Daxwaza tirkan ya girtina Mûsilê ne ya îro ye, ji berê da
heye. Her cara li herêmê tevlihevî çê dibe tirk çavên xwe bera Mûsilê didin û
dest bi minaqeşeyên paşdagirtina wê dikin.
Ji ber çi, çima tirk dixwazin Mûsilê bigrin?
Çima ne bajarekî din, çima Mûsil?
Ji ber çi, çima tirk dixwazin Mûsilê bigrin?
Çima ne bajarekî din, çima Mûsil?
Bi kinî, tirk dibêjin ji ber ku Mûsil berê di nava sînorên
dewleta Osmanî da bû, yanî wek Edenê ew jî bajarekî tirkan bû.
Lê bi Peymana Lozanê Îngilistanê bi zor ji me stend. Wê demê
em zeîf bûn, me nikanîbû bi îngilîzan, lema jî me Mûsil da wan û Îraqê.
Lema jî ”mafekî me yê dîrokî” li ser Mûsilê heye.
Lema jî ”mafekî me yê dîrokî” li ser Mûsilê heye.
Angorî vî mafê dîrokî Tirkiye îro kane Mûsilê ji Îraqê
bixwaze ya jî îşxal bike.
Kêm zêde argumenta Tirkiyê ya li ser Mûsilê ev e, hebûna
”mafên dîrokî” !
Berê bajarê me bû…
Heger pîvan ev be, wê demê Atîna jî, Belgrad jî, Zagrep jî, Tîran jî, Sofya jî, Şam jî, Bexda jî, Trîpolî û gelek bajarên din jî wek Mûsilê demakê bajarên dewleta Osman bûn, di bin îşxala osmaniyan da bûn...

Çima Tirkiye van bajaran jî wek Mûsilê naxwaze?
Heger pîvan ”mafê tarîxî” be, dibê Tirkiye ne Mûsilê tenê, Bexdayê, Şamê, Tîranê û hemû bajarên dewleta Osmanê yên din jî bixwaze.
Çima Mûsil tenê?
Heger pîvan ”mafê tarîxî” be, dibê Tirkiye ne Mûsilê tenê, Bexdayê, Şamê, Tîranê û hemû bajarên dewleta Osmanê yên din jî bixwaze.
Çima Mûsil tenê?
Û Mûsil jî ne bajarê Mûsilê yê îro tenê ye, ji Silêmaniyê
bigre heta bi Kerkûkê, Hewlêrê, Zaxo, Dihokê, yanî hemû Kurdistana başûr digre
nava xwe.
Sebebê ku Tirkiye Tîran û Bexdayê naxwaze, lê Mûsilê dixwaze
kurd in, Tirkiye her miletî, her welatî qebûl dike, tenê kurdan û Kurdistanê
qebûl nake.
Ji bo ku di pêşerojê da Kurdistan çênebe û ya heye jî were
perçekirin çavê xwe berdaye erdê kurdan.
Tirkiye dixwaze bingeha Kurdistanê, bingeha avabûna
dewleteke kurd ji ortê rake, bi kêmanî pir teng û biçûk bike.
Sebeb ev e. Sebeb neyartiya miletê kurd e.
Sebeb ev e. Sebeb neyartiya miletê kurd e.
Û gava Erdogan, Bînalî Yildirim di meclîsê da dibêjin ji ber
ku wan hîşt li başûr ”Bakurê Îraqê” çê bibe, wan şaşî kir, lê ”li Sûriyê ewê vê
şaşiyê dubare nekin”, hemû çahş û bêxîretên kurdên di nava AKPê da ji wan ra li
çepikan dixin, dibêjin her bijî !
XXX
Medyaya tirk bi derewan qala şerê Tirkiyê û Daîşê û êrîşa
tirkan ser Dabiqê dike. Ne hewcî şer e, Erdogan kane bi yek emrî Daîşê ji
Dabiqê derxe. Wek ku ji Cerablûsê derxistin. Li Cerablûsê jî fermandar Erdogan
emir da û Daîş vekişiya.
Bêyî ku leşkerekî tirk were kuştin ya jî birîndar bibe, bêyî ku yek Daîşî were kuştin ya jî birîndar bibe, Tirkiyê Cerablûs girt.
Tirkiye eynî tiştî kane li Dabiqê û li her dera Sûriyê jî bike, ne hewceyî şer e, emrê Erdogan tenê têrê dike.
Belkî jî sibe, dusibe bibêjin me Dabiq ji Daîşê girt. Ev jî mimkûn e.
Çimkî bi Daîşûê êdî nikanin bigihîjin armanca xwe, Ji ber vê jî kanin Dabiqê ji çeteyên xwe dewr û teslîm bigrin.,
Lema jî şerê bi Daîşê ra vir e, lê plana îşxala Dabiqê rast e. Ji bo ku di nabêna kurdan da bendekê çêkin, nehêlin Efrîn û Kobanê bigihîjin hev.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar