Vê diyalogê bixwînin !
Dostekî min ê hêja, bi navê Kerîm Koşar li Qoserê
zarokxane(kreş)vekiriye. Min zaeokxana wî pîroz kir. Di nabêna min û wî da ev
diyaloga jêr derbas bû.
Min xwest hûn jî bibînin ku li Kurdistanê asîmîlasyon gihîştiye çi astê û kurd zarokên xwe bi dilxweşî çawa davêjin ber çerxa asîmîlasyonê.
Helbet ev ne mexsûsî Qoserê tenê ye, li her dera Kurdistanê rewş ev e.
Û ji xwe ji ber ku rewş ev e, lema jî Erdogan naxwaze perwerdeya kurdî qebûl bike.
Çimkî dibîne kurdî li ber mirinê ye, umrê kurdan çend sal mane, çend salên din kurd jî ewê bibin lazên Kurdistanê...

Zinarê Xamo: Ser xêrê be.
Ma zimanê kreşa we bi kurdî ye ya bi turî ye? Yanî hûn bi zarokên kurd ra bi kîjan zimanî dipeyivin?
Hêvî dikim hûn zarokên kurd fêrî tirkî nakin...
Ma zimanê kreşa we bi kurdî ye ya bi turî ye? Yanî hûn bi zarokên kurd ra bi kîjan zimanî dipeyivin?
Hêvî dikim hûn zarokên kurd fêrî tirkî nakin...
Kerim Koşar: Ustad...mirovekî tirk vê sibêhê ji bo zarokên
xwe bîne hat kreşê û gt: ' Maşallê kesên hatine bi tirkî zanibin, lewra kurikê
min bi kurdî nizane' Bi xemgînî min ev bersîv dayê : Metirse camêr ! ji zarokên
hatine yek jî bi kurdî nizanin'
Zinarê Xamo Ma hemû zarokên tirkan in?
Zinarê Xamo Ma hemû zarokên tirkan in?
Kerim Koşar: nexêr...sê hep hatine...her sê jî ê kurdan
e...dudu ji wan welatparêz in, lê zarok bi tirkî diaxifin
Zinarê Xamo: Berê kurd li Qoserê bi zarokên xwe bi kurdî
dipeyivîn û hewqasî rehet nedibûn tirk.
Bi ya te sebê ku nuha bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin û dixwazin zarokên wan fêrî kurdî nebin çi ye?
Çima kurd dixwazin ji kurdî xelas bibin?
Bi ya te sebê ku nuha bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin û dixwazin zarokên wan fêrî kurdî nebin çi ye?
Çima kurd dixwazin ji kurdî xelas bibin?
Kerim Koşar: li Qoserê di panelekê de Amed Tigrîs: gazıncên
xwe kır û got ku li Amed û Licê êdî gel bi tirkî diaxifin û pişaftin pêş ketiye
. beriya ku axaftina xwe biqedîne berê xwe da salonê û kêfxweşiya xwe anî ziman
û got : Xuyaye pişaftin Çinar derebas nekiriye. Mamostayekî Cilînî hew xwe girt
û ya dilê xwe veneşart; ' Helbet sedema wê yekê em surgucî ne...pêla pişaftinê
li diwarê serhişkbûna me surgiciyan dikeve û polî poşman vedigere!!!'
Xuyaye ew dîwar hilweşiyaye Ustad...
slv û rêz
Xuyaye ew dîwar hilweşiyaye Ustad...
slv û rêz
Zinarê Xamo: Spas.Min fêm kir...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar