30 oktober 2015

Naskirina însên sinetekî zor e



Bi rastî jî naskirina însên(mirov) sinetekî zor e.
Belkî jî qet ne mimkûn e.
Meriv nizane bi kê çiqasî û heta ku bawer bike, ji kê çuqasî hez bike.
Însan ne zebeşê li ser dikane mêwefiroş e ku tu bi çipiskan kontrol bikî, bizanibî sor bûye ya kal e…
Tu dibêjî a weleh min ev camêr baş nas kir, tu jê hez dikî, baweriya xwe pê tînî, bi salan pê ra hevaltiyê dikî, lê rojek tê tu hew dibînî wek kelekekî kurmî derket. Tu xeyalşikestî dibî.
Tu dibêjî ev pir baş e, xerab derdikve, tu dibêjî xerab e, baş derdikve.
Meriv gêjomêjo dibe, nizane bi kê baweriya xwe bîne, bi kê nîne, ji kê ra bibêje baş e û jê kê ra bibêje xerab e.
Welhasil meriv nizane çi bike, bi kê bawer bike, bi kê neke.
Him baş meriv matmayî dihêlin, him jî xerab.
Baş bi xerabiyên xwe, xerab bi başiyên xwe…
Diyar e ev dinya wiha ye, heta meriv sax be, merivê gelek caran şaşomaşo bibe, di heqê însên da gelek caran matmayî bimîne.
Ji ber ku naskirina însên sinetekî zor e, ezbenî.
Tu jê hez dikî, dilê xwe bi halê wî dişewitinî, baweriyê pê tînî, xêra wî û serketina wî dixwazî, li hemberî wî wefdar dimînî, lê tu dibihîzî ew li nigê te dixe, paşgotiniya te dike.
Naskirina însên sinetekî zor e, ezbenî.
Ne mekteba wê heye meriv herê, ne jî kitaba wê heye meriv bixwîne.
Mekteb jî, kitêb jî û ilim jî jiyan e, heta meriv bijî, di heqê însên da merivê tim tiştên nuh fêr bibe,
carnan xemgîn û carnan jî kêfxweş bibe.
Çimkî naskirina însên sinetekî zor e, ezbenî.
Însan bîreke bêbinî ye, tu hemû benên dinyayê bi hev ve girê bide jî tu nikanî xwe bigihîne binî…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar