02 april 2017

Dijmin ji diya birayê wî ra xeber daye ew kêfa xwe tîne û dibêje oxxx !



Dijmin heqaretê li serokê partiya A dike.
Kêmaqilên û hevalên partiya B pir kêfxweş dibin, ji heqaretên dijmin ra li çepikan dixin…
Roja din dijmin îcar heqaretê li serokê partiya B dike.
Îcar kêmaqilên û hevalên partiya A pir kêfxweş dibin, îcar ew ji heqaretên dijmin ra li çepikan dixin.
Rojeke din heqaretê li serokê partiya C dikin, ji wê ra gotinên nemayê dikin.
Îcar kêmaqil û hevalên partiyên A û B kêfxweş dibin, îcar ew ji heqaretên neyar ra li çepikan dixin.
Û ev îş bi rîngekî dom dike, neyar her carê êrîşî serokekî, siyasetmedarekî kurd dike û kurdên ne ji partî û fikrên wî ji dêlî ku pê biqeherin, pê kêfxweş dibin. Ji dêlî ku li yê kurd xwedî derkevin, ew jî êrîşî wî dikin...
Hewqasî nezan, cahil û bêhiş in, nizanin ji bo dijmin tu ferqa wan tuneye, dijmin serokê partiya A jî, serokê partiya B jî û yê partiya C jî dijminê xwe dibîne, çimkî ew ji şexsan bêtir dijminê kurd û Kurdistanê ye. Nav, partî hincet e, tesaduf e, wê rojê wer hewce dike...
Pîvaz çi sor çi spî ferq nake, pîvaz pîvaz e.
Tirk bi vî vî çavî li kurdan, li partiyên kurdan, li serokên kurdan dinêrin.
Ji bo Devlet Bahçelî, Erdogan, Yildirim û hemû faşîst û nasyonalîstên tirk bi qasî misqalekî jî ferqa Mesûd Barzanî, Celal Talabanî, Abdulah Ocalan û Mistefa Newşîrvan tuneye. Ji wo anb hemû serok û welatparêzên kurd neyar in.
Lê ne hewce ye di her heqaretê da viya bi nav bikin. Dibê hewce be, dibê munasebet hebe..
Çimkî zanin di nava kurdan da kêmaqilên bi pîskirina birayê xwe kêfxweş dibin pir in.
Heqareta Bahçelî li Mesûd Barzanî kiriye di esasê xwe da li hemû serokên kurda ye, li miletê kurd e, li her kesên xwediyê fikirê doza kurd û Kurdistanê ye….
Lê gelek kurdên cahil û kêmaqil viya fêm nakin, mêrik ji diya birayê wî ra xeberan dide, ew kêfa xwe tîne, dibêje ”oxxx” !
Xwedê bela we bide we!
Ez gûyî kûçik û pisikan têkim vî aqilê we û vê kurdperweriya we…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar