03 maj 2015

Gava aqilê meriv ji kîsê xelkê be meriv xwe biçûk û xelkê jî mezin dibîne...

Îbrahîm Xelîl Baran di heqê kurdan da tespîtek pir xweş kiriye, gotiye:
”Arjen Arî, Cemal Surreya dike bêrîka xwe ya biçûk. Lê belê xortên kurd ne bi helbestên Arjen Arî, bi helbestên Cemal Surreya ji dildara xwe ra cîlweyê(kur) dikin. Ev kolebûn e.”
Dil jî, aqil jî bi zimên ve girêdayî ye, gava ziman bibe tirkî, dil jî, aqil jî dibe tirk, bi çav û hestên tirkekî li tiştan dinêre.
Gava aqilê meriv ji kîsê xelkê be meriv xelkê mezin û xwe jî biçûk dibîne. Gurriyên xelkê jî li ber çavê meriv dibin por helîl...
Loma jî pir ne xerîb e kurd ji Arjen Arî bêtir Cemal Surreyayê heramzade nas bikin. 
Cemal Surreya heta nêzî mirina xwe jî kurdbûna xwe wek sir veşart. Û rêzek jî bi kurdî nenivîsî…
Fermo helbestek ji Arjen Arî ya bi hemû helbestên Cemal Surreya. Gîha hewşê tahl e. Kurd xelkê mezin û xwe jî biçûk dibînin. Arjen Arî heger tirk bûya nuha wek Ahmet Arîfê duyem di devê her kesî da bû...
Ev Çiya Rûspî Ne
Di qada şer de pişta me negihişt erdê. 
Te şahid bivê, va Herekol. 
Miradkar, bi bext û ol 
Va Cûdî 
Û va ye ev ax!
Kîj wextî bêleheng ma? 
Kî gavê bêkêr? 
Ev axa bi xêr û bêr 
Ji bakur ve serejêr 
Gebar, 
Sîmal, 
Bêxêr... 
Her yek şêrko 
Ango, 
Yek yek Êzdînşêr.
Li piştekê bigerî, va ne: 
Ev Nemrûd e 
Ev Agirî ye 
Ev Sîpan e. 
Kîjan e nerûspî 
Heyran 
Bêrûmet kî ji van e?
Ronakê lêda çûrisî 
Kirasê l'bejnê qerisî, qelemsiltan e. 
Enîmêr e û Dêrsimî, 
Ev çiya Tûjik e, heyran!
Heyran, 
Ev çiya destbirakê Sîpan e. 
Ku di bin berfê de mane. 
Ba hûû dike, 
Mûnzir pûç î pûç dike, 
Zivistan e!
Bi pilingê pêşî re şîyar dibin. 
Têhn vedide l'lûlan ji teqînê. 
Stran dikevin pêlên xuşînê, 
Şer dîne, şervan dîne 
Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de 
Ev çiya rûspî ne, heyran!
Me, lome nekir ji wan. 
Na na, û ne ji yekî! 
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî, 
Me lîland, 
Loma, bi Sîpan in stranên me 
Ka bistrê, heyran!


Arjen Arî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar