22 augusti 2015

Rexneyeke bi heq li PKKê

Mucahît Bîlîcî xoce li ser PKKê û şerê vê dawiyê yênava bajaran nivîseke pir di cî da nivîsî ye. Rexneyên pir bi heq li PKKê digre.
Li gorî Bîlîcî,  PKK ”bi şer şaşiyeke pir mezin dike” û şerê nava bajaran tenê zirarê dide kurdan.
Bi îdtina min jî ev dîtineke rast û rexneyeke di cî da ye. Min jî çend caran ev yek got, lê dengê me açe derekê.
PKKê bi vê siyaseta xwe ya şer û ”xweseriya” vala Kurdistan kiriye qada şer û gelek bajarên kurdan yên tevgera netewî lê xurt bû di vî şerê da wêran bûn.
Bîlîcî dibêje, ”heger tu dixwazî şerê gerîla bidomînî, şeş e lê belê li çiyê li hedefên leşkerî xwe, nebe sebebê wêrankirina bajaran. Xistina şer nava bajaran ne rast e û ji kurdan ra tu feydeyeke wê tuneye.”
Bi dîtina min jî ev rexneyeke rast e. Ji ber ku PKK serxwebûnê naxwaze, naxwaze kurd ji Tirkiyê veqetin. Dixwaze kurd di çarçeweya demokrasiya Tirkiyê da mafên xwe bigrin. Û ji bo vê jî partiya Tirkiyê HDP ava kiriye.
De îcar şerê nava bajaran ji bo çi ye?
Di vê nuxtyê da Bilîcî dibêje,
”Hûn dixwazin di nava demokrasiya Tirkiyê da edaletê û wekheviyê bi dest xin. Û ji bo vê jî we HDP ava kiriye. HDPê jî di hilbijartinan da serkeftineke muazem bi dest xistiye. Û tam di vê nuxteyê da hûn li bajarên kurdan dest bi şer dikin, di bin navê ”xweseriyê” da kurdan bi dewletê didin pelixandin.”
Li gorî Bîlîcî xoce, ”hêza kurdan ya herî mezin ne PKK ye, bi heqiya wan e. ” PKKê, micadeleya ewê bikira kiriye. Ji nuha û pêda dibê rê li ber micadeleya demokratîk veke û ”ji tevgerên meşrûîyetê difetisînin dûr bisekine.”
Blîcî xoce dibêje, ”bêyî ku meriv Kurdistanê wêran bike şerkirin mimkûn e. Şerekî wisa bimeşîne bira ne şer be. Şerekî wisa bimeşîne bira ûjdanê her kesê ne ji te bi te ra be. Te înkar bi şîdetê hilweşand. Qebûlê bi înşayê ava bike.”
Li gorî Bîlîcî,  dibê PKK, ”micadeleyeke sivîl ya bi rûmet ku kurdan ji parsektiya merhameta ji dewleta tirik derdixe bide destpêkirin.” Û lema jî dibê ji şer û pevçûnan bêtir ”giraniyê bide tevgerên kîtlewî yên demokratîk.”
”Îro hewcedariya kurdan ji şer û pevçûnan bêtir, bi dûrketina ji şer heye. Erê hewcedariya kurdan bi micadeleyê heye, lê belê ev hewcadarî ne şer e.”
Di warê micadela kîtlewî û demokratîk da jî Bîlîcî xoce dibêje:
”Tenê xortên kurd mafê xwe yê redda ûjdanî bikar bînin û neçin leşkeriyê, teneê li Diyarbekrê dawiya her heftê milyonek kurd top bibin û mafên xwe bixwazin bes e, bi vê riyê mafê neyê bidestxistin tuneye.”
”Heger li pişt te piştgiriyeke gel ya têra xwe û qabîliyeta organîzekirinê hebe her tişt mimkûn e. Di vê nuxteyê da destpêkirina şer întîxar e. Vegera şer bi her hawî li zirara kurda ye.
Dibê meriv micadela kurdan ya meşrû bi şîdetê lekedar neke.”
Bi dîtina min jî di roja îro da destpêkirina şer û bi taybetî jî şerê nava bajaran malwêranî ye û ji kurdan ra bêyî zirarê tu feydeya wî tuneye.
PKKê heta nuha çend caran bi xwe got, ne ew kanin bi şer zora dewletê bibin û ne jî dewlet kane bi şer zora wan bibe. Û jixwe ji ber ku herdu serî jî gihîştin vê baweriyê dest bi hevdîtinan û ”mizakereyan” hat kirin.
Helbet bi ”mezekareyan nêta hukûmeta AKPê ne paqij bû, xapandin bû, qezenckirina wextê bû û di dawiyê da jî perçekirina PKKê bû. Yanî tu nêteke AKPê ya çareserkirina mesela kurd, dana mafê kurdan yê netewî tunebû û tuneye.
Lê ev hesabê AKPê şaş derket û PKK di her warî da xurttir bû. Û piştî li Şengal û Kobanê liberxwedana gerîlla ya li hemberî Daîşê, PKKê sempatiya cîhanê qezenc kir, bû mitefikê Yekîtiya Ewrûpa û Emerîkayê.
Ev, fersendeke dîrokî ye. Dibê PKK vê fersendê baş bikar bîne.
Îro li Ewrûpa û li cîhanê herkes bi sempatî li PKKê û bi antîpatî li Tirkiyê û Erdogan dinêre. Herkes Tirkiyê  mitefikê Daîşê yê li pişt perdê yê herî xurt dibîne.
Û PKK û YPG jî li hemberî Tirkiyê û Daîşê demokrasiyê û azadiyê diparêze.
Dibê PKK bi şer, bi kuştina çend pûlis û leşkeran vê piştgirî û sempatiya li cîhanê ji kurdan û wê ra çê bûye hedere neke. Tevgerên kurdan û PKKê yên kîtlewî û demokratîk herkesê alîkariyê bike, lê kes alîkariya şer û kuştina leşker pûlisên tirk nake. PKK viya baş dizane. Erdogan û Bahçelî dixwazin PKK rojê deh leşker û pûlisan bikuje, dixwaze her roj di nava bajaran da bombeyan biteqîne û sivîlan bikuje. Bi viya dewleta tirk qels nabe. Wek Bîlîcî xice jî gotiye, tiştê PKKê bi şer ewê bi dest xista, bi dest xistiye. Dibê êdî giraniyê bide xebatên demokratîk.
HDPê di hilbijartinên 7ê hezîranê da 6 milyon û 58 hezar ray girt, ev ne reqemeke hindik e. Li gelek bajarên Kurdistanê AKP jî têda , hemû partiyên tirk hatin paqijkirin.
Di hilbjartinek, du hilbjiarinên din da, bi program û siyaseteke netewî hemû Kurdistan dikane têkeve destê kurdan û partiyên tirk ji Kurdistanê werin paqijkirin.
Wê demê tenê hêza wan ya leşkerî dimîne. Û ev jî zêde ne muhîm e, ya muhîm li Kurdistanê destegeke wan ya gelêrî û siyasî nemîne.
Yanî ev mimkûn e. Bi vê riyê em dikanin serxwebûna xwe jî û federasyonê jî bixwazin. Ji ber ku gel bi me ra ye.
Lê şerê nava bajaran ewê çi bi xwe ra bîne û here bigihîje ku ne diyar e…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar