31 oktober 2015

Amed çi ye yaho?

Serokkomarê Tirkiyê şahê diz û keleşan Erdogan, ji bo ku kurd ji Diyarbekrê ra carnan dibêjin ”Amed” xwe pir aciz kiriye û gotiye:
”Mêrik rabûye dibêje Amed. Amed çi ye yaho? Çi diqewime?”
De heger Ensarîoglu û kurdên AKPê mêr in, piçek şexsiyet bi wan ra heye bira ji Erdogan ra bibêjin Amed çi ye!
Weleh ewê tiliya xwe li çavê wan xe.
Bi tirkî navê wê Diyarbakir e û dibê her kes bibêje ”Diyarbakir”!
Ma yê navê Kurdistanê yasax bike, ewê navê ”Amedê” li kurdan yasax neke….

XXX

Şerefa herî mezin meriv ji bo azadiya gelê xwe bixebete.
Bêşerefiya herî mezin meriv bibe zilamê djmin û li dijî azadiya gelê xwe be.
Formulärets överkant

XXX


Ji bo kurdan nuha, di vê merhelê da ya herî baş kêmbûna rayên AKPê ye, AKP bi tena serê xwe neyê ser hukim.
Dibê çeteyên faşîst ji ser hukim da bikevin. AKP jî dibê wek CHPê û MHPê li Kurdistanê nemîne.
Bêyî îktîdara AKPê her netîceya ji hilbijartinan derkeve ewê ji vê dîktatoriya Erdogan baştir be.
Heger îcar jî AKP rayên xwe zêde bike Erdogan ewê har bibe, ewê Kurdistanê bi carê da bişewitîne. Ewê êrîşî PYDê û kurdên Sûriyê bike.
Li Kurdistanê ewê şerekî mezin dest pê bike.
Di nabêna Orhan Mîroglu,Talîp Ensarîoglu û Tayyar Şamîl da tu ferq tuneye.
Şamîl çi be, Miroglu û Ensarioglu jî ew in, ew jî mecbûr in bi qasî Şamîl û Erdogan neyartiya kurdan bikin.
Çimkî ew mecbûr in emeriyê Şamîl û Erdogan bin.
Kurdê vê bindestiyê, vê emirerîtiya Erdogan qebûl neke nabe namzetê AKPê, nikane bibe.

30 oktober 2015

Naskirina însên sinetekî zor e



Bi rastî jî naskirina însên(mirov) sinetekî zor e.
Belkî jî qet ne mimkûn e.
Meriv nizane bi kê çiqasî û heta ku bawer bike, ji kê çuqasî hez bike.
Însan ne zebeşê li ser dikane mêwefiroş e ku tu bi çipiskan kontrol bikî, bizanibî sor bûye ya kal e…
Tu dibêjî a weleh min ev camêr baş nas kir, tu jê hez dikî, baweriya xwe pê tînî, bi salan pê ra hevaltiyê dikî, lê rojek tê tu hew dibînî wek kelekekî kurmî derket. Tu xeyalşikestî dibî.
Tu dibêjî ev pir baş e, xerab derdikve, tu dibêjî xerab e, baş derdikve.
Meriv gêjomêjo dibe, nizane bi kê baweriya xwe bîne, bi kê nîne, ji kê ra bibêje baş e û jê kê ra bibêje xerab e.
Welhasil meriv nizane çi bike, bi kê bawer bike, bi kê neke.
Him baş meriv matmayî dihêlin, him jî xerab.
Baş bi xerabiyên xwe, xerab bi başiyên xwe…
Diyar e ev dinya wiha ye, heta meriv sax be, merivê gelek caran şaşomaşo bibe, di heqê însên da gelek caran matmayî bimîne.
Ji ber ku naskirina însên sinetekî zor e, ezbenî.
Tu jê hez dikî, dilê xwe bi halê wî dişewitinî, baweriyê pê tînî, xêra wî û serketina wî dixwazî, li hemberî wî wefdar dimînî, lê tu dibihîzî ew li nigê te dixe, paşgotiniya te dike.
Naskirina însên sinetekî zor e, ezbenî.
Ne mekteba wê heye meriv herê, ne jî kitaba wê heye meriv bixwîne.
Mekteb jî, kitêb jî û ilim jî jiyan e, heta meriv bijî, di heqê însên da merivê tim tiştên nuh fêr bibe,
carnan xemgîn û carnan jî kêfxweş bibe.
Çimkî naskirina însên sinetekî zor e, ezbenî.
Însan bîreke bêbinî ye, tu hemû benên dinyayê bi hev ve girê bide jî tu nikanî xwe bigihîne binî…



Li Tirkiyê însanên herî bi namûs kurd in.

Meriv bi dilekî rehet dikane bibêje li Tirkiyê însanên herî bi namûs kurd in.
Ji ber ku kurd azadiyê, heq, huqûq, edaletê, demokrasiyê, wekheviyê dixwazin. Li dijî zulmê ne.
Kî li dijî van be, hevalê zulmê be, bindestiya kurdan biparêze bênamûs e.

XXX
”Tu balîf bi qasî ûjdanekî paqij ne nerm e”. Her kesê azadiya kurdan naxwaze, hevalê AKPê ye bêûjdan e, merivekî rezîl e.

XXX
Hin kes him heval û rêberên dijmin in û him jî ji kurdan ra dibêjin hêrs nebin, bîna xwe fireh bikin, xeberan nedin, fikrên xwe bibêjin.
Rast e, xeber ne xweş e, dibê meriv fikrê xwe bibêje, bi edeb be. Lê hevaltiya dijmin jî şermeke ji xeberan pir girantir e.
Kurdê hîn jî bi AKPê ra be, pesnê Erdogan bide bêheya ye, bêûjdan e, bêexlaq e.

XXX
Teror û zulma dewleta tirk û hukûmeta AKPê wisa kir ku kurd xwe nas bikin û fêm bikin ku hemû partiyên tirk dijmin in.

XXX
29ê cotmehê roja biratî û yekîtiya kurdan ya dîrokî pîroz be!
Par di 29ê cotmehê da hêzek pêşmerge bi çekên giran cû Kobanê hawara birayên xwe.
Û piştî çend hefte şerekî giran, pêşmerge û gerîlayên kurd qatilên dewleta tirk û Daîşê şikandin û Kobana birîndar ji çete û qatilan paqij kirin.
Ez salvegera vê serketin û hevkariya kurdan ya dîrokî bi dil û can pîroz dikim…
Bijî 29ê cotmehê roja biratî û yekîtiya kurdan ya dîrokî !



29 oktober 2015

Erdogan: ”Tiştê li bakurê Îraqê çê bû em naxwazin li bakurê Sûriyê jî çê bibe.” *

Ev peyva  Erdogan pir û pir muhîm e, gotiye:
”Tiştê li bakurê Îraqê çê bû, em naxwazin li bakurê Sûriyê jî çê bibe.” *
Nuha we fêm kir Tirkiye ji bo çi bela xwe di PYDê dide?
Nuha we fêm kir Tirkiye ji bo çi bi hemû hêza xwe alîkariya qatilên Daîşê dike?
Mêrik sebebê dijminatiya xwe ya bi PYDê ra pir vekirî aniye zimên, gotiye emê nehêlin kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê azad bibin, bibin xwedî statutyeke siyasî.
Yanî derdê wî ne Esad ra, bi kurdan ra ye. Naxwaze tiştê li başûrê Kurdistanê dît li Sûriyê jî bibîne.
Ev neyartiya xwe ya bi kurdan ra qet venaşartiye.
Ez vê peyva Erdogan diyarî hemû kurdên zilamên wî dikim; ew kurdên ku Erdogan wek dostê kurdên başûr dibînin.
Yanî problem ne PKK û PYD ye, mêrik dibêje gerek kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê nebin xwedî maf.
Esasê meselê ev e…
Erdogan ji vê yekê ditirse.
Lema jî şerê PYDê dikin.
Lema jî bela xwe ji kurdan venakin.
Bi qasî ku xuya ye federasyona kurdên Îraqê ji Erdogan ra bûye kul, bûye derd, bûye merez.
Naxwaze bi federasyoneke din ev mereza wî girantir bibe.
Lema êrîşî PYDê dikin.
Li alî din dostiya bi kurdên başûr ra jî derew e, azadiya kurdên başûr li ser dilê wî bûye kulek bêderman…
*Recep Tayyip Erdogan:
”Kuzey Irak'ta yaşananı, Kuzey Suriye'de yaşamak istemiyoruz.”
2015-10-28

XXX
29ê cotmehê roja biratî û yekîtiya kurdan ya dîrokî pîroz be!
Par di 29ê cotmehê da hêzek pêşmerge bi çekên giran cû Kobanê hawara birayên xwe.
Û piştî çend hefte şerekî giran, pêşmerge û gerîlayên kurd qatilên dewleta tirk û Daîşê şikandin û Kobana birîndar ji çete û qatilan paqij kirin.
Ez salvegera vê serketin û hevkariya kurdan ya dîrokî bi dil û can pîroz dikim…
Bijî 29ê cotmehê roja biratî û yekîtiya kurdan ya dîrokî !




28 oktober 2015

Şerê Sûriyê şerê Tirkiyê û kurda ye

Şerê îro li Sûriyê heye ne şerê Sûriyê ye, ne şerê hêzên îslamî û Beşar Esad e, ne şerê Daîşê û rejîma Esad e, ne şerê sunî û elewiyan e.
Şerê Tirkiyê û kurda ye.
Ji destpêkê da ev wiha ye.
Dewleta tirk him li Tikriyê û him jî li Sûriyê bi kurdan ra di nava şerekî mezin da ye.
Ji bo ku kurd li Sûriyê wek kurdên başûr/Îraqê nebin xwedî maf Tirkiyê xwe tevî şer kir û Daîş û çeteyên din li xwe top kirin û bera bedena kurdan dan.
Lema jî şerê Sûriyê di esasê xwe da şerê Tirkiyê û kurda ye.
Dibê meriv bi vî çavî lê binêre û wer jî bi nav bike
Lema jî Davutoglu dibêje, ”gerek YPG derbasî wî aliyê ferêt nebe. Heger derbas bibe emê lêxin û ji xwe me du carn jî lêxist.”
Heger ne şerê kurd û tirkan bûya Davutoglu wiha nedigot.
Çimkî tu têkiliya Tirkiyê bi vê meselê tuneye, mafê Davutoglu tuneye kurdan bi vî rengî tehdît bike.
Davutoglu viya ji Daîşê ra, ji El Nusra û qatilên din ra nabêje, ji Esad ra nabêje. Tenê ji kurdan ra dibêje.
Ji ber ku Tirkiye tenê li dijî kurda ye, şerê Tirkiyê tenê bi kurdan ra heye, bêyî kurdan Tirkiye li Sûriyê ne dijminê kesî ye, tenê dijminê kurda ye.
Û Tirkiye ne li Sûriyê tenê, li herderê dijminê kurda ye û şerë kurdan dike…

Def di hustiyê Arinç da û qolik jî di destê Erdogan da bûye

Ev Bulent Arinç bi rasî jî merivekî pir bêşexsiyet e, şelafekî heta hûn bibêjin basît e…
Bêyî ku fedî bike ji Erdogan gazin kiriye, gotiyê li gel ku ez berpirsiyarê TRTê û Ajansa Anadoliyê bûm lê dîsa jî TRTê û AAyê û hin telewîzyonên din ambargo danîbûn ser min.
Hey gidî bêheya û şelafê şelafan, ev 13 sal in hûn li ser hukim in, tu tim merivê duyem bû, berdevk û serdilkê Erdogan bû.
Heta nuha te dengê xwe nekir, piştî ku Erdogan tu ji ber deriyê xwe qewitand qajeqaja te ye û tu van tiştan dibêjî.
Lê tu hîn jî newêrî wek mêran navê Erdogan hildî.
Tu hîn jî geh li mîx dixî geh li solê dixî…
Ya din jî her kes dizane ku te bi xwe eynî zorbatî li muxalifê xwe kiriye. Te bi xwe telefonî telewîzyonan kiriye û nehîştiye Selahedîn Demirtaş dawetî programên xwe bikin.
Lê nuha, gava Erdogan eynî ambargoyê datîne ser te, tu dikî qîjeqîj…
Çawa meriv berpirsiyarê TRTê û cîgirê serokwezîr be û hinek nehêlin meriv derkeve TRTê, beşdarî programekê bibe û fikrê xwe bibêje?
Heger tu merivekî cidî û ne şelûz bûya te yê eynî rojê ew heqaret qebûl nekira, serî hilda û îstîfa bikira…
Lê te ew nekiriye.
Wê demê tu merivekî bêşexsiyet û şelaf î !
Heger ne wisa bûya te heta nuha li hemberî xwe ev heqareta mezin qebûl nedikir.
Û tu hîn jî newêrî yek gotinê li dijî dîktatorekî, zorbayekî wek Erdogan bibêjî. Tu hîn jî dixwazî xwe têxe çavê wî û bibî zilamê wî.
Tu hîn jî bi xurtî wî diparêzî..
Bi Xwedê tu merivekî layiqî wê heqaretê yî, heger tu ne layiq bûya, te yê nehîşta Erdogan şexsiyeta te hewqasî rencîde bike, hewqasî pê li serê te ke.
Erdogan merivê xwe nas dike û li gora wê pê ra dide û distîne. Ew dizane tu merivekî şelaf î û loma jî wêrîbûye TRTê û axaftinê li te yasax bike…
Yanî def di hustuyê Arinç da û qolik jî di destê Erdogan da bûye...
Lê derdikve ortê bê Erdogan dîktatorekî çiqasî zalim e, axaftinê li berdevkê xwe jî yasax dike, him dike berpirsiyarê TRTê û him jî TRTê lê yasax dike. Numûneyeke wiha ez bawer nakim li dinyayê hebe.

Sihet xweş, bersîveke pir xweş e!



Serokê HDPê Selahedîn Demirtaş bersîveke xweş daye gotinên Ahmet Davutoglu ku gotibû, ”dibê PYD derbasî wî aliyê Ferêt nebe, heger derbas bibe emê lêxin û me du caran jî lêxist.”
Demirtaş gotiye,
”Davutoglu dibêje me du caran li YPGê xist. Heger derbasî wî aliyê Ferêt bibe emê lêxin. Daîş li Cerablûsê ye çima tu lê naxî? Efendim YPG ewê derbasî wî aliyê Ferêt nebe ! Ewê derbas bibe Davutoglu ! Binêre YPG ewê derbasî wî aliyê Ferêt bibe û tu yê jî li vî aliyê avê pel pel lê binêrî”!
Sihet xweş, bersîveke pir xweş e, di cî da ye û kurdperwerane ye.
Şerê Davutoglu û Erdogan ne kar û wezîfeya PKKê, PYDê û Demirtaş bi tenê ye, dibê hemû partiyên kurd, her siyasetmedar û ronakbîrê kurd bersîveke wek ya Demirtaş bidin Davutoglu û Erdoganê diz, faşîst û panturkîst.
Tirkên ji her fikrê û ji her îdeolojiyê li hemberî kurdan bûne yek. Dibê em jî li hemberî êrîş û çavsoriyên tirkan bibin yek dil…

XXX
Ma haya we ji tirşikê heye ?
Ji zûda bû min sîteya ”tirşikê” ziyaret nekiribû. Nuha di twitterê da navê Serhat Avci ber çavê min ket. Ji xwe her cara di vê cîhana xeyalî(irreel, sanal)da ez rastî Serhat Avcî têm, pê ra tirşik dikve bîra min. Îcar jî wer bû.
Tirşik yek ji sîteyên kurdî ye ku dibê meriv lê xwedî derkeve, piştgiriyê bidê û dewlemend bike.
Ez bi xwe gelkî dixwazim tê da binivîsim, him rindikî nizanim têkevimê û him jî pê ra nagihînim. Û li gorî min piçekî jî modern e, ez hebikekî klasîk im. Lema jî ez tirşikê baş li hev nebaniyan…
Lê ezê îşev bi belavkirina lînka wê, ezê him reqlema xwe û him jî ya tirşikê bikim.
Heger wexta we hebe seriyekî bidin tirşikê, soz hûnê poşman nebin.
Formulärets överkant


27 oktober 2015

Davutoglu dibêje gerek kurd li Sûriyê tim bindest bimînin



Hukûmeta AKPê bela xwe ji kurdan venake, ev faşîst, barbar û namerdên panturkîst nahêlin kurd li tu dereke dinyayê ji bin zulmê û bindestiyê derkevin û bigihîjin azadiya xwe.
Serokwezîrê Tirkiyê Davutogluyê faşîst kurdên Sûriyê tehdît dike û dibêje,
”Gelşa Sûriyê bêyî Tirkiye ne mimkûn e çareser bibe, denklemeke bêyî Tirkiyê ne mimkûn e. Formuleke Tirkiye qebûl neke ne mimkûn e bimeşe. Heger mimkûn bûya nuha Esad hemû Sûriye kontrol dikir. Ne mimkûn e, ji ber ku 911 km sînorê me bi Sûriyê ra heye. Me ev yek ji Rûsyayê ra jî û ji Emerîkayê ra jî got. Dibê PYD derbasî rojavayê Ferêt nebe. Me ji wan ra got, saniya derbas bibe emê lêxin. Me du caran jî lêxist.”
Hela hûn bala xwe bidin vî mahcirê faşîstê neyarê miletê kurd, ”dibêje gerek PYD derbasî wî aliyê Ferêt nebe, gava bibe emê lêxin”.
Ev jî tê maneya em qebûl nakin kurd welatê xwe rizgar bikin. Em qebûl nakin kurd zora Daşîê bibin.
Li aliyê din dibêje, ”heta ku formuleke Tirkiye qebûl dike neyê dîtin şer li Sûriyê nasekine. Heger mimkûn bûya nuha şer sekinî bû û Esad hemû Sûriye kontrol dikir.”
Bi van gotinan Davutoglu qebûl dike ku Tirkiye li pişt Daîşê ye û Tirkiye şer didomîne. Lema jî heta ku Tirkiye neyê razîkirin şer nasekine.
Dema Davutoglu dibêje emê li PYDê xin û me du caran jî lê xistiye blof nane, rast dibêje.
Merkeza çapemeniyê ya PYDê jî bi beyanekêîro ev îdîa Davutoglu ku ”me du caran li PYDê xist” piştrast kir.
PYD di beyana xwe da dibêje, ”artêşa tirk di 24ê mehê da êrîşê hêzên YPGê yên li ser sînorên Kobanê kir. Şeva 25ê mehê saeet di nabêna 22.00-23.00 da jî artêşa tirk bi çekên  A-4 yên giran êrîşî hêzên me yên li ser sînorê rojavayê Girê Spî kir. Do jî li gundê Zormixar hin êrîşên sûîkastî pêk anîn.”
Yanî êrîşên artêşa tirk rast in.
PYDê êrîşî Tirkiyê nekiriye, zirarek nedaye Tirkiyê, lê Tirkye dîsa jî êrîşî kurdan dike, Davutoglu ne Daîşê, lê kurdan tehdîdt dike.
Ji ber ku Davutoglu ne li dijî Daîşê ye, ew li dijî miletê kurd e, ew neyarê kurda ye.
Daîş du salan li Girê Spî û li ser sînor ma, Tirkiyê rojekê jî xwe aciz nekir, rojekê jî êrîşê Daîşê nekir. Rojekê jî Daîş tehdît nekirin.
Daîş ev du sal in derbasî rojavayê Ferêt bûye, Davutoglu ji vê yekê ne aciz e, lema jî Daîş tehdîd nake. Bira tehdît li wir bimîne, dixwaze hemû Kuristan têkeve destê qatilên Daîşê û ji bo wê jî her alîkariyê bi Daîşê ra dike.
Lê gava Davutoglu dibîne kurd dikin zora Daîşê bibin, kurd dikin sînorên Kobanê û Efrînê bigihînin hev tavilê PYDê tehdîd dike, ji PYDê ra dibêje heger tu Daîşê ji herêma Cerablûsê û Ezazê derxî emê li we xin.
Ji ber ku Daîş mitefikê Tirkiyeyê ye Davutoglu naxwaze PYD herêma Cerablûsê û Ezazê ji Daîşê bigre. Heger Davutoglu ne mitefikê Daîşê bûya  bi îftîxar qala êrîşa ser  PYDê nedikir.
Sînorên Tirkiyê bi Bulgarîstanê, Yunanîstanê, Sûriyê, Îraqê, Îranê, Gurcîstanê û Ermenîstanê ra heye, ne problem e, Davutoglu naxweze kesê ji cîrantiya xw derxe.
Tenê kurdan qebûl nake.
Tenê naxweze kurd bibin xwedî dewlet û cîranên Tirkiyê.
Ji ber ku kurdan dijminê xwe dibîne.
Piştî hewqas neyartî û çavsorî kurdê hîn jî bi AKPê ra bimîne, hîn jî raya xwe bide AKPê, hîn jî bibe parlamenter û wezîrê AKPê kurdekî pir bêxîret e, cahş e, xayinê qewmê xwe ye. Bi meriv ra piçek ûjdan û xîret hebe meriv vê çavsoriya van zaliman qebûl nake.



26 oktober 2015

Bira qet kes xewnan nebîne, AKP perçe nabe




Bulent Arinç, do li Wanê bi muxtar û hin merivên AKPê ra civînek çê kiriye. Di vê civînê da ji HDPê û PKKê ra gotinên nemayî, gotinên pir giran kiriye.
Arinç, careke din nîşan da ku ew çi xebîs e, çi faşîstekî demagog e û herî kêm bi qasî Erdogan neyarê miletê kurd e.
Lê hin kurd zû bi demagojiyên Arinç dixapin.
Çend roj berê kesên ji demagojiyên Arinç ra li çepikan xistin û di nava AKPê da qala muxalefetê û veqetandinê kirin, nuha xeyalşikestî bûne.
Min di nivîsa xwe ya du roj berê da jî got Arinç, sîleheke xerabe ye, ne tu mêr e, neyarê miletê kurd û ne mimkûn e biwêribe li heberî Erdogan rabe. ” Abdullah Gul û Bulent Arinç du namerdên di ser hev ra ne, yek jî ji Erdogan ne baştir e.
Arinç merivekî pir bêşexsiyet e, fêlbaz e, virek û bêexlaq e. Merivekî pir sivik e.”
Ji ber ku ew şexsiyet bi Arinç ra tuneye, ji ber ku merivekî ne di wê çapê da ye, lema jî nikane li hemberî Erdogan rabe.
Arinç dikane bibe mirîd, lê nikane bibe şêx.
Bi baweriya min perçebûna AKPê  ne mimkûn e, heta Erdogan sax be û bixwaze siyasetê bike AKP perçe nabe.
Hinek jê veqetin jî, heta partiyeke nuh çêkin jî vala ye, tişt jê der nayê, nikanin bibin raqib û alternatîfên Erdogan.
Lê ji xwe tu tiştekî AKP bide demokrasiya Tirkiyê tuneye. Wê rola xwe ya pozîtîf lîst, êdî tevgereke nîjadperest, paşverû û panturkîst e.
Bi sedan, bi hezaran însan ji PKKê jî veqetiyan, lê PKK tu carî perçe nebû û ji nava PKKê alternatîfê Abdulah Ocalan derneket.
Derneket ji ber ku lîderekî di çapa Ocalan da, yekî kanibe li hemberî wî rabe di nava PKKê da tuneye.
Û heta Abdulah Ocalan sax be jî ne PKK perçe dibe û ne jî ji nava PKKê raqibekî wî derdikve.
PKK Ocalan e, Ocalan PKK ye.
Heger Ocalan bi xwe dev jê bernede kes nikane Ocalan û PKKê ji hev biqetîne ya jî PKKê perçe bike.
Ev yek ji bo AKPê jî wiha ye, Erdogan AKP ye, AKP Erdogan e, kes nikane wan ji hev biqetîne ya jî biwêribe li hemberî Erdogan rabe.
Û heger rabe jî vala ye, nikane bibe hêz.
Çawa ku yên ji PKKê veqetiyan nebûn hêz, yên ji AKPê veqetin jî nikanin di nava gel da bibin hêz.
Bi dîtina min ev yek ji bo gelek partî û rêxistinên din jî wiha ye. Mesela meriv dikane ji bo tevgera DDKD/KIPê jî bibê.
DDKD/KIP, berhemeke rahmetî Emer Çetîn bû, bi xêra wî, bi navê wî û bi saya giranî û pêşegiya wî di demeke pir kin da li Kurdistana bakur bû hêza herî mezin, herî xurt.
Lê di 1980î da piştî ku Emer Çetîn dev ji serokatiya KIP(PKK)ê berda, ya jî nexwest wek destpêkê dom bike, lema jî tevgera KIP/DDKDê qediya.
Piştî Emer Çetîn, KIP ket destê xeşîm û nezanan, hin kesên ne ehil û ne layiq bûn serok û birêvebirên KIPê û ew hêza herî mezin hêdî hêdî qedandin û dû ra jî çûn li mala xwe rûniştin.
Keştî bi kaptanê xwe dikane bigihîje hedefa xwe, balafir bi pîlotê xwe dikane bifire û partiyek jî ancax bi serokê xwe dikane bijî, mezin bibe ya jî biqede.
Partiyên di destên lîderên hoste da man û mezin bûn û yên ketin destên ecemî nezanan jî mirin.
Mixabin di civata me da rola serok esas e, ev yek wiha ye,
Eynî tiştî meriv dikane ji bo Riya Azadî-TKSPê jî bibêje.
Ev tevger jî berhemeke Kemal Burkay e û heta ku Burkay li ser serê TKSPê bû û aktîv siyaset dikir, TKSP baş, xerab wek hêz hebû.
Lê roja Kemal Burkay dev ji serokatiya TKSPê berda, TKSP di praktîkê da qediya, tenê wek navekî ma.
Û nuha jî ji partiyekê bêtir, wek navekî heye.
Numûneyeke din jî meriv dikane ji başûr YNKê û Mam Celal nîşan bide.
Binêrin piştî nexweşiya Mam Celal, YNK jî bû heft serî, her kes li têlekê dixe.Giranî û îtîbara wê ya berê nema.
Ez bawer dikim piştî wefata Mam Celal, YNK ewê bêtir jî perçe bibe û belkî jî çend partî ji nav derkevin.
Yanî bi van numûneyan dixwazim balê bikşînim ser rol û giraniya serok û lîderan.
Ji ber ku civatên Rojhilat bi gelek aliyên xwe, bi taybetî jî ji aliyê kultura siyasî ve qet naşibe civatên Rojava.
Di cibvatên Rojhilat da rol û oterîteya lîderan, serokan pir mezin e, gelekê caran gava serok dihere ew tevger jî diqede. Û heta hebe jî tevger naqede, jiyana xwe kêm zêde dom dike.
Li Rojava helbet ne wiha ye, erê li wir jî tesîra lîderên karîzmatîk heye, lê ne wek civatên Rojhilat e. Li Rojava însan ji serokan bêtir didin pey îdeolojî û berjewendiyên xwe yên sinifî û grûbî.

Ev operasyona li hemberî Daîşê qet neket serê min !

Ev operasyona li hemberî Daîşê ji ku derket, çima îcap kir?


Êcêba giran, li Diyarbekrê polîs vê sibehê girt ser maleke Daîşê. 
Li gorî medyaya tirk dinivîse du(2) polîs û heft(7)çeteyên Daîşê hatin kuştin.
Ev operasyona ji nişkave ji ku derket, çima hewce kir?
Heta nuha hukûmetê çipiskek jî li qatilên Daîşê nexistiye, ji bo çi îro ji nişkave avêtin ser maleke wan û him jî li Diyarbekrê? Ev mesele hinekî tarî ye.
Di operasyonê da miheqeq hîleyek, planek û dolabeke Erdogan heye.
Ji ber ku polîs li ciyê rehetiyê naçe navêje ser mala terorîstên Daîşê.
Ya şaşiyek heye, ya jî planeke li pişt vê operasyonê ye…
Miheqeq bi hawakî, ji ber zixtên hin deran mecbûr man operesyoneke wiha bikin.
Lê qet texmîn nedikirin ewê hewş mayinkirî be. Lema jî polîsan pê li mayinan kirin û dudu mirin û dudu jî birîndar bûn.
Dibe ku têkiliya vê operasyonê bi hilbijartinan ra hebe.Dixwazin di propagandeyên hilbijartinan da ji xwe ra bikin malzeme, bibêjin mezê, va ye me li hemberî Daîşê operasyon kir û ji wan 7 kes kuştin. Çimkî hevaltiya wan û Daîşê pir deşîfre bûye. Loma jî bi vê bûyerê dixwazin hevalbendiya xwe ya bi Daîşê ra kamufle bikin.
Di rojên pê da, piştî hilbijartinan ewê mesele zelal bibe…

25 oktober 2015

Tirk li Japonyayê jî rehetiyê nadin kurdan

Tirkan li Japonyayê jî êrîşî kurdan kirin.
Li Japonyayê jî mafê jiyanê nadin kurdan.
Li Japonyayê jî xwîna kurdan rijandin…
Li gorî tirkan dibê kurd li vê dinyayê nemînin. Li ku hebin dibê werin kuştin, werin terorîzekirin.
Ev dîtina miletê tirk e, ya deweleta tirk e, ya irqçî, faşîst û dîndarê tirk e. Ya AKPê, MHPê û ya CHPê ye.
Yanî hin îstîsna ne tê da hemû tirk kurdan wek neyarên xwe dibînin, lema jî ji kurdan bêhed û bêhesab nefret dikin.
Yanî dibê meriv neyartiya tirkan bi partiyekê, bi hêzekê sînor neke.
Kurd ji bo ku rayên xwe bidin li ber sefareta Tirk ya Tokyoyê kom bûne. Komek tirk li dora 50 kesî êrîşî kurdan kiriye û gelek kes birîndar bûne.
Li ciyê rehetiyê, kurdan tiştek bi wan nekiriye, tu zirareke nedaye wan, lê dîsa jî êrîş dikin.
Li Swêd jî eynî tişt kirin. Li her dera kanibin wek gurên har êrîşî kurdan dikin.
Hin kes van êrîşan bi MHP, bi faşîstan ve girê didin. Dibêjin ”faşîstan” êrîşî kurdan kirin…
Lê bi dîtina min ev ne rast e, faşîst ne nefaşîst, MHP ne MHP, irqçî, ne irqçî tirk wek milet neyarên kurdan e û bi hev ra êrîş dikin.
Belkî ji hezarî yekê tirkan êrîşî kurdan nake. Ev jî ne reqemeke muhîm e.
Lema jî faşîst, ne faşîst tirk neyarên kurdan e, li her derê êrîşî kurdan dikin. Yên faşîst jî êrîş dikin û yên ne faşîst, kemalîst jî û dîndar jî êrîşî kurdan dikin. Dibê em viya baş bibînin.

XXX
Însan carê dest bi derewan bike hew dikane dev jê berde. Êdî bi derewekê, du derwan nayê serî, dibe kûreya derewan.
Erdogan û Davutoglu du numûneyên zindî ne. Herdu jî bûne nexweşên derewan, du mitomanên ji hev wêdatir.

Ji bo yek saliya PAKê



Gelî dost û havalên ezîz,
di ser avakirina partiya we PAKê ra salek derbas bû.
Di vê sala borî da we xebateke pir hêja kir û îmtihaneke pir baş da.
Ez we ji dil û can pîroz dikim.
Ez wek dostekî, hevalekî we yê kevn û dilxwazekî PAKê, yeksaliya damezirandina PAKê ji dil û can li hemû endam, kadir, berpisiyar û damezrênerên PAKê pîrzoz dikim.
Û ji partiya we ra jiyaneke serketî û berhemdar dixwazim.
Hevalên hêja,
di jiyana partiyan da salek demeke pir kin e, hîn destpêk e, dema xebata bi destopelkê ye.
Di salekê da zarok jî bi ser nigan nakevin.
Ev yek ji bo partiyên siyasî jî wisa ye.
Hinekî din wext û xebat lazim e.
Lê li gel vê dema kin jî bi baweriya min we bi xebata xwe,
bi dengê xwe yê nuh,
bi fikir û şêla xwe ya kurd û Kurdistanî,
we ruh û hestê netewî di nava kurdan da geş kir.
Pir biçûk be jî we hêviyek da însanan,
da kadir û kesên welatparêz.
Hûn nebûn dostê hinekan û dijminên hinekên din.
Ev gelkî muhîm e.
di anva kurdan da ev dîtin û xeteke nuh e.
Dibê meriv vê xetê, vê siyasetê xurt bike.
Ya li ba kurdan kêm ev e.
Li hemberî her rûdanê, her bûyer û gelşê we sekneke serbixwe û netewî nîşan da.
Bi baweriya min li Kurdistanê, di nava kurdan da ev, şêlelek nuh û siyaseteke nuh e.
Kurd îro roj motajî siyaseteke wiha ya netewî ne.
Dibê em berjewendiyên netewî di ser her berjewendiyê ra bigrin.
Dibê êdî kultureke nuh, adeteke nuh di nava siyaseta kurd da peyda bibe.
Meriv dikane bi dîtin û siyaseteke netewî nebe dijminê tu hêzê, tu partiyê.
Dostiya partiyekê ne şert e me bike dijminê oartiyeke din.
Ev mimkûn e.
Bi kurtî, di vê dema pir kin da we xebateke ji gelek partî û hêzên ji we pir kevintir û bi tecrûbetir kir.
Û di saha siyasî û di nava kurdan da jî we ji xwe û ji partiya xwe ra hurmet û giraniyeke hêja û bi rûmet peyda kir…
Ez hêv dikim ev xebata we ya giranbuha û bi îstîkrar,
ev siyaseta we ya kurd û Kurdistanî,
ev şêl û îdeolojiya we ya netewî, Kurdistanî, demokrat, xweşbîn
û ji hemûyan jî girîngtir ya avakar tu carî kêm nebe, her berdewam be.
Wek li her çar perçeên Kurdistanê, li Kurdistana bakur jî hewcedariya kurdan bi siyaseteke netewî û avakar heye,
hewcedariya kurdan bi hevkariyê û yekîtiyê heye.
Hêvî dikim PAK, di vê rewşa krîtîk ya dîrokî da li Kurdistanê bibe partiyeke xwedî hêz û xeteke nuh ya netewî.
Di kar û xebata we ya netewî, ya ji bo kurd û Kurdistanê da ji we ra serketinê dixwazim û careke din yeksaliya PAKê ji dil pîroz dikim.
Bijî dostî, hevkarî û yekîtiya kurdan !
Bijî azadî û serxwebûna kurdan!
Bijî kurd û Kurdistan !
Zinarê Xamo
Stockholm
2015-10-16



Bulent Arinç sîleheke xerabe ye



Hin kesan heta nuha di hin beyan û gotinên Abdullah Gul da keramet dibîtin û jê hin netîceyên dijberiya Erdogan derdixistin.
Ev du sê roj in îcar jî hin gotinên Bulent Arinçê teqlebaz û fêlbaz belav dikin. Fena ku Arinç hatibe ser riyeke rast…
Efendim Arinç nizanim li dijî Erdogan çi gotiye, nizanim filan gotina wî tê çi maneyê, nizanim di mesela kurdan da çi îtîraf kiriye, filan û bîvan.
Birayên delal, ez heyrana çavên we, Abdullah Gul û Bulent Arinç du namerdên di ser hev ra ne, yek jî ji Erdogan ne baştir e.
Arinç merivekî pir bêşexsiyet e, fêlbaz e, virek û bêexlaq e. Merivekî pir sivik e.
Bi dîtina min ne hêja ye meriv wî bigre cidiyê û gotinên wî belav bike…
Guh nedin hin reqlaman, hemû tiyatro ye.
Gul jî û Arinç jî wek Erdogan panturkîst in û neyarên miletê kurd in û ne ji hedê bavê wan e li hemberî Erdogan rabin.
Yanî bi hev nakevin, çimkî hemûyan bi hev ra gelek sûcên mezin kirine.
Lema jî zû bi zû terka hev nakin…
Ya din terkan hev bikn jî, ji AKPê veqetin jî ewê çi bibe û çi biguhere ku?
Dibê ev partî, ev îdeolojî jî wek kemalîzmê li Kurdistanê pûç bibe, were qewirandin.
Çavê li deriya xwelî li seriya!
Ji nava AKPê hêzeke demokrat dernakeve. Dibê hezeke altarnatîfê van dizan û panturkîstan derkeve, dibê ne bi derewan, bi rastî demkrat bin û ji bo Tirkiyê demokrasiyê bixwazin.
Ji nav vê tevgerê hêzeke wiha dernakeve.
Ji hesenê xerab şûrê baş çê nabe. Malzebe xerab e…



24 oktober 2015

Min îşev bi hin dost û hevalan ra demeke xweş borand


Kitêbxaneya kurdî ya Stockholmê ji bo alîkariyê îşev şeveke kulturî çêkiribû. Ez nuha ji wir têm. 
Weleh gelek kurd hatibûn. Alîkariyeke baş jî top kirin.
Camêran xwarinên kurdî û şerab dan me.
Şeveke xweş û bi qalîte bû.Şahiyên wiha kurdan tîne ba hev û bîna meriv fire dibe. Em kurdên li dîasporayê hewcedarî şahiyên wiha ne. Enerjiyê dide meriv.
Xanim Roza Kurdî kovara ”Zarema” difrot. Ji min pirsî bê hela ez nakirim. Min got ma ez nekirim kê ewê bikire?
Hemû hejmarên wê tunebûn. Min hejmara 4 û 5a kirî.
Heta nuha min kovara ”Zarema” nedîtibû, min nuh dît. Nav û dngê wê min bihîstibû, lê ew bi xwe nedîtibû.
Wa ye îşev dîtina wê bû qismetê min.
Di hejmara 4a da li ser asîmîlasyonê nivîseke Mihmed Şarman heye. Bi rê da min hinek jê xwend. Ezê bixwînim. Mijareke pir balkêş e. Gelo asîmîlasyonê çi tesîr li miletê kurd, li rih û hişê kurdan kiriye, Şarman di nivîsa xwe da li ser vê mijarê radiwesta.
Mijara vê hejmarê femînîzm e, nabêna min û femînîzmê zîde tuneye lê dîsa jî ez lê binêrim. Belkî hin nivîsên balkêş hebin.
Di hejmara 4a da jî li ser bêdewletbûnê û nasnameyê hin nivîsên balkêş hene.
Bi îzna Xwedê hêdî hêdî ezê bixwînim….

Heger ji te were em zanin tu nahêlî

Erdoganê faşîst li Dîlokê(Entabê)dîsa zirt dane xwe, kurd, Rûsya û Emerîka tehdît kiriye, gotiye:
”Derdê wan girtina bakurê Sûriyê ye. Ez viya vekirî dibêjim. Emê bakurê Sûriyê tu carî nekin qurbana planên ew çê dikin. Ev ji bo me tehdîdê teşkîl dike. Ne mimkûn e ku em ji vê tehdîdê ra bibêjin erê. Emê planên wan yên bakurê Sûriyê ebeden qebûl nekin” filan û bêvan.


Erdogan  herwisa gotiye ji sedî 90ê Girê Spî ereb in, ji sedî 5ê tirk in û ji sedî 5 jî kurd in, lê PYDê ew der kiriye kanton.
Wey agir bi derewên te keve, îcar ji sedî 90 ereb û 5 jî kurd ! Ew jî zane rastî eksî wê ye lê ji derewan fedî nake.



Mêrik eşkere dibêje ez qebûl nakim kurd li Sûriyê jî bibin xwedî maf û statu.
Û heger hewce be ewê Kurdistana rojava jî îşxal bikin.
Viya em dizanin. ne hewce ye tu bibêjî, em dizanin tu çi mal î.
Hema çi ji destê te tê qet texsîr neke.

Lê vana tehdîdên vala ne, heger Emerîka û Rûya bixwzin û bi kurdna ra bêbextiyê nekin Tirkiye nikane tu jahrê jî bixwe. Fort û tehdîdên Erdon wek qurrequrra beq e, kes ji qurrequrra beqan natirse.
Bi şerê Sûriyê tiştek ji bo kurdan baştir eşkerebû, tu dijmin, tu deleta îşxalkar bi qasî Tirkiyê û hukûmeta Akpê ne tahlûke ye.

Heta ji Erdogan û hukûmeta AKPê were ewê li her çar perşên Kurdistanê xerabiyê bi kurdan bike, nehêje kurd li Sûriyê bibin xwedî maf.

Lê heger tifaqa me hebe, heger em bi hev nekevin Tirkiye bêyî fortên vala nikane tu tiştî bike.
Tenê dikane nîşan bide ku ew gelkî dijminê me ye…

XXX



XXX
Xwedê Davutoglu şaş kiriye û rastî pê daye gotin: Hevalê zaliman û qatilan di kongreya Hak-Îşê da gotiye:
”Zalimek li ku hebe emê li ba wî bin…”
Peyva rast rast e, kî dikane bibêje derew e ?
Û ji ber ku dizanin bêhemdî rastî gotiye, yên lê guhdarî dikin jî jê ra li çepikan dixin. Yanî Ahmedkê me dîsa baş fahş bûye.
Ji xwe eksê wê ne normal e, bêguman zalim ewê tim li ba zaliman û li pişta zaliman bin.
Lê belê îqrara wî helbet pir xweş bûye…

Ji ber ku bi kurdî kilamek got tirkan ew kuştin


Li gorî ku sîteya Avestayê dinivîse, dengbêjê kurd Selîm Serat, ji ber ku bi kurdî straye li Stenbolê ji alî tirkan ve hatiye kuştin.
Û him jî li ser sahnê dikujin. Gava bi kurdî distirê tirk êrîşî ser sahneyê dikin û wî didin ber kêran. Û li ser sahnê temam dikin!
Ev ne tişekî nuh e, ”birayên” me (!) yên tirk ji zûda ye axaftin û stranên kurdî li me qedexe kirine. 
Kî li bajarekî tirkan bi kurdî bipeyive ya jî bi kurdî bistirê dîrekt ya tê kêrkirin ya jî lînckirin.
Diyar e kurdperwerê hêja şehîd Selîm Serhat ya haya wî ji vê qedexeye tirkan tunebûe ya jî ji bîr kiribûye.
Ev, barbarî û faşîzmeke dirinde ye, ji nazîzmê jî xerabtir e. 
Însan çawa ji ber zimanê xwe were kêrkirin û kuştin?
Li Tirkiyê êdî her kurd di binê tahlûkê da ye, kurdên kanibin Tirkiyê terk bikin dibê vegerin welatê xwe.
Û êdî her kes, kurdê ”baş jî û yê xerab” jî dibê ji bo welatekî azad, ji bo Kurdistaneke serbixwe bixwebite.
Wek kurd bi tirkan ra şertên jiyaneke bi hev ra nemaye, dibê kurd li welatê xwe bibin xwedî desthilat. 
Wekî din rê tuneye…
Bi şehadeta Selîm Serhat pir xemgîn bûm. Ji malbat û zarokên wî ra serxaxiyê dixwazim…

XXX


Ez dixwazim bibim ferdê miletekî azad û li Kurdistaneke azad bijîm. Ez dixwazim berî mirina xwe wê azadiyê, wê hewayê tenefus bikim.
Bibînim hela bîhn û hewa welatekî azad çawa ye…
Bavê min ji min ra welatekî azad nehîşt, lê ez dixwazim ji zarokên xwe ra, ji neviyên xwe ra welatekî azad li dû xwe bihêlim. Bi wê xeyalê dijîm. 
Ji bo ku ew jî weke min bindest nejîn û bindest nemirin…

23 oktober 2015

Îro li Swêd rojeke reş e


 Qetlîama çar sal berê(2011) Anders Behring Breivik li Norweçê kir, îro li Swêd li dibistaneke bajarê Trollhettan jî qewimî.
Lê Xwedê kir ku wek ya Breivik mezin nebû. Breivik 69 xort kuştin, Anton Lundîn Pettersson du kes kuştin û dudu jî birîndar kirin.
Xortekî swêdî bi navê Anton Lundin Pettersson, îro(22/10)saet li dora 10ê sibê bi şûrekî dihere mektebeke ku hema hema hemû xerîb in û êrîşê zarokan dike.
Ji ber ku bê çek bû, bi şûrekî êrîş kiriye, lema jî g...elek zarok ji mirinê xelas bûn. Heger bi çek bûya ewê bikanîbûya gelek kî bikuje.
Mamosteyek rê li ber digre, nahêle têkeve hundur sinifê û bi vî hawî rê li ber komkujiyeke pir mezin digre. Lê mamoste bi xwe tê kuştin.
Di demeke pir kin da hejmareke pir zêde koçber hatine Swêd û rojê bi hezaran jî tên.
Xanî tunene, ciyên li bimînin tuneye, bi hezaran di çandiran da dimînin.
Xaniyên belediye ji bo demekê dibînin, rasîst dişewitênin. Di nava du sê heftan da 15 cî şewitandin.
Ji ber ku jimareke pir hatiye û her roj bi sedan însan tên, lema di nava swêdiyan da jî li dijî xerîban dijminatiyeke pir mezin û pir tahlûke çêbûye.
Her dem dikane bûyerên pir mezin biqewimin, komkujiyên mezin çê bibin.
Kesên tên ne tenê koçberên ji Sûriyê yên misteheq in. Feqîr ji her welatî tên.
Ji Afganîstanê, Pakîstanê, Bengladeşê, Somalî, Erître, filistînî û ji Afrîkayê her roj bi sedan însan tên.
Bi kurtî rewş li Swêd pir krîtîk e, her tim dikane bûyerên pir nexweş biqewimin.
Ereban Sûriye, Îraq, Lîbye, Yemen xera kirin, nuha jî bela xwe anîn Ewrûpayê.
Heger wiha here li gelek welatên Ewrûpa ewê di nabêna koçber, mahcir û ewrûpiyan da bûyerên pir mezin derkevin, şerên mezin biqewimin.
Mesele ji çarçeweya, sînorê rasîstan geêkî buhuruye, êdî însanên ne rasîst jî, kesên demokrat jî ketine panîkê û li dijî vê koçberiya bêdawî gelkî nerehet in.
Ji ber ku her roj dikşe, tu carî dawî nayê. Û welatekî wek Swêd biçûk, bi 10 milyon nufûs ji nişka ve nikane çensed hezar, milyonek koçber bigre.
Ev ne mimkûn e…
Çimkî li van deran kesên tên dibê dewlet cî bide wan, zarokên wan bişîne dibistanê, li wan binêre.
Yanî wek Tirkiyê koçberan bera çolê nadin, berî her tiştî dibê xaniyan bidin wan û ew jî êdî ne mimkûn e.
Lema jî problem pir mezin e.Û musebîbê vê yekê jî Erdogan û û hukûmeta AKPê ye. Tirk van koçberan top dikin û dişînin ser Ewrûpayê.

22 oktober 2015

Xanimê îşev dîsa ji xwe ra kêf kir.


Min ji ciyê kar têlek dayê, jê ra got, xanim, îşev tu şîv mîvan çêneke û xwe newestîne. Ezê bi xwe ra masî bînim.
Gelkî kêfa wê hat, çimkî dizanîbû ewê him rehet bike û him jî xwarineke xweş bixwe.
Min çû sê sorikên xwe û soseke hêkên masiyan û hinek hişnayî kirî û berê xwe da mal.
Min berê zeleteyekî firingiyan(şamika) û pûngê yê pir taybet hazir kir. Bi zeyt û îsotê Ruhayê…
Dû ra jî min masiyê xwe bi îtîna û hostayiyeke mezin baş baharat kir û sor kir.
Piştî hertişt xelas bû, min mase hazir kir û şûşeyek şeraba sor jî vekir û danî ser masê. Û dû ra jî bi nezaket û bi hezkirin min ban kirê, min got:
-Xanim, kerem bike xwarin hazir e…
Heta wê çaxê li salonê rûniştibû û li telewîzyonê temaşe dikir. Rabû hat li ser sifra hazir rûnişt…
Min jê ra got:
- Xanim, bi Xwedê şansê te heye ku tu li yekî wek min nazik û dilbirahm rast hatiye. Tu bi qedrê Xwedê dikî di nava kurdan da çend kesên wek min hene ?
Peyeva min zêde neket serî, mizicî û bêdil got, ”ez zanim, eynî were ye…”

Çetîn Altan jî îro xatir ji dinyayê xwest


Çetên Altan, di nivîsa xwe ya bi navê “Welatê min xeyal dikir ne ev bû” da wiha gotibû:
“Welatê me xeyal dikir û dixwest ji neviyên xwe ra bihêlin ne ev bû. Wer xuya ye bêyî ku bibînim demokrasî were welatê min, ezê ji vê dinyayê bar bikim û herim.”
Bi rastî jî wisa bû. Çetîn Altan, bi hesreta dîtina welatekî demokratîk, azad û adil îro di 88 saliya xwe da ji nava me koç kir.
Helbet Çetîn Altan gelk dixwest li Tirkiyê bibe şahidê hatina demokrasiyê. Lê ev yek ne bû qismetê wî.
Bes du ewladên demokrat û şervanên demokrasiya wî xeyal dikir li dû xwe hîştin. Hêvî dikim Ahmet Altan û Mehmet Altan vê wezîfeya xwe baş bînin cî û qet nebe neviyên wan wê demokrasiyê bibînin.
Lê bi dîtina min heta kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe demokrasî memorasî nayê Tirkiyê û tirk jî wek milet medenî nabin.
Çetîn Altan, di 88 salên jiyana xwe da jiyaneke dewlemend ku nabe qismetê her kesî jiya. Bira serê malbata wî sax be.

XXX
Dev ji reqlama Abullah Gul berdin. Gul 12 salan hat ceribandin. Xerab deh caran jî werin ceribandin netîce her eynî ye.
Xerab xerab e, bi ceribandinê baş nabe.
Erdogan çi be Gul jî eynî jahr e, heta jê xerabtir e jî.
Lê ji xwe tevgerên îslamî bi îktîdara AKPê îmtihaneke pir xerab dan, nîşan dan ku ew ji kemalîstan pir û pir xerabtir û tahlûketir in.
Û di mesela kurd da jî ji miliyetçiyên tirk û kemalîstan ne pêşdatir in.
Lema jî careke hêviya ji Abdullah Gul hêviyeke bênbingeh û beyhûde ye…



21 oktober 2015

Di heqê kurdan da tu çi difikire?



Fîlozof û sosyologê sloven Slavoj Zizek, ji bo ku meriv bizane erebek demokrat e, ya jî ne demokrat e metodek pir xweş dîtiye. Gotiye:
”Gava hevalên min yên ereb dibêjin ”ez demokrasiyê diparêzim” ez bi vê pirsê test dikim: Di heqê kurdan da tu çi difikirî? ”
Ne ji bo naskirina ereban tenê, ji bo tirkan û farisan jî meriv dikane eynî testê bike, eynî metodê bi kar bîne, ”di heqê kurdan da tu çi difikirî” ?
Bi bersîva vê pirsê kî çi mal e diyar dibe…
Çimkî ev pirs eynî wek kevirê mîhengê ye, tavilê eyarê însên eşkere dike.








XXX





Tehdîda Davutoglu ya bi "Torosên spî" îtîraf e,  dibê kurd vê beyana Davutoglu wek îtîrafekê qebûl bikin û li dewletê dozê vekin.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu do li Wanê got:
 ”Heger AKP ji ser hukim da bikeve li van deran ewê dîsa wek berê Torosên spî bigerin.”
Davutoglu, bi van gotinên xwe eşkere kurdan dîsa bi revendinê û kuştinê tehdît dike.
Mêrik vekirî dibêje heger hûn rayên xwe nedin me û me bixînin, tiştên JITEMê di salên 90î da anî serê we, ewê dubera bibe.
Wê gavê ev ekîba qatilan hîn heye û Davutoglu jî vê ekîbê nas dike û di bin destê xwe da digre. Û ji kurdan ra dibêje heger em ji ser hukim da bikevin emê benê van qatilan vekin û berdin ser we. Wekî din tu maneyeke vê gotina Davutoglu tuneye.
Wek tê zanîn di destpêka salên 1990î da çeteyên dewletê bi biryareke merkezî li serenserê kurdistanê dest bi revandin û kuştina kurdan kirin.
Qatilên dewletê bi piranî bi wesaîtên spî ku jê ra digotin ”Toros” digeriyan û kurd direvandin, dikuştin.
Di nava salên 1990-1994a da dewletê bi vê riyê tam 17 hezar kurd bi qatilên xwe yên JITEMê dan kuştin.
Û hîn û hîn jî ji qatil û berpirsiyarên van cînayetan, ji yên ev emir didan heseb nehatiye pirsîn.
Davutoglu, kurdan dîsa bi van qetlîaman tehdît dike, dibêje heger hûn me bixînin ”Torosên spî” ewê dîsa li van deran peyda bibin.
Bi van gotinên xwe Davutoglu wek serokwezîrê Tirkiyê îtîraf dike ku dewletê di salên 1990î da 17 hezar kurd qetil kirine.
Û ya duyem jî diyar e ku JÎTEM hîn nehatiye lewxkirin, hîn heye û faal e. Û Davutoglu jî vê sîstemê nas dike, lema jî dibêje dema hûn me bixînin dewletê dîsa ”Torosên spî” bişîne ser we.
Kurd dibê vê beyana Davutoglu wek îtîrafekê qebûl bikin û li wî û li dewletê gilî bikin.

Çîroka mar û însên



Di wext û zemanekî pir kevin da, gava dinya hîn nuh bû, mirin li dinyayê tunebû. Mirin li asîmanan li ba Xwedê dima.
Rojekê mirinê ji Xwedê ra got:
-Ez dixwazim dakevim jêr, herim dinyayê. Xwedayê min, min bibe bibe dinyayê.
Xwedê got:
-Na.
Mirinê got:
-Ji bo çi na? Baştir e însan bimrin.
Xwedê dîsa got:
-Na. Min soz daye însên ewê nemir bin. Gava çermê wan kevn bû ezê çermê nuh bidim wan.
Lodeke pir mezin ya çerman li asîmanan li ba Xwedê hebû. Xwedê rojekê ewê bida însanan. Ew roj hat û Xwedê hemû çerm(post) xist selikek(zembîlek) mezin û ji kûçik(seg) ra got:
-Viya bibe dinyayê bide însanan.
Kûçik selik(zembîl)girt û berê xwe da dinayyê. Rê pir dirêj bû û kûçik bi rê da birçî bû. Piştî demekê rastî hin lawiran hat. Hemû li hev kom bûbûn, wexta xwarinê bû, dikirana xwarineke xweş bixwin.
Hîştin kûçik jî tevî wan bibe û bi wan ra xwarinê bixwe.
Kûçik birçî bû, xwar û xwar, gava bû şev westiya, selik danî kêleka xwe û dest bi bînvedanê kir.
Bîstek derbas bû marekî xwe kişkişand bawî û bi meraq jê pirsî, got:
-Ev çi ye di selika te da ye?
Kûçik got:
-Çerm e(post e) ez dibim ji însên ra. Dema çermê wan kevn bibe ewê viya li xwe kin.
Mêr(mar) demeke dirêj bala xwe da selikê...
Roja din gava kûçik bi xwe hesiya selik(zembîl)tunebû. Fêm kir ku mar selik biriye. Nuha tu çermê bida însên tunebû.
Ewê çi bikira?
Biryara xwe da riya xwe bidomîne.
Dema gihîşt dinyayê çîroka çerm û selikê ji însên ra got. Got:
-Çermên Xwedê ji we ra şandibûn bi rê da mar ji min dizî.
Însa pir qeherîn. Rabûn çûn ba Xwedê û jê ra gotin:
-Çermên me mar biriye. Em çermên xwe dixwazin! Dibê çermên me hebe!
Xwedê ji însên ra got:
-Nuha baş li min guhdarî bikin! Ez çerm nadim we. Û ez nafikirim wan çerman ji mêr(mar) bistînim. Hûn însan in, dema hûn kal û pîr bûn hûnê bimrin…
A bi vî hawî Xwedê mirin da dinyayê.
Însan pir xemgîn bûn. Lema jî ji wê rojê da ye însan ji mar nefret dikin. Hertim dixwazin wî bikujin.
Mar jî tim xwe ji însên dûr digre û di tenêtiyê da dijî.
Hemû cerm(post) li ba mar in, gava postê wî kevn dibe bi yekî nuh diguhere.
Mar li dinyayê tekane mexlûq e dikane postê xwe biguhere û jiyana xwe bidomîne.



20 oktober 2015

Baroya Anqerê û beyanek sosiret

Baroya Anqerê ji dozger(sawcî)xerabtir kiriye
Baroya abûqatan ya Anqerê, li ser girtina serokê baroya Diyarbekrê Tahîr Elccî, beyaneke skandal, tije hqaret belavkiriye.
Heqaretên nemayî li PKKê dike, PKKê bi kirina tîcareta narkotîkayê û ccekan îtham dike. Û dû ra jî dibêje heta nuha gelek kesên din jî gotine PKK ne rêxistineke terorîst e, we ccima ew kes negirtin. Dewlet bi PKKê ra rûnisst, filan û bêvan.
Û navên hin kesên gotine PKK ne rêxistineke terorîst e rêz dike.
Bi kurtî îtham, gotin û heqaretên Baroya Anqerê li PKKê û miletê kurd dike, ji girtina Tahîr Elccî pir û pir girantir in.
Baroya Anqerê ne wek rêxistineke serbixwe ya abûqatan, retorîka ssûbeyeke MITê û polîsan û rêxistineke neyarê miletê kurd bi kar aniye.
Beyan wiha dest pê dike:
“PKK rêxistineke terorîst e.
PKK, rêxistineke terorîst ya wiha ye ku bi hezaran însanên me qetil kirine, tîcareta narkotîkayê û qaccaxccîtiya ccekan dike. Baroya Anqerê bêyê lakîn û ema yê li dijî PKKê ye...”
Wek îbret ez lînka beyana Baroya Anqerê belav dikim...



Medenîbûna tirkan girêdayî azadiya kurda ye

Yaşar Gulen di heqê diyalogeke, sahneyeke fîlmê ”Hababam sinifi” da agahiyeke pir balkêş daye. Gotiye:
”Di sahneya pêşî ya fîlm da mamosteyê dîrokê Mahmûd xoce dikeve odeya mamosteyan û xwe bi mamosyên din dide naskirin. Di dema hevnasînê da cara pêşî destê xwe dide Nûrî xoce. Nûrî xoce jî mamosteyê dîrokê ye. Di hemû telewîzyonan da ev sahne wiha derbas dibe, ”Ezbenî(bendenîz)Nûrî paşa.”
Halbû metna orjînal gelkî cihê ye. Orjînala wê sahneyê wiha ye:
-Ezbenî(bendenîz) Nûriyê kurd”!
Hababam sinifi navê berhemeke Rifat Ilgaz e, dû ra ew adepteyî fîlm kirin û pir meşhûr bû.
Helbet sextekariya tirkan ne ev tenê ye, bi hezaran numûneyên ji vê gelkï mezintir ü xerabtir hene.
Heta kurd azad nebin tirk ji sextekariyê û bêexlaqiyê xelas nabin.
Heta Kurdistan çê nebe tirk ji irqçîtiyê, ji îdeolojiya faşîzan û nazîzst xelas nabin, nabin miletekî medenî.
Medenîbûn û însanbûna tirkan girêdayî azadbûna kurdan û çêbûna Kurdistanê ye...

XXX
Bersîva hin dost û hevalên ji nivîsên min gazinan dikin
Hin dost û heval ji min ra dibêjin ”yabo tu pir dinivîse, em pê ra nagihînin bixwînin.”
Hinek jî dibêjin ”nivîsên te dirêj in, piçekî kin bibire…”
Heyran ez ji kêfa nanivîsim, tirk û ereb her roj çend heban ji me dikujin, zulmê li me dikmin û ez jî dikim hawar, hawar û li dij derdikvim!
Heger hûn dixwazin ji min û ji nivîsên min yên ”pir û dirêj” xelas bibin, zulma tirk û ereban bisekinînin.
Bi navê Xwedê, heta em bindest bin û ereb û tirk û faris vê zulmê li me bikin, hûn xwe ji min bixeyidînin jî, nexeyidînin jî ezê her binivîsim…



Bi komkujiya Anqerê rayên AKPê zûde bûn




Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu gotiye:
”Piştî êrîşa terorîst ya Anqerê me anket çêkir, di rayên me da trendeke zêdebûnê heye. Piştî êrîşê trenda berbî ji sedî 44 dom dike.”
Yanî ji ber ku di qetlîamê 102 kes bi hovane hatin qetilkirin û bi sedan însan birîndar bûn, kêfa gelê tirk ji AKPê ra hatiye, di nava tirkan da rayên wê zêde bûne.
Helbet ev sosireteke giran e, lê bi baweriya min jî ev îdîa Davutoglu rast e. Ji ber ku merivekî zircahil e loma ev yek îfşa kir. Heger ne cahil bûya ewê ev irqçîtiya gelê xwe neda der.
Gotina Davutoglu rast e ji ber ku gelê tirk bi kuştina kurdan pir dilşa dibe, heger wê rojê ne 102, lê hezar kurd bihatana kuştin rayên AKPê ewê derketa ji sedî 60î-70î.
Ji ber ku kî kurdan bikuje tirk jê hez dikin û piştgiriyê didinê.
Tirk dizanin qetlîam bi destê hukûmeta AKPê hatiye, bi kêmanî hukûmetê setûr daye, rê li ber negirtiye, lema jî rayên AKPê zêde bûne.
Wekî din tu îzaheke vê tuneye.
Tirk bi kuştina kurdan kêfxweş dibin. Û ji ber ku AKPê kurd dan kuştin rayên xwe zêde kir Davutoglu rast gotiye…
Kî dikane bibêje na derew e, tirk bi kuştina kurdan dilşa nabin !