Edward Saîd, ronakbîrekî filistînî ye û heta mirina
xwe(2003) jî wek neteweperestekî ereb ji bo filistîniyan xebitî, ronakbîrên
cîhanê yên wek wî dijminatiya Îsraîl û piştgiriya filistîniyan nedikirin bi
durûtiyê û oportunîstiyê rexne dikir.
Li ser durrûtiya ronakbîrên ewrûpiyan nasyonalîzmê,
kolonîalizmê û rojhilat bi sedan meqale nivîsîn.
Lê tu carî bêdengiya xwe ya li hemberî kurdan û piştgiriya
xwe ya bi dewletên Kurdistan îşxal kirine ra wek kêmasiyekê nedît.
Edward Saîd, ji ronakbîrekî rastgo bêtir neteweperestekî erb
bû û tu carî li dijî bindestiya miletê kurd derneket û piştgirî neda tevgera
kurdan ya azadiyê. Heta ji piştgiriyê bêtir dijminatiya şerê kurdan yê li dijî
Seddam kir.
Edward Saîd jî wek Yasar Arafat, di dema şerê kendavê û
qetlîama Helepçeyê da piştgirî da Sedam û kurdên Kurdistana başûr bi pîyontiya
Emerîka û empeyalîzmê îtham kir.
Lê dixwest eynî Emerîka û emperyalîzim piştgiriya
filistîniyan bike, di vî warî da tu kêmasî nedidît.
Yanî Edward Saîd wek ronakbîrekî ereb tu carî piştgirî neda
tevger û serîhildanên kurdan yên ji bo azadî û serxwebûnê û li hemberî
serkutkirin û qetlîamên kurdan tim bêdeng ma.
Lê li gel vê şêla Edward Saîd ya oportunîst û ne ronakbîrane
jî hin kurdên me dîsa heyranê wî ne, dîsa jî pesnê vî neteweperstê ereb didin û
wî ji bo şêla rewşenbîriyê dikin ronakbîrekî numûne.
Edward Seîd, di seranserê jiyana xwe da tu carî li dijî Tirkiyê gotinek negotiye, zulma Tirkiye li kurdan dike qet rexne nekiriye. Lê hin kurd dîsa jî heyranê wî nin, wî bi asîmanan dixînin.
Edward Seîd, di seranserê jiyana xwe da tu carî li dijî Tirkiyê gotinek negotiye, zulma Tirkiye li kurdan dike qet rexne nekiriye. Lê hin kurd dîsa jî heyranê wî nin, wî bi asîmanan dixînin.
Sebebê vê korfahmiyê çep û dîndarên tirk in.
Ji ber ku dîndar û çepên tirk, Edward Saîd wek ronakbîrekî
yekta, bêhempa û enternasyonalîst pêşkêşî me kirin û kurdên me jî pir rehet di
bin vê propagandeya tirkan da man.
Ji bo tirkan(ji bo hemû hêz û îdeolojiyan)ya muhîm
diminatiya kurdan û tevgera kurd ya netewî ye; bi kêmanî piştgirînekirina kurda
ye.
Kî dijminatiya kurdan bike, kî piştgiriyê neda kurdan, kî li
hemberî zulma li kurdan dibe bêdeng be ji bo tirkan ew merivekî baş û maqûl e.
Heta nuha min gelek caran dîtiye gelek siyasetmedar,
nivîsakar û ronakbîrên Kurdistana bakur bi heyranî û wek pêxemberekî qala
Edward Saîd dikin.
Sebebê vê jî wek kurd em ne ji xwe ra ne, em ne xwediyê şiûr
û zanîneke netewî ne, me Edward Saîd bi ser û ber nexwendiye, tirkan çi
firotiye me, me ew kiriye û em wê dîtina tirkan dubare dikin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar