Ayetullah Hasanoglu gotiye, ”Kek Îbrahîm Xelîl BARAN ji
bêdewletiyê ket hundir. Dewletek kek Îbrahîm Xelîl Baran hebiya niha cihê wî ne
girtîgeh bû, cihê nava derwêş û pisporan bû.
Tenê lê tenê sûcek wî hebû.
Çîroka xwe negîjand hemûyê qewmê xwe...”
Ayatulah Hasanoglu pir rast gotiye, bi rastî jî heger dewleteke Îbrahîm Halîl Baran û hemû girtiyên wek wî hebûya nuha ew ne di zindanan da bûn, nuh giş aqilmend, şêwirmend, rêberên dewletê bûn, alimên kurdan û brokrat, dîplomatên dewletê bûn.
Û heta ku kurd nebin xwedî dewlet ciyê Îbrahîm Halîl Baran û hemû kurdên wek wî ewê tim zindan û perîşanî be.
Hin kurd hêdî hêdî vê rastiyê dibînin û fêm dikin. Êdî fêm dikin jiyana bindestiyê jiyaneke rezîl e. Û heta nebin xwedî statuyeke siyasî, heta li welatê xwe, xwe îdare nekin halê wan ewê tim ev halê perîşan be. Tu carî ne ewlekariya kursiya wan û ne jî ya mal û canê wan heye. Dewlet her tim kane dest bide ser malê wan û wan jî bavêje zindanê.
Lê piraniya kurdan hîn ev rastîya tahl fêm nekirine, lema jî ji dû qûna tirkan û partiyên wan naqetin, hîn jî xulamî û bindestiya ji tirkan ra, ji Tirkiyê ra wek xelasiyekê, wek serketinekê dibînin.
Gava dibin brokrat û mamûrekî dewletê ya jî zilamekî serokekî tirk xwe pir mezin dibînin.
Lê çend mehên dawî nîşan da kurdê do herî serdilkê dewletê û Erdogan bûn, xwedî meqam û îmkanên mezin bûn, di rojekê da hûmû bûn ”terorîst”, ”xayin” û neyarên dewletê û her tiştên xwe wenda kirin û ciyê wan jî bû zîndan.
Nuha bi hezaran bêkar in û di zindanan da ne. Gelekên wan li çongên xwe dixin dibêjin me çi kir, me ji xwelî ki serê xwe kir?
Lema jî qebûlkirina bindestîyê, koletiya ji tirkan û dewleta wan ra ne xelasî ye, xelasî dibê em kurd jî ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar