmetiya pîrika te. Ji ber pîrika te ne mêr(peya, zilam)e, lema jî dibê tewanga wê ”a” be.
Camêr ji min ra got” min li gora devoka xwe nivîsandiye(gerek nivîsî be).  Gelek hevalê min zimanê min fêm dikin. spas bo hişyar kirina te...” û şaşiya xwe neguhert.
Careke din jî nivîskarekî gotibû ”kî gotiye”. Min jê ra nivîsî, min got ”kî gotiye” nabe, gerek ”kê gotiye. Kî dibêje, lê kê gotiye.”
Tavilê bû Noam Chomsky û derseke wer da min felak amin şaş kir. Min ala spî hil da û min got keko teslîm. Min darê xwe bera ber xwe da…
Lê helbet her kes ne wiha ye, kesên mitewazî, nefsbiçûk û kêmasîyên xwe qebûl dikin pir in.
Lê belê ev gelş bi mudaxeleyên şexsî çareser nabe û ne gelşeke bi medyaya sosyal sînorkirî ye.
Gelşa me mezintir e, şaşiyên di berhemên edebî, kovar û  rojnameyan da ne. Dibê ev dezgehên hanê nivîs çawa hatin neweşînin, miheqeq rast bikin, bidin rastkirin. Ev yek heger şaşiyan sedîsed ji ortê raneke jî, ewê pirkêm bike, hêdî hêdî ewê zimên berbî standartbûnê ve bibe…


Salim Celiker Zinar, tu iddîa dikî ku heta ev serokên me hebin em nikarin bibin dewlet. Loma jî ez te baş fahm dikim, lê nêrîna te ya di warê dewletbûyînê de çewt e. Ji bo çi? Li riyê dinê, ji blî hinek dewlet-netewe, ku ji împaratorîyê derbasî vî halî bûne, ti dewletekî bi imkanên xwe nebûye dewlet; ew, her bi imkanêen hêzên derva gihîştine vî hukmî. Ez dikarim di vî warî de bi dehan nimûne bidim te. Ev dewletên di vê rewşê de, çi bi serokên xwe çi jî bi qewtên xwe yên fizîkî nagîjin pêlava kurdan, lê ew bûne dewlet û îroj jî li ser qedera miletên kurd, di hinek platformada, biryara didin. Ew kêmasîyên ku tu dest nîşan dikî rast in, lê astenga esasî ya ku rê li ber me digre, cografya me ye, dagirkerê me ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar