04 november 2016

Hewqas tawîz û pişopişo bi kêrî çi hat?


Terora dewleta tirk ya ev demeke li hemberî HDPê dimeşîne careke din îspat kir ku ne hewceyî hewqas şelafî  û teoriyên vala û xapandinê bû.
We li ser daxwaza hukûmeta AKPê partiya kurd xera kir, ya Tirkiyê HDP ava kir.
We li ser daxwaza hukûmetê bi dehan tirkên çep û bêkes kirin parlamenter û danîn ser serê kurdan.
We ji neyartiya van tirkan ya bi partî û serokên kurdan ra dengê xwe dernexist.
We got em ne cudaxwaz in, ne bolîcî ne û em ne partiyeke kurd in, em partiya Tirkiyê ne…
Ji bo ku hûn dilê tirkan xweş bikin, we tiştê ji filistîniyan û tirkên Qibrisê ra xwest, ji kurdan ra nexwest.
We ji bo kurdan ne otonomî, ne federasyon û ne jî serxwebûn xwest, we got hûn Tirkiyeke demokratîk û civateke ekolojîk dixwazin.
We got em veqetandinê, Kurdistanê naxwazin, em alê naxwazin, em welatekî mişterek dixwazin.
We tu carî negot kurd miletek e, Kurdistan welatê me ye û wek her miletî mafê kurdan jî heye bibin xwedî dewlet û qedera xwe tayin bikin.
Ji dêlî ala kurd, we ala tirk û rismên Ataturk da destê kurdan, we bi gav û saetê sond xwar hûn Kurdistanê naxwazin, hûn ala tirk wek ala xwe qebûl dikin û ne li dijî Ataturk in.
We bi şev û roj got, hûn ne mîlîyetçî ne, we got dema dewletên netewî derbas bûye û lema jî we fikrê dewleta kurd avêtiye sepeta gemarê ya dîrokê.
We got Kurdistana serbixwe di tepsiyeke zêrîn da jî bidin me, emê qebûl nekin.
We got Tirkiye welatê me ye jî, efendim bav û kalên me li Çeneqelê şehîd ketine, we ev demagojî ji gelek kurd ra kir îdeolojî.
We ji ber bi vê siyaset û îdeolojiya tirkîtiyê nabêna xwe û hêzên din xera kir, ji bo ku hûn dilê dewletê û çend çepên bi xwe xweş bikin, we tim bela xwe di Barzanî û PDKê dar we di her fersendê da êrîşî Barzanî û kurdên serxwebûnxwaz kir.
We tim xwe ji kurdên serxwebûnxwaz dûr xist. Tehamul û toleransa we li hemberî çend çepîn tirk yên bêkes nîşan da, we li hemberî kurdan û partiên kurd nîşan neda.
We li Kurdistana rojava cepheyeke kurd ava nekir.
We ala kurd red kir û nehîşt di tu çalakiyeke we da ala kurd were hildan.
Bi vê kirina xwe we bi hezaran kurd ji xwe dûr xistin û dilê bi hezaran kurdî ji xwe hîşt.
Ji dêlî ku hûn ji dinyayê ra, ji Ewrûpayê ra bibêjin şerê me şerekî netewî ye, alî me bikin, we ji Ewrûpayê ra got nekevin nabêna me û tirkan, emê mesela xwe hel bikin.
Welhasilî kelam we gelek tawîzên din jî da dewleta tirk û hukûmeta AKPê, wek gelek nirx û hêjayiyên din jî kir qurbana demokratîk cumhûriyetê û wetenê mişterek.
Baş e netîce, hewqas tawîz bi kêrî çi hat, we çi bi dest xist?
Ma hewce bû we wiha bikira?
Di dawiya hewqas tawîz da we çi bi dest xist?
Vê dewleta hov û faşîst bi dehan bajarên me wêran kirin.
Bi hezaran keç û xortên me bi hovîtiyeke mezin, gelekên wan bi saxî şewitandin.
Û nuha jî dest didin ser belediyan û wek çeteyan davêjin ser malên parlamenteran û wan dikişkişînin qereqolan.
Madem hûnê vî bedelê giran bidin, vê qehremaniyê bikin, qenekê bira daxwaz û hedefên we jî li gorî vî bedelî be.
Lema jî ka werin dev ji partiya Tirkyê û demokratîk cumhûrîyetê berdin, ji meclîsa wan vekşin, partiyeke kurd û Kurdistanî ava bikin û wek kurdên başûr hûn jî ji gelê  xwe ra statuyeke siyasî bixwazin û ji bo azadî û serxwebûna kurdan em destên xwe bidin û li hemberî vî neyarê devbixwîn, vê rejîma faşîst û antî-kurd bi hev ra micadelê bikin, cepheyeke netewî ava bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar