06 september 2015

Sicîla dewleta tirk pir xerab e


Di dîroka komara Tirkiyê da gelek bûyerên rûreşiyê hene. Ji van bûyeran yek jî bûyerên 6-7ê îlona 1955a ya li hemberî rûman e.
Bûyerên 6-7-ê Îlona 1955-a di dîroka komara tirk ya kemalîst û nîjadperest da lekeyeke reş û  sûcekî pir mezin yê li hemberî însaniyetê ye.
Di 6-7ê îlona 1955-a da li Stenbolê û bi taybetî jî li herêmên wek Adalar, Eminonu, Fatîhê, Şîşlîyê, Beşîktaşê, Sariyerê, Kadikoyê, Uskudarê û Bakirkoyê nîjadperest û çeteyên dewletê bi rengekî organîze li hemberî rûman(yûnanan) û hemû xeyrîmuslimên din talaneke pir mezin pêk anîn.
Êrîş ji alî dewletê va hatibû organîzekirin. Armanca ew bû ku rûm û ermeniyên mane ji Tirkiyê bi dûrxin û dest bidin ser mal û milkên wan.
Êrîşê du rojan(6-7-ê îlonê) dom kir. Êrîşkaran li ber çavên hêzên ewlekariyê di van herdu rojan da bi kêmanî 15 kes kuştin, 300 kes birîndar kirin, tecawizî 400 jin û keçên rûm û ermenî kirin.
Li gora reqemên resmî 5300, lê li gorî reqemên neresmî bi kêmanî 7000 avahî, dikan, dêr, sînanog, manastir, mekteb, fabrîqe, otêl û mekanên rûman û xeyrîmusliman talan kirin û şewitandin.
Bi kamyon û otobozan ji bajarên din çete anîbûn Stenbolê û di bin îdareya ajan û merivên dewletê da wek gurên devbixwîn êrîşî rûm, ermenî û cihûyan dikirin, mal, dikan, dêr û mekanên wan talan dikrin û dişewitandin.
Li gel ku hertişt li ber çavê hêzên ewlekariyê dibû, lê dîsa jî ne tedbîrek girtin û ne jî êrîşkar dan sekinandin. Talana mal û milkên rûman, lêdan û kurştina wan li ber çavên pûlisan bû, bi hezaran kes li ber çavên pûlisan marûzî êrîşê hatin, hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gorî îfadeya hin tirkên cîranên rûman, di destê êrîşkaran da edres, nav û numreyên dikan û malan hebûn. Dizanîbûn kîjan dikan û mal ya rûman  e û ermeniyan e li gorî wê lîsteyê dişewitandin.
Piştî êrîşa 6-7ê îlonê bi hezaran rûm, êrmenî û cihû hemû mal û milkên xwe, serwetên xwe li pey xwe hîştin û Tirkiye terk kirin.
Û dû ra jî dewletê dest da ser hemû serwet, mal û milkên wan û li tirkên merivên dewletê û kesên ku beşdarî êrîşê bûbûn belav û par kir.
Planeke Îttihat û Terakkiyê hebû, dixwstin herêma Egeyê û Stenbolê ji rûman û ermeniyan paqij bikin.

Di Şerê Cîhanê Yekem da bi qetlîama Emerniyan, ermenî paqij kirin û dû ra jî berê xwe dan rûman.
Di sala 1914a da li gorî reqemên resmî 2 milyon rûm li Tirkiyê hebûn. Di sala 1964a da nufûsa rûman li Tirkiyê daxistin heta 2 hezarî. Yanî hemû rûm ji Tirkyê derxistin û dest danîn ser malên wan.
Ji roja komara Tirkiyê ava bûye û virda ye hedefa kemalîstan Tirkiyê ji hemû miletên din paqij bikin, Tirkiyê bikin welatekî ”yek miletî, yek zimanî, yek dînî, yek kulturê.”
Bi qetlîama ermeniyan û rûman, gelên xirisyan ji kok da paqij kirin. Man kurd. Ji bo asîmîlekirin û qirkirina kurdn jî heta gelek proje û program çêkirine. Lê heta nuha bi ser neketin. Lê hîn jî  dev ji vê projeya xwe bernedane.
Yanî tiştê anîn serê ermeniyan û rûman dixwazin bînin serê me krudan jî. Lê dikin nakin hukmê wan lê nayê. Heger hukmê wan lê were ewê eynî tiştî bînin serê me jî. Tiştê hukûmeta AKPê nuha li Cizîrê, Şirnexê, Farqînê, Geverê, Silopiyê, Diayrbekrê û gelek derên din dikin prova qetlîameke mezin e.
Komara Tirkiyê, 60 sal berê di 6-7-ê Îlona 1955-î da li hemberî însaniyetê sûcekî pir mezin kir, dibê ev sûc neyê jibîrkirin.
Û nuha jî em kurd di dorê da ne, di binê tehdîda dewleta tirk da ne, em bi qetlîamake mezin ra rû bi rû ne.






Inga kommentarer:

Skicka en kommentar