11 september 2015

Hustuxwarî û şalûziya ji tirkan ra ne xelasî ye



Bêyî ku bizanibin kurd e ya jî ne kurd e, li dijî PKKê ye ya jî sempatîzanê PKKê ye, li kurdayetiya xwe xwedî derdikeve ya na lê dixin, kevir dikin.
Li gorî bajarê wî, li gorî devoka wî, li gorî rengê wî, li gorî plaka erebeya wek gurên har, bi hezaranwî êrîş dikinê, lînc dikin, dikana wî, otoboza wî dişewitînin, heqaretên mezin lê dikin.
Û pepûk û kêmaqilê me hîn jî li ber xweliya dikane xwe ya şewitî, li ber otobaza xwe ya perçeperçe bûyî, bi hustixwarî qala biratiya tirk û kurdan dike, heta xwe ji kurdbûnê dûr dixe, dibêje "em kurd in lê em ne kurdên xayin in", dibêje dilê min ji miletê tirk nema ye, ez ji kesî neqeherî me, ez jî li dijî ”terorê” me, em birayên hev in, gotineke bi xîret, gotineke dilê meriv rehet bike nabêje, nabêjin. Li gel hewqas heqaret û zulm jî şelafiya tirkan dike û dikin…
Wer bawer dike ku bi şelafiyê, bi vê pepûkî û hustuxwariyê wek şexs ewê xwe ji xezeba tirkan xelas bike, careke din ewê eynî tiştî neynin serê wî û zarokên wî.
Ev xeyaleke vala ye.
Ev tirk in, dizanin çi dikin, bi van metodan bûn xwediyê vê axê, vî welatî û van bajaran…
Her kurd, heta kurdê herî bêxîret û hevalbendên tirkan û dewleta tirk jî, yên wek Muhsîn Kizilkaya ku di telewîzyonan da bê şerm û fihêt wek serokê emniyeta Cizîrê, teror û qetlîama li hemberî gelê xwe diparêze, ew û yên wek wî çiqasî xulamtiya dewleta tirk bikin jî pere nake, rojekê ewê wan jî lînc bikin.
Ev îş bi dor e, hertişt rojeke wê heye…
Dibê em hemû kurd tiştekî baş bizanibin, li Tirkiyê garantî û ewlekariya tu kurdî, çi mal û çi jî can tuneye.
Baş xerab, kurdperwer antî kurd ji bo tirkan û dewletê ferq nake. Li Tirkiyê her kurd, ew çiqasî xwe înkar bike jî, çiqasî bibe heval û xulamê dewletê jî, çiqasî di telewîzyonan da abûqatiya dewletê û AKPê bike jî ew xelas nabe, piştî ku ew kurd e, ew neyar û hedefa dewleta tirk e, neyar û hedefa faşîsên tirk e. Îro nine, îro hewcedariya dewletê û AKPê bi piştgirî û abûqatî wan heye.
Lê sibe, rojek ewê were, ewê hewcedariya dewletê bi vê abûqatiya wan nemîne. A wê çaxê ewê pehînekê li qûna wan xin û wan ji ber deriyê xwe biqewirînin.
Îspata vê yekê li seranserê Tirkiyê êrîşên ser kurdan yên van rojên dawî ne.
Êrîşkaran di êrîşên xwe da qet ferq nexistina nabêna ”kurdên PKKê û kurdên antî-PKK, kurdên baş û xerab, êrîşî hemû kurdan kirin. Li gorî navê bajarên wan, li gorî plakeyên wasiteyên wan li wan dan, ew lînc kirin, mal û milkên wan, erebeyên wan şewitandin.
Lema jî înkrkirina eslê xwe, bêxîretî, şalûziya(şelafiya) ji tirkan ra, neyartiya tevgera kurd ya netewî ne xelasî ye.
Çare dibê kurd li welatê xwe herî kêm bibin xwedî desthilat, bibin xwediyê statuyeke siyasî, kurd xwe îdare bikin.
Lema jî çare û ya herî rast, dibê her kurd doza mafê xwe yê netewî bike, li nasnameya xwe xwedî derkeve.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar