Selîm Berakat kurd e û wek gelek nivîskar, şair û hunermend
ew jî ji Amûdê ye, lê şair û edîbekî
ereb e.
Selîm Berekat di nava ereban da şairekî bi nav û deng e, wek
mîrê şiîra/helbesta erebî tê qebûl kirin. Ereb pir qedir didin Selîm Berakat û
gelkî pesnê wî didin.
Bêguman mêrikan ne neheq in, çimkî Selîm Berakat ji ziman û nazima(şiîra)erebî ra xizmeteke bêhempa kiriye.
Selîm Berakat di van 40 salên borî da bi şiîr û romanên xwe, bi nivîsên xwe ziman û edebiyata erebî, şiîra erebî îhya kiriye. Ji ereban ra û ji zimanê û edebiyata erebî ra û bi taybetî jî ji şiîra erebî ra xezîneyeke(defîneyeke) pir zengîn li pey xwe hîştiye.
Lê wek kurdekî eynî tişt ji miletê xwe ra nekiriye.
Çima nekiriye, çima nake ez nizanim.
Belkî jî bersîva ”çima bi kurdî nanivîse ?” dabe.
Berhemeke Selîm Berakat ya nuh derketiye, navê wê ”Dîwan 2” ye.
Dîwan 2”, ji alî weşanxana el Meda ve hatiye çapkirin.
Li gorî xebera di Rûdawê da ”Dîwan 2” tam 1058 rûpel in. 9 berhemên xwe, şiîrên xwe yên di nabêna 2008-2017a da di vê dîwanê da top kirine. Lema jî dîwan hewqasî bi hecm e.

Li gorî Besam Mistefa nivîsîye ”li ser bergê dîwana Selîm a
nû, gotinên gelek kesayetiyên navdar ên Ereb hene.”
Helbestvanê filistînî Mehmûd Derwêş li ser Selîm Berakat
gotiye:
"Ji destpêka salên heftêyî ve, dema Selîm Berekat qada helbesta erebî dagîr kir, mizgîniya helbesteke nû û cuda bi xwe re anî. Ev ciwanê kurd yê şermîn ji gelek helbestvanên Ereb re bû wek bavekî. Min kedeke mezin da ji bo ez nekevim bin bandora wî."

Adonîs jî ji bo Selîm Berakat wiha gotiye: "Zimanê erebî di berîka vî
helbestvanê kurd de ye!"
Şair û dîplomatê ereb Nîzar Qebanî ji bo Selîm Berakat dev
ji erebî û xizmeta ji edebiyata erebî ra bernede ew bi asîmanan xistiye, gotiye:
"Ez benî, te tiştek ji me re
nehîşt, destên xwe ji ser helbestê rake!"
Helbestvan û rexnegirê libnanî Pol Şawûl jî wiha gotiye:
"Selîm Berekat ji xewnbînekî mezintir e, ew xewnçêker e; ew ne tenê
zimanzan e, lê ew zimançêker e jî."
Çend şairên ereb li ser bergê/qapaxa ”Dîwan 2” bi van gotinên jor pesnê Selîm Berakat dane, jê ra têra xwe şalûzî kirine.
Lê heger ji dêlî ereban ve kurdan li ser Selîm Berakat dîtinên xwe gotibûna, gelo li ser berga ”Dîwan 2”ê wan ê çi binivîsanda?
Ez dixwazim nivîskar, şair û edîbên kurd jî li ser Selîm Berakt dîtinên xwe bibêjin.
Ji bo Selîm Berakt bibîne gelo kurd di heqê wî û şiîra wî da çi difikirin û çi dibêjin?

Helim
Yusiv Di baweriya min de pirsgirêka herî mezin ya Selîm Berekat ji
nivîsandina bi zimanê erebî wêdetir, nivîsandina bi hişmendiyeke erebî û bi
giyan û rihekî erebî ye. Nîşan û mînakên vê dîtinê jî di van salên dawiyê de
pir zelal bûn. Min zêdeyî carekê li ser nivîsandiye, lê bi erebî :).
Ji ber vê helwesta wî qoroçiyên nivîskariya Rojava xwe li ser perçe dikin û
heta ji wan tê wî û helwest û nivîsên wî diparêzin.
Zinarê
Xamo Helîm, ji ber bi erebî nizanim nikanim tiştê Selîm Berakat
dinivîsine bixwînim.
Lê heger wek te gotibe, wê demê sûcê wî du caran girantir e. Yek, ji ber bi erebî dinivîse, didu ji ber wek erebekî difikre...
Nivîsandina bi erebî belkî were "efûkirin", lê belê fikirîna wek erebekî, nivîsîna bi hiş û çavê erebekî ne tarîx û ne jî miletê kurd efû nake...

Yusiv Ez bi xwe nivîsandina wî ya bi erebî wekî "sûc"
nabînim, ji ber ku di dema wî destpêkir de, dawiya salên şêstî, ti jêderên
kurdî li ber destan tunebûn. Lê rexneya mina sereke li wê hişmendiya erebî ye
ya ku pê dinîvisîne, ku kurd û jiyana kurdan ya rojane di piraniya berhemên xwe
de weku "alaveke wêjeyê" bo xwe bikartîne. Wî edebiyata xwe li ser
zimên avakiriye. Ziman bingeha edebiyata wî ye, ziman jî erebî ye. Ew aliyekî
meselê ye. Aliyê dinê siyasî jî heye ku ji roja roj de di ber doza Fîlestîniyan
de û ji capemeniya wan re kar kir û heta roja îro ji doza kurdan ya siyasî dûr
maye. Yek ji pirtûkên wî yên ku carekê tenê hatiye capkirin "kenîsa yê
şervane", ew pirtûk li ser Yasir Erefat e.
Zinarê
Xamo Helîm, heger bi kurdî zanibe, yanî asîmîle nebûbe û bi kurdî
nenivîsîne ez "sûc" û gunehkarî dibînim.
Gelek kesan gelkî berî Selîm Berakat û him jî di şertên gelkî xerabtir da ne bi osmanî, farisî, tirkî û erebî, bi kurdî nivîsîn û îro em bi xêra wan camêran miletekî xwedî edebiyat û nivîs in. Heger wan jî bi zimanên serdestan biniîsandana nuha di warê edebiyatê da em miletekî bê klasîk, bê şair û bê edîb bûn.
Yanî zahmetiya şertan ne sebebekî rast û bi heq e...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar