01 juli 2015

Hêvî dikim birêvebirên Tirkiyê gurra Erdogan nekin


Endamê Konseya KCKê Murat Karayılan, derbarê tehdîdên Tirkyê yên îşxala Kurdistan rojava da gotiye, ”Heger midqaxaleyî rojava bikin ev tê maneya şerekî li hemberî hemû kurdan. Ha te mudaxeleyî Kobanê kiriye, ha mudaxaleyî Amedê, tu ferq tuneye. Heger ew mudaxaleyi rojava bikin emê jî mudaxeleyî wan bikin. Wê demê seranserê Tirkyê ewê bibe qada şer. Lema jî dibê berpirsiayrên tirk biaqil hereket bikin…”
Hêvî dikim bi ber teqala Erdogan nekevin û bi aqilekî selîm hereket bikin, dev ji macereya îşxal mîşxalan berdin.
Beyaneke baş e. Jixwe bêyî viya tu tiştekî kurd bibêjin jî tuneye, gava êrîşî kurdan bikin kurd ewê xwe biparêzin, wekî din tu rê, tu çare tuneye. Riya din teslîmiyet e.
Dibê tirk bivikê bibînin, yanî bitirsin, bizanibin kurd ewê teslîm nebin û ewê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.
Ancax tirs dewleta tirk bisekinîne. Heger netirsin ewê hertiştî bikin. Çare, dibê bizanibin kurd ewê li her derê bi xurtî şerê wan bikin.
Tirs û zor meriv biaqil dike.
Ez hêvî dikim bi aqil hereket bikin û êrîşî kurdan nekin, dev ji ”herêmên tampon” manpon berdin. Tu dereke bêxwêdî tuneye.
Tiştê xuya ye Erdogan dixwaze bi herbeke bi Sûriyê û bi kurdan ra xwe ji kaosa heyî xelas bike û demeke din îktîdara xwe dirêj bike, jiyana xwe, kursiya xwe bigre garantiyê. Ew bawer dike ku şer derkeve kesê li hundur bela xwe di wî nede û ewê êdî ji girtin û dadgehkirinê xelas bibe. Hemû tirsa wî ev e. Ew dizane wî gelek sûcên mezin, sûcên meriv dibe ber dara sêpiyê kirine.
Yanî wî xelasiya xwe bi êrîşa ser kurdan ve girê da ye. Lema jî dixwaze rojekê bi berî rojekê bahaneyekê bibîne û têkeve Sûriyê û Kurdistana rojava.
Lê herb ne henek e, ne lîstik e, dikane felaketên pir mezin bi xwe ra bîne. Dikane li Tirkiyê bûyerên mezin, qetlêmên mezin bibin.
Civata tirk ji qetlîamên wiha re tim hazir û amede ye. Bi milyonan faşîst, çete li gel hêzên pûlis û leşkeran tim di bin destê dewletê da ne û gava hewce wan wek gurên har ber didin. Lê dînîtiyeke wiha jî dikane ewê felaketeke pir mezin bi xwe ra bîne, di nabêna kurd û tirkan da şerekî mezin derxe.
Yanî destpêkirina şer rehet e, di destê meriv da ye, lê qedandina şer zor e û ne di destê meriv da ye.
Seddam jî dema êrîşî Îranê û kurdan kir wek Erdogan difikirî. Lê şer 8 salan ajot û ji herdu aliyan jî bi sedhezaran însan hatin kuştin, bi sedhezaran seqet bûn. Zirara maddî ji xwe bêhed û bêhesab bû.
Û di mesela kurdan da jî hesabê Seddam şaş derket, bi bedelekî pir mezin be jî kurd ji bindestiyê rizgar bûn.
Eynî tişt dikane were serê Erdogan û Davutoglu jî. Û sûcên wan kirine ji yên Seddam ne kêmtir in jî.
Heger tirkiye êrîşî Kurdistana rojva bike, wek Karayilan jî gotiye, ev şerekî li hemberî miletê kurd e. Piştî êrîşeke wiha êdî şertê kurdan û tirkan ya jiyaneke bi hev ra namîne. Çare Kurdistaneke serbixwe ye. Û jixwe neyartiya civata tirk, medyaya tirk kurdan mecbûrî xeta veqetandinê dike. Civata tirk li hemberî kurdan pir bêûjdan û bêmerhemet hereket dike, derew û buhtanên pir mezin li kurdan dikin. Bi wahşeta Daîşê dilşa dibin, qatilên Daîşê pîroz dikin.
Ev rewşe wiha dom bike, tirk bi vê tempoyê neyartiya kurdan bikin, bêyî veqatindinê tu rê li ber kurdan namîne.
Êdî me kînga kanîbû…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar