31 januari 2017

Nabe em bibêjin îcar jî nebû careke dinê!


Dibê em kurd, ilim jî serok û siyastmedar, di şert û mercên herî zor û xerab da jî bêhêvî nebin; ji dîtina riyekê hêviya xwe nebirin.
Çimkî yê rêyekê raberî însên dike hêvî ye, baweriya biserketinê ye... Gava hêvîya ji dîtina riyekê, ji dîtina çareyekê were birrîn serketin tu carî ne mimkûn e…
Kurd mecbûr in ji bo yekîtiyê û serketinê xwedî hêviyeke xurt bin, wekî din tu rê û çareyeke wan tuneye…
Vê carê em mecbûr in qezenc bikin !
Nabe em bibêjin îcar jî nebû bi xêr careke dinê !

XXX
Ji Mistoyê gêj pirsîn, gotin:
-Kuro ji bo çi tu gav û seetê ehmeqiya xwe nîşan didî?
Got:
-Ma bi veşartinê ewê çi fêde bigihîje min?
Xwezî hemû biaqil hewqasî biaqil bûna...

XXX
Heger ne derew e carnan bi şev jî kur bike…
Sofîyê pirpirî riya xwe kur kir, melhem û lewante jî baş di xwe da û dû ra jî çû xwe da ber neynikê.
Xanimê di bin çavan ra lê dinerî. Camêr mizicî û ji xanimê ra got:
-Sibehan dema ez riya xwe kur dikim, bi kêmanî deh salan ciwantir dibim...
Xanim keniya û got:
-Ê ku ne derew e, carnan bi şev jî kur bike, qenekê ewê bi kêrî tiştekî bê…

XXX


-Li dinyayê merivên biaqil dibin lîder, yên çarçav dibin milyarder û yên dilpak û saf jî tim dibin têkoşer.

Li Kurdistana başûr şerê partiyan li ser petrolê û kursiyan e

Mihemed Hecî Mahmûd: Li Herêma Kurdistanê her 5 partî jî xwedî şîrketên petrolê ne

Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mahmûd, ji radyoya Dengê Emerîka beşê kurdî ra gotiye 5 partiyên Kurdistanê yên sereke xwedî şîrketên petrolê ne. Û gelşa di nabêna wan da jî ne siyasî ye, li ser kar û qezenca petrolê ye.
Hecî Mahmûd numûne daye û gotiye, ”PDKê, YNKê, Goranê, Yekgirtû û Komelê piştî avabûna kabîneya 8ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 5 şîrketên petrolê damezrandin û bûn xwedî parzîngehên neftê.”
Hecî Mahmûd gotiye, ev her 5 partî ne li dû xizmeta ji gel ra ne, ew li dû hukumraniya xwe ne.
 Li gorî îdîa Hecî Mahmûd, gelşên di nabêna PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komelê da ”ji bilî dabeşkirina saman û dahat û postan ne li ser tiştekî din e. Û tişt miştên di warê siyasî da di telewîzyonan da dibêjin û nîqaş dikin jî, di kombûnan da nehatine behskirin.”
Ji xwe heger mersele ne kara petrolê û kursî bûna ji zû da li hev kiribûn. Ji ber ku şer li ser pera û kurdiyan e lema jî li hev nakin û yekîtiya netewî çê nabe.
Lê vç şerê berjewendiyê jî wek konfilîlteke îdeolojîk û siyasî difroşein me.
Hecî Mahmûd, ev rastî eşkere gotiye, çimkî ew tu carî nakeve nava karên weiha û tenezulî tiştên wiha jî nake....



30 januari 2017

Çîroka Hz. Îsa û ehmeqan


Rojekê Hz. Îsa pir bi tirs li pey xwe dinêrî û direviya.
Vê yekê bala yekî kişandiye û ji Hz. Îsa ra gotiye:
“Ez li pey te kesî nabînim, lê belê tu direvî, ma tu ji ber kê direvî?”
Hz. Îsa bersîv nedayê û reva xwe dom kiriye.
Meraqa mêrik zêdetir bûye, daye dû. Xwe gîhandiyê û bi dengekî hêlî jê ra gotiye:
“Hela hinekî bisekine û derdê xwe bibêje. Min reva te pir meraq kir, li pey te ne însan heye û ne jî heywan.  Ev reva te ji ber çi ye?”
Li ser vê Hz. Îsa sekinîye û ji mêrik ra gotiye:
”Ez ji ber ehmeqekî direvim.”
Mêrik gotiye:
-Ma yê koran bi çav û kerr û lalan jî bi guh, bi zar û ziman dike ne tu yî?
Hz. Îsa gotiye:
”Erê ez im…”
-Yê miriyan sax dike ne tu yî?
”Erê ez im…”
-Yê ji axê ruh dide teyr û tulûran ne tu yî?
”Erê ez im…”
Li ser vê mêrik  bi meraqeke hîn mezintir gotiye:
-Hz. Îsa yê hewqas mûcîze dixuliqîne, çima ji ber ehmeqekî direve?
Hz. Îsa gotiye, nuha baş guh bide min, hemû tiştên te gotin rast in. Min ji bo koran dua kir çavên wan vebû...
Min ji bo kerran dua kir guhên wan vebû…
Min ji bo miriyan dua kir, ruh ket bedenên wan…
Lê belê min kir û nekir, min nikanîbû tiştekî têxim dil û serê ehmeqekî.
Pê ra peyivîm tiştek neket serî.
Min xwend dilê wî nerm nebû…
Min bi sedan carî xwend pere nekir…
Hezar carî pê ra peyivîm pere nekir…
Min hezar carî  îzah kir fêm nekir…
Ehmeq bû kevirek û sekinî, min tiştek nexist serî û nexist dil…
Ne serê wî û ne jî dilê wî tiştek qebûl nekir…
Lema jî min fêm kir ku ehmeq kanin her xerabiyê, her nerindiyê bikin. Lema jî ji ber hemû ehmeqan direvim…
Rast e, derdê ehmeqan nayê kişandin.
Çare, dibê meriv ji ber ehmeqan bireve.
Lê ya xerab ehmeqê herî ehmeq  jî xwe ehmeq nabîne, her kes ji aqilê xwe razî ye…

Seydayê  goruhişt Şêx Evdirehmanê Axtepî jî li ser ehmeqan gotiye:

Bila çel sal di zindanan da bimînim
Her roj sed mar û dûpişkan bibînim
Li hevrazan tayê aşan bikişînim
Li berwaran pezkûviyan biçêrînim
Zivistanan li ser avan bimînim
Ne ku carek yekî ehmeq bibînim



///Şêx Evdirehmanê Axtepî

Şorên çort û vala...



Dinya alem zane li Tirkiyê ”E”ya edaletê jî tuneye, lê Bekir Bozdagê me dîsa jî wezîrê edaletê ye.
Ev jî îroniyeke mexsûsî tirka ye.
Ji bo ku Yûnanîstanê tirkên îltîca kirine nedane Tirkiyê, Bozdag xwe pir aciz kiriye û gotiye:
”Ji bo ku zilamên Fetulah zirar dane Tirkiyê, bi Tirkiyê ra îxanet kirine lema Rojava wan diparêze. Ji nuha û pê da kî çi miamelê bi me ra bike, emê jî eynî miamelê bi wan ra bikin. Emê li gorî esassê muteqabîliyetê bersîvê bidin.”
Biçirrîne…
Belengazê Xwedê, yekî nizanibe ewê bibêje belkî ji Yûnanîstanê û Ewrûpayê her roj bi sedan, bi hezaran însan ji ber zulm û terora dewletên xwe dirivin Tirkiyê.
Kurro li Ewrûpayê bêyî Tirkiyê însan ji kîjan welatî direvin?
Ne tenê îro însan ji Tirkiyê direvin, ev 90 sal in bi milyonan tirk û kurd ji Tirkiyê reviyane.
Li Ewrûpayê bi milyonan tirkên ji birçîna û ji ber sebebên diyasî reviyane hene.
Ji roja hûn Tirkiye ava bûye û vir da ye hûn bûne bela serê Ewûpayê; geh ji birçîna û geh ji ber zulmê û neheqiyê direvin Ewrûpayê.
Îktîdara we ya faşîst jiyan li kurdan û li her kesê muxalif kiriye zindan, di hefsan da cî nemaye, di kawişan da însan bi dor radikvin.
Îcar efendî jî ewê bersîva Ewrûpayê bide (!)
Wek hemşeriyên min rihayê dibêjin, şorên çort û vala…

XXX
Vê kakofoniyê guhên min kerr kir !
Tirkan, asîmîlasyonê em gêj kirine, em dikin nakin, em nikanin riya xwe rast bikin.
Yek dide ser riya rast, deh didin ser xaçeriyên şaş.
Yek dibêje azadî, serxwebûn, deh dibêjin na, bindestî û koletiya tirkan baştir e.
Di van 90 salên borî da tirkan bi perwerdeya xwe, bi dîn û bi îdeolojiyên çep û rast mejuyê me baş çelqandine.
Li ser merseleyeke herî biçûk, herî basît jî em li hev nakin û perçe perçeyî dibin.
Numûneya herî dawî dîtin û fikrên kurdan û partiyên kurd yên li ser referandûmê ye..
Ji her serîyekî dengek derdikeve, li ortê kakofoniyeke guhên meriv kerr dike heye..

XXX
Em kurd wek teyrê başksiketîne,
ji hewa da ketine erdê û dikin û nakin, nikanin bifirin.
Em li bilindiyan, li perên asîmanan dinêrin
û keserên kûr dikşînin, nikanin bifirin.
Em kurd teyrê baskşikestîne,
mane li erdê,
nikanin bifirin...

29 januari 2017

Tirkî bûye destar û me dihêre û dihêre




Gava ez kurdên bi tirkî dinivîsin rexne dikim ez nabêjim her tiştê kurd bi tirkî dinivîsin xerab e, di warê siyasî da feydeyê nagihîne kurdan.
Bêguman feydeya nivîsên tirkî jî heye, di warê siyasî, îdeolojîk, întellektuelî, dîrokî û hwd. ew jî xizmeta şiyarbûna kurdan dikin.
Bi riya nivîsên tirkî jî meriv kane xwe nas bike û bi kurdbûna xwe bihese, dîroka xwe fêr bibe, zanebûna xwe ya tevayî zêde bike…
Û gelek kurd bi riya tirkî bi kurdiya xwe hesiyane û dû ra jî bûntêkoşer û siyasetmedarên kurd.
Ev bi her zimanî mimkûn e.
Di rexneyên xwe da ez viya înkar nakim.
Ez dibêjim bi van feydeyan ra tirkî zirareke mezin jî dide kudan, kurdan asîmîle dike, rê li ber pêşketina kurdî digre.
Yanî qala zirara tirkî ya asîmîlekirina kurdan dikim.
Tirkî bi naveroka xwe çi feydeyê bigihîne kurdan jî di netîceyê da wasiteyeke asîmîlasyonê ye, kurd pê dihelin.
Nivîsên bi tirkî, muzîka bi tirkî bi alliyên xwe yên pozîtîv ra, kurdan ji ziman û kultura wan dûr dixe, dibe destar û kurdan dihêre.
Em bixwazin, nexwazin kurdên bi tirkî dinivîsin xizmeta vê yekê dikin, kara wan digihîje dewletê û zirara wan digihîje kurdan.
Rê li ber pêşketina kurdî digre.
Nahêlin kurd tiştekî bi kurdî bixuliqînin.
Lema dewlet zimanê kurdî nake zimanê perwerdê, dixwze kurd tenê bi tirkî binivîsin.
Çimkî tirkbûna kurdan ji asîmîlasyonê derbas dibe, ji bo ku kurd bibin tirk, dibê zimanê xwe ji bîr bikin, dibê asîmîle bibin.
Heger em bi kurdî nenivîsin edebiyata kurdî çê nabe, zimanê kurdî bi pêş nakeve.
Em bi kurdî muzîkê çê nekin, muzîka kurdî çê nabe.
Gava nivîskar, rojnamevan, şair û romanciyên me tunebin edebiyata me jî çê nabe.
Û gava edebiyat tunebe milet jî nabe milet.
Miletek bi zimanê xwe, bi muzîk, kultur, folklor, zargotin û muzîka xwe heye.
Yanî ji bo kurd wek milet hebe, dibê edebiyata wî jî û muzîka wî jî hebe û ev jî bi zimên dibe.
Heger em van tiştan bi tirkî bikin dibe yên tirkan.
Em nikanin him bibêjin ev rast e û him jî nekin.
Lê belê zahmet e, jê ra wext dixwaze.
Heta her kes nikane xwe bi guherîne û kurdî fêr bibe.
Ez viya fêm dikim.
Lê yên kanin bikin dibê bikin, yên bi kurdî zanin dibê bi kurdî binivîsin. Yêna kanin fêr bibin dibê fêr bibin.
Şaîr Nabî (1642-1712)  jî kurd e û Melayê Cizîrî (1570- 1640) jî  kurd e.
Lê ji ber ku Nabî bi tirkî(osmanî) û Melayê Cizîrî bi kurdî nivîsîye, Nabî şairekî tirk e û Melayê Cizîrî jî şairekî kurd e.
Ji ber ku edebiyat bi zimên dibe, lema tiştê nasnameya nivîskar ya hunerî tayin dike ne qewmê wî ye, zimanê wî yê nivîskariyê ye.
Ev pîvan ji bo hemû şair û nivîskarên kurd yên nuha jî derbas dibe, kurdên bi tirkî dinivîsin, şair û nivîskarên tirk in û yên bi kurdî dinivîsin jî şair û nivîskarên kurd in.
Ev nayê wê maneyê yên bi tirkî dinivîsin merivên ne kurd in û xerab in. Na, ez qala zimên û asîmîlasyonê dikim.
Mersele, Orhan Kotan, Yilmaz Odabaşi, Hîcrî Îzgoren , Yaşar Kemal kurd in, lê  şair û nivîskarên tirk in, ji ziman û edebiyata tirkî ra xizmet kirine.  Û di ferhengên tirkî yên edebî da jî wek nivîskarên tirk tên qebûlkirin.
Lê belê Arjen Arî şairekî kurd e.
Rojen Barnas şarekî kurd e.
Hesenê Metê nivîskarekî kurd e.
Enwer Karahan nivîskarekî kurd e.
Yanî hemû nivîskarên bi kurdî dinivîsin, nivîskarên kurd in û ji ziman û edebiyata kurdî ra xizmetê dikin û kirine.
Û nivîskarên bi tirkî dinivîsin jî nivîskarên tirk in û ji edebiyat û zimanê tirkî ra xizmetê dikin, bexçeyê tirkî geş dikin.
Meriv kane eynî tiştî ji bo Ahmet Kaya û Şivan Perwer jî bibêje.
Ahmet Kaya kurd e, lê stranbêjekî tirk e.
Gava tirk ji Ahmet Kaya ra dibêjin hunermendekî tirk rast e.
Lê Şivan Perwer hunermend û stranbêjekî kurd e.
Eslê wî çi be jî ew hunermendekî muzîka kurdî ye.
Tirk nikanin Şivan Perwer bikin tirk. Çimkî muzîka wî bi kurdî ye.
Heger wî jî wek Ahmet Kaya bi tirkî bistira ewê jî stranbêjekî tirk bûya…
Bi kurtî meriv di kîjan taximê futbolê da bilizîe, meriv lîstikvanê wî taximî ye û ji bo wî taximî golan davêje, ne ji bo qewmê xwe û welatê xwe.
Ziman jî wiha ye…
Çend şair û nivîskarên me yên klasîk hene. Wek Eliyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî , Ehmedî Xanî û çend kesên din. Heger wan bi kurdî nenivîsîbûna nuha edebiyateke me ya kalsîk tunebû.
Di dema Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî da miheqeq gelek şairên din jî hebûne, lê ji ber ku wan bi kurdî nenivîsîne, bi tirkî û bi erebî nivîsîne, lema jî îro ew ne malên me ne, em qala wan nakin, em bi Melayê Cizîrî, Mlayê Batê û Ehmedê Xanî pesnê xwe didin û îftîxar dikin.
Îro jî eynî tişt e, berhemên kurd bi tikî dinivîsin dibin malê tirkan û yên bi kurdî dinivîsin jî dibin malê miletê kurd…

Gayê pîs tim golik e



Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e...

XXX
Heraret di nar da ye, di sêlê da nine
keramet di serî da ye, di tacê da nine,
tu li çi digerî, li ba xwe lê bigere
Quds jî, Mekke jî, li hecê nine
///Hecî Bektaşî Welî
Kurmanciya wê: Zinarê Xamo

XXX
-Gul, lale, hemû çîçek diçilmisin, pola û hesin dişkê, lê belê dostanî ne diçilmise û ne jî dişkê…
/// Nietzsche

XXX
Ev xort(Seydo Turgut) hemşeriyekî min e, ji Wêranşara xopan e. Em nuh bûn hevalên hev ê facê. Min ev nivîsa wî(Zavalli Tirşikçi) pir eciband. Qelemeke hêja ye.
Nivîs bi tirkî ye, xwezî bi kurdî bûya. Lê dîsa jî hêjayî xwendinê ye.
Ji ber ku xortekî wiha zane, mirovhez, kurdperwer û dijminê şelafan ji Wêranşarê derketiye pir kêfa min hat.
Her cara ez rastî kurdên wiha welatperwer û neyarên tirşikçiyan têm pir dilşa dibim, lê belê gava kesên wiha ji bajarê zaroktîya min, ji Wêranşarê bin bêtir pê kêfxweş û serbilind dibim.
Em hîn nuh bûne hevalên hev yên facebookê, min wext nedît baş li malpera te binêrim. Lê gava wexta min çê bû ezê nivîsên te yên din jî bixwînim.
Ev nivîsa te gelkî bi dilê min e. Çi heyf ku di nava kurdan da şelafên neyar û tirşikçî pir in û yên eşkere li dijî wan hindik in. Lema jî gava ez rastî kesênwek te têm gelkî kêfa min tê.
Hêvî dikim tu bi kurdî zanî, tu ne ji wan kurdên kurdînezan î.
Heger tu ji wan bî ewê gelkî heyf be…
Çimkî li Wêranşarê ji berê da grûbek kesên kurdînezan hebûn, lê di pey min ra, di van salên dawî da ev jimar gelkî zêde bûye.
Dibê li Wêranşarê kurdî bi pêş keve. Hewcedariya Wêranşarê bi nivîskarên kurd heye..
Heger tu bi kurdî zanî dibê tu hêdî hêdî dest bi nivîsên kurdî bikî. Ne tirse, hêdî hêdî meriv fêr dibe û xwe bi pêş dixe.
Li gorî îmkanên xwe ez her tim amade me alîkariya hemşeriyê xwe bikim.
Bimîne di nava xêr û xweşiyê da.

28 januari 2017

Ya îcar Erdogan ewê çi bike?

Ji ber ku Emerîkayê ji PYDê û YPGê ra negot ”terorîst” û têkilî û piştgiriya xwe ya bi wan ra qut nekir, Tirkiyê xwe ji Emerîka xeyidand, ji Emerîka ra got û ”hûn hevaltiya terorîstan dikin, terorîstê baş û xerab tuneye, hemû rêxistinên terorîst bi qasî hev xerab in.”
Û lema jî Tirkiyê wek şantaj xwe nêzî Rûsyayê kir, Erdogan dostanî û muhebeta xwe ya bi Pûtîn ra pir pêş da bir û Pûtîn wek ”birayê xwe yê ezîz” îlan kir.
Lê ya xerab wa ye Rûsyayê jî nûnerê PYDê Fransayê Xalid Îsa do vexwend Moskovayê û rûs pê rûniştine.
Xalid Îsa, bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û cîgirê wî ra civiya ye û herdu aliyan li dîtin û pêşniyarên hev yên li ser destûra Sûriya nuh guhdarî kirine.
Yanî bi kurtî, wa ye Rûsyayê jî tirkên me xeyalşikestî kir û bi PYDê ra rûnişt û him jî  di mistewa wezîrê derve da .
Li gorî tirkan,  Rûsyayê ew xapandine û "Moskovayê qazix xistiye wan"
Li gorî agahiya Xalid Îsa û berdevka Pûtîn, Rûsya dibêje dibê PYD jî beşdarî civînên Cenevreyê bibe û sîstema Sûriya nuh jî dibê federasyon be, dibê kurd jî bigihîjin mafên xwe yên netewî.
Meriv kane bibêje Rûsyayê ji Emerîkayê  jî xerabtir kir…
Ez meraq dikim, Erdogan ewê nuha çi bike û ji ”birayê xwe yê ezîz” Pûtîn ra çi bibêje?
Gelo Erdogan ewê Rûsyayê jî wek Emerîkayê afaroz bike û bibêje hûn piştgiriyê didin terorîstan, hûn çawa kanin qala ”federasyonê bikin” ya jî ewê devê xwe bigre û li mala xwe rûne?
Heta nuha ji Tirkiyê deng derneketiye, Erdogan negotiye ”hey Pûtîn”, tu çawa bi nûnerê terorîstan ra rûdinî !
Ez bawer dikim fêm kirin ev îş bi qebedayîtiyê, bi gefan nabe, ew hinekî din jî xwe tev bidin, ewê bêtir li zirarê derkevin.
Çimkî tiştekî ku deynin hemberî Rûsyayê û Emerîkayê tuneye, ev yek ji qama wan dibuhere.
Ya herî baş giran bin û xwe bêtir rezîl û riswa nekin…
Hesabê şaş ji Bexdayê vegeriya, nuha jî dora Şamê ye, ewê ji Şamê jî vegere.
Çawa kurdên başûr ew pîs kirin û hemû gef û fortên wan bi wan dan xwarin, zû dereng kurdên rojava jî ewê eynî tiştî bînin serê wan, ewê jî wan poşman bikin.
Neyartiya kurdan ewê li ser wan gelkî buha rûne…

Helbet Hasan Rûhanî ewê li dijî dîwaran be !

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, li dijî biryara serokê Emerîkayê Donald Trump ya lêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê derketiye û gotiye:
 ”Nuha ne wext e meriv di nabêna miletan da dîwaran lêke. Dîwarê Berlînê berî nuha bi salan hilweşiya. Heger di nabêna miletan da dîwar hene, dibê vana hemû ji ortê rabin…
Ji bo ku bi milyonan însan kanibin ji Îranê û ji welatên musilman birevin Rûhanî li dijî lêkirina dîwaran e…
Helbet Rûhanê ewê li dijî hemûna dîwaran derkeve û bixwaze sînorên Emerîka û Ewrûpayê ji milyonan çeteyên îslamî û koçberên musilman yên feqîr û belengaz re, yên ji birçîna û ji ber zulm û terora Rûhanî û welatên musilman direvin ra vekirî be.
Çimkî dinya jî xera bibe kes naçe îltîcayî Îranê û Afganîstanê, Pakîstanê, Fasê, Sûriyê, îraqê  û welatên Afrîka nake.
Ji Asya û Afrîakayê bi milyonan însanên feqîr  û îslamîst berê xwe didin Ewrûpa û Emerîkayê.
Rûhanî baş zane ji Ewrûpayê kes naçe îltîcayî Îranê û welatên musilman nake, ji Afrîkayê, Asyayê, Sûriyê û Îraqê bi milyonan keçber û çete berê xwe nadin Îranê.
Lema jî Rûhanê pir rehet demagojiya rakirina sînoran dike û xwe ”humanîst” nîşan dide.
Gava li Ewrûpa û Emerîkayê sînor tunebin, her kes kanibe bi rehetî here van welatan, Rûhanî  û hemû dîktatorrên musilman û Efrîqî ewê ji milyona feqîr û muxalifên xwe xelas bibin.
Ji viya çêtir ?
Kindira(benê) Rûhanî di destê wî da ye û vînc û celadên wî jî li pey wî ne, rojê çend kurd û muxalifên xwe li meydanên bajaran bi darda dikin.
Ew baş zane dinya xera bibe jî kes naçe Îranê. Lê yên dixwazin ji Îranê birevin bi milyonan in.
Lema jî efendî li dijî lêkirina ”dîwarên di nabêna miletan”  da ye, dibêje gerek di nabêna miletan da dîwar tunebin.
Lê ne Rûhanî tenê, serokên hemû welatên musilman eynî tiştî dibêjin, dixwazin Ewrûpa hemû feqîr û fuqeraya wên, hemû terorîst û cîhatçiyên wan qebûl bikin.
Ji bo ku Ewrûpayê jî bikin wek welatên ereb û musilman…
Û ji xwe li hemû welatên Ewrûpayê getoyên wiha çê bûne jî. Li gelek taxên Swêd civat û dewleta ”paralel” ya îslamî çê bûye, her roj teqereqa sîlehan e çete hev û du dikujin. Polîs jî nikanin têkevin wan deran.
Ma sînorên Afganîstanê, Lîbyayê, Sûriyê, Îraqê, Îranê. Pakîstanê, Bengladaşê û welatên Afrîkayê hebe çi ye , tunebe çi ye?
Hûn zêran bidin însanan jî kes naçe van welatan, belovacî wê her kes ji van welatan direve.

Ev çito îş e min fêm nekir !

Ji bo ku polîs bigrin ser mala te û te bigre êdî ne hewce ye te ”sûcek” kiribe, li dijî Erdogan û hukûmeta AKPê tiştek gotibe ya jî nivîsîbe. Parvekirineke te ya facê û twitterê jî, ecibandina te ya karîkatorekî jî ji bo girtina te têrê dike û zêde ye jî.
Meriv nizane bikene, nizane bigrî…
Ev çito îş e min fêm nekir.
Dewlet gava dewleteke tiroviro, xwedêgiravî dewlet be, zulm û neheqî, bêdadî dibe beşekî jiyana însanan…

XXX
”NA” ya ji qanûna bingehî ya nû ra ”ERÊ” ya, parastina ya kevn e. BOYKOT redkirina herduyan e. Herdu jî bi qasî hev antî-kurd in.
Dibê di referandûmê da kurd nîşan bidin ew ne bi yekê ra ne jî, ew herdu qanûnên bingehî jî red dikin…
Riya vê jî "BOYKOT" , raya vala ye...
Heger hemû partiyên kurd kanibin bi hev ra biyareke wiha bigrin û şêleke wiha diyar bikin pir baş e.
Hinek dibêjîn efendim ”boykot tê wate ya destekkirina Erdoxan û dîktatoriya wî.”
Demagojiyeke pir erzan e, esas "NA" piştgiriya kemalîstan û parastina destûra kevn e.
Em bibêjin "NA" jî û "ERÊ" jî Erddogan li ser hukim e û wek xwe dike.
Gava tu ji destûra bingehî ya nuh ra bibêjî "NA", maneya xwe tu ji ya kevn ra dibêjî "ERÊ" !
Tu dibêjî bira ew bimîne.
Lê gava tu BOYKOT bikî, raya vala bidî, tu herduyan jî red dikî...
Ji bo fêmkirina vê rastiyê ne şert e meriv zêde biaqil be...
Demagojiyeke pir erzan e, esas "NA" piştgiriya kemalîstan û parastina destûra kevn e.
Gava tu ji ya nuh ra bibêjî "NA", maneya xwe tu ji ya kevn ra dibêjî "ERÊ" !
Lê gava tu BOYKOT bikî, raya vala bidî, tu herduyan jî red dikî...
Ji bo vêmkirina vê rastiyê ne şert e meriv zêde biaqil be.



27 januari 2017

Lanet li we û li dewleta we were !


Ez girtina aktîvîsta kurd Zozan Ozgokçeyê bi şîdet şermezar û rûreş dikim. 
Girtina Zozan Ozgokçeya dayika pitikeka/zarokeka 2 salî zulm e, îşkenceyeke pir hovane ye.
Ji bo ku meriv li ciyê rehetiyê dayika zarokeka biçûk bigre dibê meriv ji însaniyetê dûr ketibe..
Zozan Ozgukçeyê tu sûc nekiriye.
Zozanê jiyana xwe weqfî başiyê, rindiyê û alîkariya jinên feqîr, hejar kiriye.
Ji ber ku hûn xwedî dewlet in, ji ber ku polîs û leşkerên we ye heye ma qey hûnê çavê me derxin, ma qey hûnê ruhê me bigrin, ma qey hûnê jiyanê li hemû kurdan bikin zindan?
Û ji xwe we eynî wisa jî kiriye…
Lê ev zulm û çavsorî ewê ji we ra nemîne.
Bi girtina Zozanê hûn nemirovî basîtiya xwe nîşan didin.
Nalet li we û li dewleta we were!
Bimre faşîzim!
Bimre zorbatî!

XXX
Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran, bi riya birayê xwe Omer Farûk Baran mesajek ji dost û hevalên xwe ra, ji gelê xwe ra şandiye, gotiye:
”Ez dewrêşekî Kurdistanê me, ezê waaza(axaftina li ser) dînê heqîqetê bidomînim. Gerek dewleteke kurdan hebe”!
Li gorî Omer Farûk Baran gotiye, Îbrahîm Xelîl Baran nuha li Rihayê di girtîgehê da ye. Rewşaî wî baş e, moralê wî bilind e. Problemên ji ber îşkecê pê ra çê bûbûn hêdî hêdî baş dibin…
Silavên wî ser çavan. Ew tim di bîr û bala min daye. Dibê medya kurd, partiyên kurd siyasetmedarên nuha êsîrên dewleta tirk in îhmal nekin…



Em ne mecbûr in ji du destûrên ji hev xerabtir yekê hilbijêrin

Gotina dawî ez di serî da bibêjim, em ne mecbûr in ji du destûrên ji hev xerabtir yekê hilbijêrin.
Koleyek heger ne li dijî koletiyê be, normal e di nabêna xwediyê xwe yê baş û xerab da, di nabêna sîstema wan da tercîhekê bike, bibêje ev ji yê din baştir e.
Lê gava kole li dijî koletiyê be, ewê bindestî û koletiya herduyan jî, koletiya yê ”baş” jî û yê ”xerab” jî red bike, bibêje ez piştgiriyê nadim we yekî jî.
Çimkî ez li dijî koletiyê me, ez dixwazim azad bibim. Ne ku ji we kîjan ewê ji min ra piçekî baştir û bi merhattir be.
Kurdistan di bin îşxalê da ye, kurd bindest in, nikanin tirkan ji welatê xwe derxin. Ev rast e.
Lê di vê referandûmê da kanin ji tirkan ra bibêjin em piştgiriyê nadin we yekî jî, çimkî hûn herdu alî jî hebûna me qebûl nakin. Herdu destûrên ji bo dengdanê hûn datînin ber me jî bi qasî hev nîjadperest û antî-kurd in.
Lema jî em we BOYKOT dikin!
Tu sebeb tuneye, tu kareke kurdan di ”Na” û Erê” da tuneye.
Çima û ji bo çi kurd ewê bibêjin ”NA” ya jî ”ERÊ”?
”Na”, parastina destûra kevn û ”Erê” jî parastina, qebûlkirina destûra nuh e.
Destûra kevn ji ya nuh ne baştir e.
Û destûra nuh jî mafekî nade me.
De îcar çima emê piştgiriyê bidin ji wan yekê?
Kesên îro BOYKOT bikin hindik bin jî, sibe ewê zêde bibin. Dibê meriv ji derekê dest bi siyaseteke Kurdistanî bike.
Çel, pêncî sal berê hewqas kurdî doza mafê xwe nedikir. Li her bajarekî du sê kesên kurdperwer hebûn û wan jî newêrîbû eşkere bigotana em kurd in.
Lê îro bi milyonan kurd dozamafê xwe dikin.
Fikrê BOYKOTê jî wiha ye, hêdî hêdî ewê berfireh bibe.
Dibê kurd êdî gava bi gav xwe ji tirkan û ji sîstema tirk dûr xin, doza azadiya xwe bikin, her konsepta tirkan qebûl nekin, destûra hebûna kurdan qebûl nake red bikin…
Çimkî di referandûmê da ”Erê” û ”Na” ya me, qedera me naguherîne, mafekî nade me, belovacî wê em bindestiya xwe qebûl dikin…

BOYKOTKIRINA referandûmê çima rast e?

Hin kes û partî ji bo ku ji bin çengê tirkan dernekevin, ji bo ku li Kurdistanê nebin xwedî siyaseteke Kurdistanî, netewî û serxwebûnxwaz ji xwe ra hezar bahane û qal û qîlan dibînin.
Dibêjin efendim ”BOYKOT” piştgiriya Erdogan e.
-Yekîtiya kurdan tuneye.
-BOYKOTê ewê pir zeîf bimîne. Çimkî kurd ji Boykotê ra ne hazir in.
-Kurd ne li ser hev in.
-HDP dibêje NA, Huda-Par dibêje Erê !
-Raya Na, tê maneya "Na" ji bo destûra kevn û nuh.
-Di siyasetê da bêterefî nabe. Em hemwelatiyên Tirkiyê ne û lema jî dibê em tircîhekê bikin.
Welhasilî kelam ji bo ku kurd ji bin çengê tirkan û nebin xwedî siyaset û xeteke Kurdistanî û di referandûmê dîsa bibin dûvikê HDPê û kemalîstan û bibêjin ”Na” ya jî ”Erê”, gelek sebeb û argumentan li dû hev rêz dikin.
Lê kes nabêje em bibêjin ”NA” ya jî ”ERÊ” ewê kara me çi be, wek milet emê çi bi dest xin?
Bi baweriya min dîtina, pêşniyara ”NA”, ya jî ”ERÊ” ji ber ji ber ku em xwe wek miletekî cihê nabînin, ji ber fikrê Tirkîyetiyê ye, kurd carê fêr bûne bibin beşekî sîstema tirk û boçika tirkan. Tirk kîjan konseptê deynin ber me, em jî wê qebûl bikin.
Dibê em xwe ji çarçewê xelas kin.
Erê bêyî HDPê kes li dijî serxwebûnê dernakeve, lê di praktîkê da kêm kes siyaseta serxwebûnê dimeşîne.
Di referandûmê da "Na", qebûlkirina destûra kevn û "Erê" jî qebûlkirina destûra nuh e. Heger bi rastî em dixwazin ji destûra kevn û nuh ra bibêjin "Na", dibê em şîara "BOYKOTê" bilind bikin.
Heger bi rastî em azadî û serxwebûna kurdan dixwazin, dibê êdî em ji tirkan ra bibêjin destûra we ya hebûna me qebûl nake û mafekî herî biçûk jî nade me, em qebûl nakin û BOYKOT dikin !
Dibê em daxwazên xwe yên ji dewltê vekirî bibêjin û eşkere bikin.
Dibê em tu carî ji destûreke hebûna me qebûl nake ra nebêjin "Erê"!
Dibê partiyên kurd êdî têkiliyên bindestiyê red bikin, ji bo xwe statuyeke siyasî bixwazin.
Ji roja dewleta tirk ava bûye, nêzî sed salî ye kurd piştgiriya vê partiyê û wê partiyê dikin.
Netîce sifir e.
Herî dawî piraniya kurdan Erdogan wek hêvî û rizgarkirê xwe dîtin û ev 15 sal in piştgiriyeke xurt danê.
Lê nuha kurd îcar dixwazin ji wî xelas bibin.
Îcar jî dibêjin Erdogan pir xerab û zalim e, bira tirkekî din ya jî CHP were dewsa wî. Belkî ew baştir be…
Tirkekî din, partiyeke din qet baştir nabe.
Çimkî problem di sîstemê da ye.
Heta ku sîstem Tirkiyê ev sîstem be û destûra jî ev destûra irqçî, faşst û antî-kurd be, mafê kurdan yê netewî qebûl neke, Eerdogan here û kî were jî qet ferq nake.
Ji Menderes bigre, heta bi Erdogan, heta nuha me gelek serokên tirk û partiyên wan ceribandin.
Mantix û argumentê me tim eynî bû, filan kes, filan partî ji yê din baştir e.
Dawiya vî îşî nayê.
Hertim jî piştî demekê me gotiye, sal bi sal xwezî bi par, em li piştgiriya xwe poşman bûne…
Û netenê dawiya vî îşî nayê, ev siyaset di netîcê da me di nava tirkan da dihelîne, dike tirk.


Bi baweriya min Erdogan di referandûmê da qezenc bike ya neke, sîstem wek berê bimîne ya jî biguhere ji bo kurdan qet ferq nake.
Carê destûra nuha ji ya AKP dibe referandûmê ne baştir e.
Ya din destûr û qanûn çi be jî Erdogan çi bixwaze wiya dike. Ma nuha her tiştî li gorî qanûnan û destûra esasî dike?
Bêguman na.
Û ji xwe tu carî jî qanûn, destûra bingehîn ji bo kurdan nehatiye bicîanîn.
Heta hebûna kurdan di destûra esasî da, di qanûnan da tunebe, mafê wan nehatibe qebûlkirin rewş ewê tim ev be…
Rayên ”BOYKOTê hindik bin ya jî zêde bin pir ne muhîm e, ya muhîm kurd êdî paradîgma xwe ya siyasî biguherin û di warê siyasî da bibin xwedî fikir û stratejiyek nuh.
Herdu destûr hebûna kurdan qebûl nakin, di herdu destûran da jî mafekî kurdan yê herî biçûk jî tuneye, çima kurd ewê herin ser sindoqan û bibêjin ”NA” ya jî ”ERÊ”?
Sebeb çi ye?
Efendim Erdogan zalim e!
Efendim heger  di referandûmê da "Erê" zêde derkeve her tişt ewê têkeve destê Erdogan.
Ê ji xwe nuha jî her tişt di destê Erdogan da ye, ji referandûmê kîjan netîce derkeve jî ji bo Erdogan zêde ferq nake. Çimkî ew li ser hukim e. Tiştê nuha dike, ewê dîsa bidomîne.
Ya din heta nuha kî ji Erdogan ne zalimtir bûye?
Kî kane bibêje yê were dewsa Erdogan ewê ji wî ne zalimtir be?
Û heger li Kurdistanê di referandûmê ji sedî 70-80î kurdan bibêjin ”NA” ewê kara kurdan çi be?
Qet kareke wan tuneye.
Lema jî dibê kurd di şerê tirkan da nebin teref.
HDPê bi siyaseta xwe ya li dijî Erdogan, ”emê te nekin serokkomar” şaşiyek kir. Çimkî derdê me ne bi şexsan, bi sîstemê ra ye, kî mafê me dide bira bide.
Lê ji ber ku HDPê xwe ne wek partiyeke kurd, wek partiyeke Tirkiyê didît, lema jî da dû qula çend çepên tirk û siyaseteke li dijî AKPê û Erdogan meşand.
Îro jî hîn li ser wê xetê ye.
Wek şerê çekdarî, ”BOYKOT”ê jî dibê kurd ji derekê dest pê bikin û ji dewleta tirk ra bibêjin em destûr û sîstema we ya hebûna me înkar dike qebûl nakin, red dikin, BOYKOT dikin.
Îro ev xet zeîf e, sibe ewê xurt bibe, ji bo ku ev xeta Kurdistanî, serxwebûnxwaz xurt bibe dibê meriv ji derekê dest pê bike.
Û ew dem jî bi vê referandûmê ra wa ye hatiye, dibê meriv vê referandûma tirkan BOYKOT bike…

Du sal di ser rizgabûna Kobanê ra derbas bûn

Di ser rizgarbûna "Stalîngrada" Kurdistanê Kobana kela egîd, şêr û şepalan ra 2 sal derbas bûn.
Kobanê 2 sal berê di roja 26ê meha yekê da rizgar bû.
Berxwedan û rizgariya Kobanê qedera kurdan guhert, heger Kobanê biketa îro li Kurdistana rojava kurd ne hêz bûn, têk çû bûn, di qada siyasî da tunebûn.
Berxwedana Kobanê, qehremaniya keç û lawên kurd, ya gerîla û pêşmerge him qedera kurda guhert û him jî kurd bi cîhanê da qebûl kirin.
Ez 2 saliya rizgariya Kobanê pîroz dikim !
Silav û hurmet ji hemû egîd û şehîdên Kobanê ra...
Link 1

XXX
Waliyê Xarpêtê(Elezîzê)gotiye efendim wan kelemçe li destê Ahmet Turk nexistiye, di dema birin û anîna nexweşxanê û girtîgehê da destê Ahmet Turk tu carî nexistine kelemçê, filan û bîvan…
Qet ne muhîm e we destên wî xistibin kelemçê ya jî na, ya muhîm sê leşkerên we ew ji herdu milên wî zept û rept girtine û wek mahkûmekî, wek qatilikî ewê ewê bireve dane nava xwe…
We bixwesta ev risim nedihat kiştandin, we bixwesta kesî nikanîbû ev risim belav bikira.
We xwest kurd vî halê Ahmet Turk bibînin û jê ders û ibretê bigrin…
Rastî ev e, mesaja dewletê xwest bi vî rismî bide ev e

26 januari 2017

Heger pozê kurdên zilamên dewletê bişewite kelemçeya di destê Ahmet Turk da besî wan e !

Ev risim do hat girtin. Yê di orta sê leşkerên tirk da Ahmet Turkê 74 salî ye, destên wî li kelemçê xistine û dibin nexweşxanê.
Ahmet Turk êsîrê dewleta tirk û Erdogan !
Lema jî kalê 74 salî bi destên kelmçekirî dibin nexweşxanê.
Esas tirk stûrî, çavsorî û mêraniya xwe nîşanî me didin. Dibêjn gava hûn li hemberî me rabe, gava hûn bêmriya me bin ewê halê we ev be…
Serokê belediya Mêrdînê Ahmet Turkê 74 salî, do ji hefsa(girtîgeha) Xarpêtê(Elezîzê) bi destên kelemçekirî rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Ferêt ya Tibê.
Bindestî, bêdewletî wiha ye.
Heta em bindest û tirk jî serdet û xwedî dewlet bin, destê me ewê tim di kelemçê da be. Meqamê me, temenê/umrê me çi dibe bila bibe qet ferq nake, roja tirk bixwazin ewê bi kortika hustiyê me û siyasetmedar û kalê me yê herî  muhterm bigrin û bavêjin zindanê. Miamela bi Ahmet Turk ra kirin îspata vê ye.
Lê rojekê ewê destên cahşên îro hîn di nava AKPê da ne jî wiha kelemçe bikin. Ji bo Erdogan û tirkan ew ji Ahmet Turk ne muhîmtir in.. Her titş wext û zemanekî wê heye...
Min lînka xebera tirkî weşandiye. Lê nuha ez dibînim malpera "finansgundem"ê ew xeber rakirye.
Diyar e ji "JOR" da emir dan wan, gotin bira kurd rismê Ahmet Turk yê kelmçekirî nebînin. Lema jî xeber rakirine.
Lê ez lînkê ranakim, bira xwendevan vê bêbaviya tirkan jî bibînin.
Linka kelemçeya Ahmet T

XXX
Ev nivîsa min ya li ser paşnavên kurdan çima bi tirkî ye û ji bo çi tirkan kurd mecbûrî girtina paşnavên tirkî kirin, min 4 sal berê nivîsî bû. Kesê dixwaze dîroka paşnavên kurdan yên tirî bizane û plana li pişt paşnavên bi tikrî fêr bibe bira vê nivîsê bixwîne.
Bixwînin û bibînin bê tirkan çima kurd mecbûrî girtina paşnavên tirkî kirine...



Li ser hevoksaziya kurmancî nivîseke hêja



Mistefa Aydogan, li ser girîngiya hevoksaziyê(sentaksê) û gelşa hevoksaziya şaş di zimên da peyda dike nivîseke pir hêja nivîsî ye.
Heger were bîra we xwendevanan di vî quncikî da min jî çend caran bi kinî qala girîngiya hevoksaziyê kiribû. Û gotibû îro roj gelşa kurmancî ya herî mezin hevoksazî ye.
Çimkî ji ber sedemên em zanin her ku diçi kurd pirtir dikevin bin bandora zimanê tirkî.
Berê vê bandorê xwe di nava xwendevan û bajariyan da nîşan dida, lê nuha bi belavbûna telewîzyon, înternet û û telefonên bêrîkê ra gundî jî ketine bin tesîra vê asîmîlasyona tirkî û êdî li gundan jî hevoksaziya kurmancî xera bûye, ji eyarê xwe derketiye, ketiye eyarekî din.
Însan êdî li gundan jî û li bajaran jî li gorî hevoksaziya tirkî dipeyivin. Ev yek jî dibe sebê ku dilê meriv ji kurmancî sar bibe û kurmancî bi meriv xweş û şîrîn neyê.
Mersele êdî hema hema piraniya kurdan dibêjin ”ev tişt li xweşiya min naçe”, ya jî ”gotina wî li xweşiya min neçû”.
Bêguman meriv bi kurmancî nabêje ”gotina wî li xweşiya min neçû, ya jî ev tişt li xweşiya min naçe”!
Bi kurdî û kurmancî meriv dibêje gotina wî bi min xweş neheta, kêfa min ji gotina wî ra nehat, gotina wî bê dilê min bû.
Û ev tiştê hanê bi min qet ne xweş e, ya jî qet ne xweş e.
Di gotina "em jiyan dikin" da jî eynî şaşî tê kirin.
Min dîtiye ji dêlî ku bibêje em li xerîbiyê dijîn, dibêjin ”em li xerîbiyê jiyan dikin. Em dixwazin li welatê xwe jiyan bikin. Jiyankirina li xerîbiyê ne xweş e”!
Ev hevoksazî ne bi kurdî û kurmancî ye.
Bi kurmancî meriv dibêje em li xerîbiyê dijîn, em dixwazin li welatê xwe bijîn, jiyana li Ewrûpa zor e, jiyan li Kurdistanê xweştir e.
Bêguman numûne pir in. Mistefa Aydogan tenê çend numûneyên balkêş dane. Lê dîsa jî têrê dike.
Li ser gelşa hevoksaziya kurmancî nivîseke pir hêja ye. Heger wexta we hebe bixwînin û hûn jî jê feydê bigrin.

XXX

Hevoksazî di ser her tiştî ra ye
Mistefa Aydogan
”Pirsa hevoksazîyê yek ji wan pirsan e ku divê meriv di warê wergerê da jî derxîne pêş. Ji ber ku wergêr bi piranî ji tunebûna gotinan gazindan dikin û ji ber vê digihêjin qenaetekê ku kurmancî ji bo wergerê pir qels e. Ji xwe, min li jorê diyar kir ku zimanê qels tune ye. Îcar ez dê ji alîyê wî tiştî va li ser vê pirsê bi awayekî din rawestim ku di zimanî da herî bingehî ye û loma ez dê rola hevoksazîyê binivîsim. Sedema vê pêwîstîyê ew e ku gelek meriv hene ku serên xwe bi hilbijartina gotinan diêşînin û ji wan heye ku di zimanî da tiştê herî bingeh kurmancîbûna gotinan e. Yanî li gor wan, heger wan gotinên bi kurdî bi kar înan, ji alîyê kurmancîbûna nivîsê va, tu mesele namîne. Ji ber vê yekê, hewil didin ku gotineka biyanî jî di nivîsên wan da nehê bikarînan. Ez dixwazim fikirên xwe bi awayekî pir kurt binivîsim û minaqeşeya vê pirsê ya bi awayekî firehtir, ji nivîseka din ra bihêlim.
Di zimanekî da hemû tişt girîng in. Lê di nava van hemû tiştên girîng da, ya herî bingehî, hevoksazî ye; yanî qayîdeyên avahîya hevokên wî zimanî ne, tahma wî zimanî ye, di hevokan da prensîpên pêwendîyên gotinên wî zimanî ne... Heger we hevoka xwe li gor hevoksazîya wî zimanî ava kir, ew dihê wê maneyê ku hûn bi wî zimanî difikirin. Heta ku hûn pêgirîya hevoksazîya wî zimanî bikin, hemû gotinên ku hûn di avakirina hevoka xwe da bi kar biînin, ji zimanekî biyanî hatibin wergirtin jî hevoka we dê hevokeka kurdî be. Ji bo nimûneyê, niha ez dê sê gotinên erebî hilbijêrim û di avakirina hevokekê da bi kar biînim:
Qunbele: bombe
Met’em: aşxane, restorant
Fecirî: teqîya
Nimûne: Qunbele li met’emê fecirî: Bombe li aşxaneyê teqîya.
Tevî her sê gotinên ji zimanê erebî jî ev hevoka me hevokeka kurdî ye. Ji ber ku pêwendîyên her sê gotinên erebî, ne li gor hevoksazîya zimanê erebî, lê li gor hevoksazîya kurdîya kurmancî hatine danîn.
Lê ez dê vê carê gotineka bîyanî jî bi kar neînim û ji çend gotinên xwerû kurdî hevokekê ava bikim.
Gotinên ku ez dê bi kar biînim, ev in:
Ez
hez dikim
gelek
ji

karî
Hevoka min a nimûne jî weha ye: Ez hez dikim gelek ji vî karî.
Wekî hûn jî dibînin, hemû gotinên hevoka min bi kurdî ne, lê hevoka min ne hevokeka kurdî ye. Heger ez bi awayekî din bibêjim; her çi qasî malzemeyên wê li fabrîkeyeka kurdî hatine çêkirin û ji dikaneka kurdî hatine kirîn jî hostatîya ku hatiye bikarînan, ne hostatîya kurdî ye. Yanî ev hevok bi gotinên kurdî, lê ne li gor qayîdeyên hevoksazîya kurdîya kurmancî hatiye avakirin û ji ber vê yekê jî ne hevokeka kurdî ye. Bi vê yekê jî baş dîyar dibe ku bi gotinên xwerû kurdî bi tenê hevokeka kurdî nahê çêkirin. Divê em hevoksazîyê di ser her tiştî ra bigirin. Lê divê ev nehê wê maneyê ku ez ji bo avakirina hevokan, gotinên biyanî pêşnîyar dikim. Na! Ez bi xwe ne purîst im, lê ez pir hewil didim ku gotinên xwerû bi kurdî bi kar biînim û heta ku ji min dihê jî ez bi kar diînim. Qesda min bi tenê ew e ku ez ya herî girîng dîyar bikim.
Gelek gotinên farsîya ku îroj meriv pê dipeyivin, ji ber sedemên diyar, gotinên erebî ne (qesda min koka wan erebî ye), lê em dîsa jî jê ra dibêjin, farsî. Ji ber çi? Ji ber ku ew gotinên erebî li gor hevoksazîya farsî bi hevûdin va dihên girêdan û hevokên farsî pêk diînin. Heger gotin elementa herî girîng bûya, îroj divê me tu kesî behsa farsî nekiraya. Ji ber ku farsî ji alîyê gotinên erebî va hema hema hatiye dagirkirin. Lê heta ku di hevokan da hevoksazîya farsî ya taybetî bihê parastin, tu kes dê ji wan hevokan ra nebêje hevokên erebî.
Heger meriv li van nimûneyan binêre; “Hayatta en hakiki mürşit ilimdir“, “Turistik tesisleri“, “Ziraat Bankası“, “İktisadi ve Ticari İlimler Akademisi“, “içtihat kararı“, “Tip Fakültesi“, “haddi hesabı“, “kâr payı“ “istihbarat şefi“, “istihkam sınıfı“, “istişare heyeti“ “kaptan pilot“ “emanete hiyanet” û bi qasî malzemeyên ferhengekê gotinên din... Gelo kîjan ji wan bi zimanê tirkî ye? Lê kombînezona wan li gor qayîdeyên zimanî tirkî ye
Heger îroj em gotinên almanî û îngilîzî ji zimanê swêdî derbixin, swêdî hema hema dê lal bimînin. Lê di hevokan da pêwendîyên gotinên almanî û îngilîzî wekî yên hevokên her du zimanan çênabin, ew li gor qayîdeyên hevoksazîya swêdîyê, pêwendîyan bi hevûdin ra datînin û bi vî awayî hevokên swêdî çêdikin.
Ji ber vê yekê, ez ji wergêrên zimanê kurd ra dibêjim, wergerînin, gava we hin gotinên zimanên biyanî jî bi kar înan, zêde netirsin! Ji ber ku ya herî girîng ew e; hûn ji mentiqê zimanê kurdî veneqetin, hevoksazîya kurdî biparêzin û nivîsê bixin kirasê kurdî...”
Têbînî: Ji wê nivîsa min hatiye wergirtin ku navê wê "Werger hunerek e".



25 januari 2017

Dibêjin efendim çima kurd nebûne xwedî dewlet?

Dibêjin efendim kurd çima wek tirk, faris û ereban nebûne xwedî dewlet?
Ez qurbana serê we, ma kurd ewê çawa bibin xwedî dewlet, gava kurdek dewletê û serxwebûnê bixwaze, 77 kurd li dij derkevin û bibêjin  em dewlet mewletê naxwazin, xulamtiya tirkan ji serê  me û bavê me zêde ye!
Hema hefteyekê li telewîzyonên tirkan TRT6ê, CNNê, Haberturkê, Atvê, TGRTê, STAR TVê û nizanim kîjan jahr û zuqûmê temaşe bikin, hûnê bi çavên xwe bibînin bi sedan kurdên cahş çawa li dijî dewletbûna kurdan derdikevin.
Ji bo ku kurd li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî dewlet ji faşîstan bêtir aqil didin dewletê, dibêjin em jî kurd in lê belê em dewletê naxwazin, em bi bindestiya xwe razî ne. Yên Kurdistanê û dewletê dixwazin terorîst in.
Û emê tu carî nehêlin terorîst  û hevalbendên wan Tirkiyê perçe bikin….
De îcar kurdekî serxwebûnxwaz ewê çawa zora 77 kurdên çahş û xulamên tirkan bibin?
Ji berê da wiha ye. Li Kurdistana başûr jî cahş bi kêmanî deh qatê pêşmergeyan bûn.
Wê rojê min dît çend kurd li Diyarbekrê bi serbilindî bi dor qeyûmê belediya Diyarbekrê  ketibûn û bi serbilindî ew li nava bajêr digeriandin.
Mêrik bi darê zorê  belediye  ji kurdan stendiye lê esnaf jê ra sujde dibûn, tu nemabû ku herin destê wî…
Yên berê çiqasî ne baş û pîs bin jî meriv zorba û wekîlekî dewletê bi vî rengî nade ser serê xwe. Fena ku bi îradeya gel bûbe rîs, fena ku ew meqam îşxal nekiribe…


Ne mimkûn e ferdên tu miletekî din hewqasî zû û rehet zulmê ji bîr bike û bibe dostê neyarê xwe…

Li ser ”dost” û ”dijminan”


Siyasetmedarê îngilîz yê bi nav û deng Lord Palmerston(1784-1865), li ser dostî û dijminatiya dewletan gotiye:
”Dost û dijminên Îngilistanê yên ebedî tune ne, berjewendî/menfaetên wê hene.”
Ev prensîb û qaîde ji bo hemû dewletan derbas dibe, bext û ûjdanê dewletan tuneye, gava hewce be kanin bêbextiyê jî û bêûjdaniyê jî bikin.
Ne hewce ye em zêde dûr herin, di tarîxa me ya dûr û nêzîk da gelek numûneyên bêbextî û îxaneta dewletan heye.
Şoreşa Şêx Mahmûd di netîceya xapandin û bêbextiya kemalîstan da bi ser neket.
Kurdên Kurdistana bakur di netîceya xapandin û bêbextiya kemalîstan da ji Tirkiyê veneqetiyan û nebûn xwedî dewleteke serbixwe.
Komara Kurdstana rojhilat(Îranê) di netîceya îxaneta Stalîn û Sovyetê da têk çû û Qazî Mihemed û serokên komarê hatin îdamkirin.
Sovyetê bêrê jî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem da serî li kurdan û serokê Tevgera Azadî Xalid Begê Cibrî gerand û di bin ra piştgirî da kemalîstan.
Bi devkî daxwazên kurdan yên sîlehan û siyasî û dîplomatîk qebûl dikirin, lê di min ra jî serî li kurdan digerandin heta ku kemalîst tedbîrên xwe bigrin.
Bi taybetî jî wezîrê Sovyetê yê karên derve Molotov bi Tevgera Azadî ra bêbextî û xiyaneteke mezin kir.
Şoreşa Kurdistana başûr ya di pêşengiya Mele Mista Barzanî da jî di netîceya îxaneta Emerîkayê û Îranê da şikest.
Yanî numûne pir in, lê ne hewce ye meriv zêde dirêj bike. Siyasetmedar û serokên jîr viya zanin û li gorî wê hesab û kitabên xwe dikin. Dizan ”dost” û ”dijminên” ebedî tune ne. Yê îro dijmin e, sibe kane bibe dost û yê îro dost e jî sibe kane bibe ”dijmin”, ya jî ne dost û ne jî dijmin…
Lema jî dibê em ji serpêhatî û tarîxa xwe, ji şaşiyên pêşiyên xwe ders û ecrûbê bigrin û li gorî wê haziriya xwe bikin.
Dibê em ne li gorî sozên dewletan, li gorî hêza xwe û şert û mercan hereket bikin û careke din nebêjin em xapiyan û nizanim kîjan dewletê bi me ra îxanet kir…
Dibê em bizanibin her kes kane ”îxanetê” bike, ya muhîm gava ”îxanet kir jî dibê em têk neçin…

XXX
Çavê şeliqî ji çavê kor çêtir e. Bira dewleteke me hebe çawa dibe bira bibe, Bira kor be, bira seqet be, bira kût be, bira paşdamayî be. Bira ne demokratîk be, bira feodal be...
Her şiklê dewletê ji bindetiya tirk, ereb û farisan hezar qatî baştir e.



XXX
Gotineke pêşiyên me ya gelkî manîdar heye, ”cîranê xerab mirev dike xwediyê her tiştî, her hacetî.”
Bi taybetî jî tirk û ereban Xwedê neke cîranê tu kurd î. Ne li vê dinê û ne jî li wê dinê…
Dûro bi nûro…
Xwedê sebrê bide kurdên li Tirkiyê dijîn û cîranên wan tirk in…

Erebîstana Suûdî: Erdogan îxanet kir !


Sefîrê Erebîstana Suûdî yê Anqerê Adil bin Serraç Merdad, ji BBC beşê erebî ra gotiye:
”Tirkiyê serîhildana Sûriyê ya 6 sal berê kir serîhildaneke çekdar, himêza xwe ji muxalifan ra vekir û tim digot dibê Esad here, ew neçe nabe. Lê Erdogan nuha çerx dike. Ji dema osmaniyan da ye tirk gava li berjewendiyê wan be bi dewletên ereb ra îxantê dikin. Tiştê Tirkiye nuha dike ev jî rengekî nuh yê wê îxanetê ye. Berpirsiyarê kuştiyên siwîl, bi milyonan kesên bêmal mane û multecî bûne Tirkiye ye.”
Roj baş !
Tirkan qazixekî baş xist ereban, piştî 6 salan ereb hîn nuh bi xwe dihesin bê tirkan çi aniye serê wan.
Ev tirk in, bext û ûjdan bi wan ra tuneye, ne hevalê xwe, bavê xwe jî difroşin. Miletê ewladê xwe, birayê xwe bixeniqîne ma ewê ereban nefroşe….
Lê heger ev destpêk e, heger ji destê Suûdî û ereban tiştek were ewê bi Erdogan bikin…
Ewê nuha li hev mukur werin û gelek sûcên hv îfşa bikin. Yanî ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye.  Di rojên pêş da emê wê jî bibînin.

24 januari 2017

Ji bo serketinê bêhêvîtiyê ji dilê xwe biqewitîne

Ji bîr neke dawiya şeva herî tarî û herî dirêj jî berbang e û roj hiltê. Ji bo serketinê dibê tu bêhêvîtiyê û tirsê ji meju û dilê xwe bavêje, ji ba xwe biqewitîne
Bawerî û hêvî şert û gava pêşî ya serketinê ye.
Heta nuha dinya ji tu zalimî ra nemaye û ji nuha û pê da jî ewê nemîne.
Zû, dereng, îro ya jî sibe wek her miletê gihîştiye azadiya xwe, emê jî bigihîjin azadîya xwe. Dibê baweriya me ya bi serketinê tim sedîsed be, ne sedî nodûneh!
Ya muhîm ji ber van şertên giran em xwe bêhîvî nekin, biryarên cesûr bigrin û rojekê berî rojekê tifaqa xwe çêkin.
Li başûrê Kurdistanê serxwebûn xwe li ser kurdan ferz dike, dibê kurd vê meselê zêde dirêj nekin. Dirêjkirin di eleyhê kurdan da ye. Serxwebûna başûr ewê bawerî û hêzeke mezin bide beşên din jî…
Bi hêvîya dîtina rojên xweş...

XXX
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş gotiye, ”Heger di referandûnamê erê/qebûl derkeve ewê dengê rêxistinên ”terorê” were nuxteya birrînê.”
Ev gotinên Numan Kurtulmuş îtîrafa hukûmeta AKPê ”terorê” sewq û îdare dike, hukûmeta AKPê li pişt terorê ye.
Û heta Erdogan nebe serokkomar ewê terorê nesekinînin, ji bo ku teror biqede dibê Erdogan bibe serokkomar.
Bi baweriya min mêrik bêhemdî rastî ji devê xwe revandiye...

XXX
Ji bo Necmedîn Buyukkaya !
Kurdperwer, xweşmêr, evîndar û canfîdayê kurd û Kurdistanê Necmetîn Buyukkaya (1943-23.01.1984) di 24-01-1984-an, di rojeke weke ya îro da di zindana Diyarbekrê da bi destê qatil û celadên dewleta tirk hat kuştin.
Neco(Necmetîn), kadir û serokekî kurd yê gelkî mezin û hêja yê her çar perçeyên Kurdistanê bû.
Ew serok û canfîdayekî miletê kurd yê bêhempa bû. Wî jiyana xwe bi rengekî profesyonel weqfî rizgarkirina Kurdistanê û azadiya miletê kurd kiribû.
Ew egîdekî kurd û Kurdistanê bû, pêşmerge, serok û canfîdayekî rojên giran bû. Çavê xwe ji mirinê nedikuta.
Ji ber van xusûsiyetên xwe yên bêemsal ew bûbû kelemê di çavê dijmin da.
Û loma jî qatilên dewleta tirk di zindana Diyarbekrê da ew û bi dehan ewladên kurd yên din, bi bêbextî û bi hovîtiyeke mezin, bi îşkenceyê qetil kirin.
Ez, vî welatparêz û kurdperwerê hêja û xweşmêrê kurd û Kurdistanê Necmedîn Buyukkaya di 33-emîn salvegera şehadeta wî da bi hurmeteke mezin bibîr tînim.
Şehîdên kurd û Kurdistanê nemirin!
Necmedîn Buyukkaya di dilê me da ewê her bijî!