23 april 2015

Wêranşara berê û nostaljiyek xweş



Heta salên 1980î hemû xwendevanên wêranşarî yên li metropolan dixwendin hevûdu nas dikirin. 
Ji xwe xwendevanên li zanîngehan dixwendin çend hebûn, her kesî hevûdu nas dikir, dizanîbû kî ji kîjan eşîrê û ji kîjan berê ye û lawê kê ye. Xwendina li Stenbolê û Anqerê bûyereke mezin bû, ne karê herkesî bû. Telebe bi qedir û qîmet bûn. Havînan gava dihatin tahtîlê gelkî bi fors bûn. Xortên bajêr li çayxaneyan li dora wan kom dibûn û bi heyraniyeke mezin li wan guhdarî dikirin.
Lê nuha ne wiha ye.
Nuha dinya guherî ye, Wêranşar jî mezin bûye, êdî kes kesî nas nake. Belkî jî wek Stockholmê êdî cîran cîrîn nas nake…
Êdî xwendin jî wek berê ne bûyereke mezin e. Herkes dixwîne.
Bîstek berê min bi hemşeriyekî xwe yê mamoste yê pir ezîz ra hinekî sohbet kir. Li zanîngeha Mêrdînê mastra kurdolojiyê qedandiye. Pir kêfa min hat. Bi xwedê êdî ez xwe tenê his nakim, êdî wêranşarî jî ketin defteran…
Min navê xortekî jê ra got, min got wî jî li zanîngeha Mêrdînê kurdî xwendiye û ji eşîra we ye.
Hemşeriyê min di bersîva xwe da got, ”mixabin ez wî nas nakim.”
Ez matmayî mam, min got yaho ev Wêranşar çiqasî mezin bûye, dinya çiqasî guherî ye?
Berê min hemû telebeyên Wêranşarê, bi eşîr, ber û navê bavê wan û kalê wan ve nas dikir.
Lê nuha wa ye du xortên ji eşîrekê jî hevûdu nas nakin.
Hey gidî dinya hey.
Ka ew Wêranşara min qulik bi qulik, kuçe bi kuçe û hemû telebeyên wê bi seceraya wan ve nas dikir…
Wisa xuya ye ew dewr bûye dîrokek kevnare, ancax êdî meriv di çîrok û romanan da bixwîne…

XXX
Ez kurdî me, zarokê dêmariyê û sêwî me...


Kurdê ne xwediyê dilekî dîn be nabe sewdaliyê kurdî, kurdî tu carî agirê dilê wî venamirîne.Tim wek dildarekî çavlider e.
Loma jî kurdî baş fêr nabe. Heger piçekî fêr bibe jî tim bi çavê sêwiyan ya jî bi çavê zarokê dêmariyê li kurdî dinêre.
Gava keys dikevê û fersendê dibîne, xwe dide qoziyekê û wek yara xwe bi tirkî şa dibe, bi evîndariyeke platonîk destê xwe di serê wê dide, maçî dike, himêz dike, porê wê şeh dike û guliyên wê dihûne. Dilê wî rehet naba, ji bo ku bîneke xweş jê bifûre hinek lewante jî pê wer dike…
Û dû ra Jî dikeve mile wê û di ber sêwiyên zimanê kurdî yên qilêrokî, porhinc û gijomijo ra di here û tê û bi pozbilindî bejn û bala xwe li ba dike…
Ji zarokên dêmariyê û sêwiyên hustuxwar ra bi awirên xwe dibêje, rast bibêjin, kî xweşiktir e, kî paktir û narîntir e?
De ka bibêjin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar