Sultan Arslan, ji ber ku serok Mesûd Barzanî ya jî Nêçîrvan
Barzanî neçûye şîna Şîmon Peres gazin kiriye û gotiye:
”Eger serokekî tirkan, ereban û îranîyan bimira, dê serokên
me hem beşdarîya şîna wan bikirana hem jî dê li ser hev peyamên serxweşîyê ji
bo wan bişanda. Şîmon Peres wefat kir ku yekemîn serokê dewletekî bû ji bo
kurdan dewleta kurdî xwestîbû, ji alîyê kurdan ve, ne ti peyam hate şandin û ne
jî tu kes beşdarîya şîna wî bû.
Ez vê helwesta kurdan bi tundî şermezar dikim û divîya birêz Mesût Barzanî bi xwe biçûya şîna Şîmon Peres bibûya.”
Ez vê helwesta kurdan bi tundî şermezar dikim û divîya birêz Mesût Barzanî bi xwe biçûya şîna Şîmon Peres bibûya.”
Kurdistana Federe girêdayî Îraqê ye. Ji bo beşdariyên wiha
ez nizanim destûra Bexdayê lazim e ya na.
Heger destûra Bexdayê ne şert e û serok Mesûd Barzanî ya jî
Nêçîrvan barzanî neçûye şînê, ya jî nûnerekî xwe neşandin e, bi baweriya min
şaşiyek mezin e û dibê meriv rexne bike.
Em ne mecbûr in li gorî ereban hereket bikin.
Em ne mecbûr in li gorî ereban hereket bikin.
Û ji xwe serokê filistîniyan Mahmûd Ebbas jî beşdarî
merasima cenaze bû. Bêyî Ebbas, ez ne şaş bim nûnerên Misrê, Urdunê û ji çend
welatên ereb yên din jî beşdar bûn.
Sultan Arslan rast gotiye, gava siyasetmedarekî tirk bimre
siyasetmedarên me yên başûr baz didin şîna wan.
Çend meh berê Nêçîrvan Barzanî çû şîna Musta Koç.
Ma Şîmon Peres, ji Musta Koç ne muhîmtir bû?
Ma Şîmon Peres, ji Musta Koç ne muhîmtir bû?
Bi dîtina min ne rast e em wek ereban, tirkan û farisan
neyartiya cihûyan û Îsraîl bikin.
Îsraîl nuha piştgiriya me neke jî dewleteke ne li dijî me
ye, cihû wek tirkan, ereban û farsinan welatên me îşxal nekirine û ne dijminên
me ne. Lema jî dibê kurd tu carî bi çavê dijmin li Îsraîl nenêrin.
Û di ser da Şîmon Peres piştgirî dabû dewletbûna kurdan, ji
Obama xwestibû ew piştgiriyê bide dewleteke kurd.
XXX
Kî çi bike bi xwe dike
Kî çi bike bi xwe dike
Gava yek bi xwe ji zimanê xwe hez neke bi zixtan û bi gotinê
rast nabe û jê hez nake, bi zimanê xwe nanivîse.
Dibê ji dilê meriv were. Bi zorê, bi rexnekirinê nabe.
Bi gotegotê ga naçe cot.
Lê kî çi bike bi xwe dike, lema jî dibêjin çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro...
Dibê ji dilê meriv were. Bi zorê, bi rexnekirinê nabe.
Bi gotegotê ga naçe cot.
Lê kî çi bike bi xwe dike, lema jî dibêjin çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar